Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ya Silêmaniyê Karwan Enwer ji Rojnews re axivî û got;

Ji sala 2011’an ve kongreya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ne hatiye pêkanîn. Me xwest, em di sala 2013’an de kongrê bikin. Lê ji ber hilbijartinên parlementoyê û encûmenên parêzgehan, me 2 salan paşxist. Piştî wê DAIŞê êrîş kir û kongre pêknehat.

Karwan Enwer got; Em nikarin endaman qeyd bikin. Bi dehan rojnamevan serlêdan kirine, lê me bersiv nedaye wan.

Rojnamevanên ku navê xwe eşkere nekirin jî gotin:

PDK dixwaze mirovekî xwe bike serokê Sendîkaya Rojnamevanan. Endam jî naxwazin PDK destdirêjiyan li sendiqeya wan bike, ji bo vê jî, kongreya xwe paşdixin