Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 20’ê Kanûnê 2019, ÎN
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Leşkerên arteşa Tirk ya dagirker li Mêrdînê bi hinceta şer derketiye 6 kes destgîrkirin.
&- Însîyatîfa Zarokên Agir dan zanîn ku wan, li navçeya Îzmîr Menderesê, li dijî febrîqeyekê çalakiyeke ji agir lidar xistine.
&- Parêzvanên mafên jinan ên femînîst, zanyar û aktîvîst ku ji welatên cuda yên dinyayê li hev kom bûn, diyar kirin ku Şoreşa Rojava hêviyeke ji bo tevahiya dinyayê.
&- Dadgeha qûqla ya AKPê, li Meletiyê, ji ber xebatên wan, ceza li rêveberên ÎHD û HDPê birrî.
&- Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) komkujiya Meraş, Roboskê û 19’ê Kanûnê ya zindanê bi bîr anî.
&- Zana Farqînî, got: “Em ê bi saya zimanan li erdnîgariya Kurdistanê biratiyê pêk bînin”.