Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 6ê ADARê 2020, ÎN
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Navenda Ragihandina HPGê, ragihand ku hêzên YJA Starê, li Idirê, li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalekiya sabotajê pêkanîn.

&- Li navçeya Amedê, li bejahiya navçeyên Lîce û Hazroyê, li çoltera navçeya Betlîs Tatwanê û li Colemêrgê herêma Geliyê Teyarê artêşa Tirk a dagirker operasyon da destpêkirin.

&- Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmel Ulkem, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kir û got: Jin divê rola xwe ya dîrokî bi rengekî hîn çalaktir bilîzin.”

&- Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Kurdistanî, piştî civîna 1’ê Adarê de li navenda KNK’ê ya li Brukselê, encamnameyek weşandin.