NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kiryarên artêşa tirk a dagirker ên nemirovî cîgirê hevserokê Meclisa Şedadê ya kantona Hesekê Yasir Ebas ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Ebas tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kiryarên artêşa tirk a dagirker şermezar kirin.

Ebas destnîşan kir ku ew wek pêkhateyên ereb tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin, ji ber ku tecrîda li ser wî tecrîda li ser hemû gelan e û got ku ji ber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga azadî û rizgarkirina gelên bindest dike, dewleta tirk a dagirker tecîrîdê li ser wî pêk tîne.

Ebas der barê bêdengiya navdewletî û kiryarên dewleta tirk a dagirker de ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê pêk tîne ev tişt anîn ziman: “Em bang li hemû dewletan dikin ku der barê kiryarên dewleta tirk a dagirker de ku li ser rêberê mirovahiyê pêk tîne, ji bêdengiya xwe derkevin. Ji ber ku bêdengiya wan tê wateya alîkariya wan ji van kiryaran re.”

Ebas diyar kir ku serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgehê li ser armancên dagirkeran xetere ye, ji ber ku Ocalan li ser pîvana neteweya demokratîk banga azadiya gelan dike.

Ebas got armanca dewleta tirk ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku felsefe û çanda wî li Rojhilata Navîn belav nebe, ji ber ku Tirkiye vê yekê li ser xwe wek xetere dibîne û wiha pê de çû: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan, gelên bindest û yekitiya hemû gelan di bin sîwana neteweya demokratîk de gelek têkoşîn kir û banga wekhevî û yekitiyê di navbera hemû gelên herêmê de kir.”

Cîgirê hevserokê Meclisa Şedadê Yasir Ebas di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku kiryarên hovane yên dewleta tirk a dagirker li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû maf û pîvanên navdewletî binpê dike û wiha got: “Em bang li hemû rêxistinên mirovî dikin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn dem de serbest berdin. Ji ber ku hemû tiştên ku gelê Bakurê Sûriyeyê bi dest xistine bi saya fikrên wî ne.”