Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 6ê GULAN 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Gûhdarên hêja em ê bûltana rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me….

&- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, çûn Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkirin, parêzer wê di saetên pêş de daxûyaniyeke çapemeniyê bidin.

&- Berxwedana rojiya mirinê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, li zindanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di roja 7’mîn de dewam dike.

&- Komîteya Rêveber a PKK’ê ji ber salvegera dardekirina Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan daxuyaniyeke bîranînê weşand.

&- Gerîlayên HPG Û YJA-STAR li dijî leşkerên li Gabar û Colemêrgê di nava tevgerê de bûn çalakî pêk anîn û li gorî agahiyên destpekê 6 leşkerên dagirker hatin kuştin.

&- Li Cûdî û navçeya Amed Pîranê, operasyona hêzên artêşa Tirk ya dagirker dewam dike.

&- Kurdistaniyên li Almanyayê sazî û dezgeyên xwe di bin konfederasyonekê de kom kirin.

&- Rêveberiya Nexweşxaneya Girê Spî diyar kir ku ji sala 2018’an heta niha, di encama êrîşên dewleta Tirk de, 11 sîvîlên ku di nav de zarok jî hene hatine qetilkirin û 16 jî birîndar bûne.