Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 10’ê HEZÎRANÊ 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çendsernûçeyên me…
&- Hêzên Parastina Cewherî yên Başûrê Kurdistanê li Zaxoyê li baregeha dewleta Tirk dan, herî kêm 20 leşker hatin kuştin.
&- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku pêngava têkbirina Faşîzmê ya ku bi girevên birçîbûnê hatibûn destpê kirin, wê bi formên din dewam bike.
&- Çalakiyên sendîkayên Brîtanya yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
&- Hêzên Gerîlla li Colemêrgê darbeyeke giran li artêşa Tirk dan, 10 leşker hatin kuştin.
&- Hêzên Rizgariya Efrînê, li Efrîn û Ezazê rêzeçalakî pêkanîn, leşkerekî Tirk û serçeteyek hatin kuştin.