10 malbatên din ên Şengalî li warê xwe vegeriyan û diyar kirin ku bi vê vegerê wan xwestine peyamê bidin rêveberiya Bexdayê ku rewşa li Şengalê aram e.

Di vê demê de ku gefên destwerdanê li ser Şengalê hene, xelkê Şengalê bi her rê û rêbazê hewl didin xwedî li warê xwe derkevin.

Bi vê armancê 10 malbatên din ên Şengalê yên li kampên Başûrê Kurdistanê doh vegeriyan Şengalê.

Malbatên ku vegeriyan diyar kirin ku bi vê helwesta xwe wan xwestine nîşanî rêveberiya Bexdayê bidin ku Şengal aram e.

Li gorî agahiyên ji Komîteya Pêşwazîkirina Koçberan a Rêveberiya Xweser a Şengalê hate wergirtin, 10 malbatên vegeriyane li nehiya Sinûnê û li bajarokê Xanesorê bi cih bûne.

Ji Şengaliyên ku li warê xwe vegeriyane Xelef Dexîl ku ji kampa Kepertodû ya Duhokê vegeriya Xanesorê, ji Rojnewsê re li ser vegera xwe axivî.

Xelef Dexîl xwest, ev vegera wan weke xwedîderketina li Şengalê bê fêhmkirin û got, “Şengal aram e û pêwîstî bi guhertina sîstema wê ya parastinê nîne.”