13’emîn Festîvala Şano Serşeqam ya Navnetewî li Merîwanê destpê kir. Her sal di meha Îlonê de festîval tê lidarxistin. Festîvala îsal serê vê sibê dest pê kir.
Ji Ermenistan, Iraq, Fransa, Îspanya, Başûrê Kurdistan, Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 39 komên şanoyê beşdarî festîvalê dibin.
Di festîvalê de wê 20 lîstikên dram, 5 lîstinên olî û di beşa aşitiya civakê de lîstik werin nîşandan. Ji lîstikan 4 wê ji aliyê komên şano yên Ermenistan, Fransa, Îspanya û Iraqê ve werin nîşandan. 5 lîstik jî wê di beşa ciwan û zarokan de werin nîşandan.
Heyeta taybet a jurî ji Kûtbedîn Sadiqî ku yek ji nîvîskar, lîstikvanê sînema û şanoyê yê li Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin e, Derhênerê Şano û Lîstikvan Mahmûd Reza Rehîmî, Esger Hîmmet, Îrac Rad û Fatîh Dadperwa pêk tê.