Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 3ê Hezîranê 2021 PÊNCŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Kurdistaniyên li Ewropayê, çalakiyên xwe yên navendî li bajarê Fransa Strazbûrg, paytexta Elmanya Berlînê, bajarê Fransa Marsîlya berdewam kirin.

&- Hêzên gerîlla li herêma Avaşînê 3 deverên stratejîk ji destê artêşa Tirk derxistin û dagirkerên li van deran qewitandin.

&- Şerê li bejahiya Bedlîsê dijwar bû; di şer de cerdevanekî din jî hate kuştin û 2 leşkerên tirk jî birîndar bûn

&- Tora Ziman û Çanda Kurdî, ji bo mîtîng û kampanyayên zimanê dayikê ku wê li Cizîr, Wan û Amedê bên li darxistin, bang kir

&- Polîtîc Pressê îddîa kir ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê qadên ku dagir kiriye ji PDK kirî ye.