Nûçegîhanên li Efrînê Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemû rojnamegerên Kurd pîroz kirin û diyar kirin ku 22’ê Nîsanê ji bo ragihandina Kurdî bûye çîrûskek.

22’ê Nîsanê her sal bi navê Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Li Qahîreyê ya ku paytexta Misirê bû di 22’ê Nîsana 1898’an de ji aliyê Mîqdat Mîthat Bedirxan yekemîn rojnameya Kurdistanê hatibû derxistin.

Nûçegîhanên li qada Şehba ya Efrînê jî derbarê Roja Rojnamegeriya Kurdî fikrên xwe derpêş kirin.

Nûçegîhanê Çira Tvyê Mistefa Reşo ev roj li hemû nûçegîhanên Kurd pîroz kir û got, “Ev rojeke pîroz e. Bi derxistina rojnameya Kurdistanê re rastiya gelê Kurd derket holê û di ragihandina cîhanê de cihê xwe stend. Ragihandin û çapemeniya dewletan li gorî berjewendiyên xwe kar dikin û li dijî rastiya Kurdan in. Ji ber vê jî rojnameya Kurdistanê hate sekinandin.”

Nûçegihanê Ronahî Tvyê Ronahî Roj jî hemû şehîdên ragihandina bi Kurdî bi bîr anî û got, “Armanca me ev e ku em êş û bûyerên li ser gelê xwe ragihînin cîhanê.”

Nûçegihana Ajansa Jin Newsê Hesna Mihemed jî ev roj li hemû şehîdên ragihandinê, xebatkarên wê û li Rêber Apo pîroz kir û wiha domand, “Em li ser xeta berxwedêr a rojnamegeriya Kurdan dimeşin. Bi şoreşa Rojava re rêya pêşketina jinan vebû û jinan jî êdî di nav qada ragihandinê de jinan jî cih girtin. Di dema berxwedana Efrînê de gelek rojnameger ji derve hatin lê wan li gorî berjewendiya xwe û li gorî zimanê mêran nivîsandin. Li hemberî vî tiştî sekn û berxwedaniya me ya jinan didome. Ev bû du sal ku gelê Efrînê ji cih û warê xwe hatiye derxistin, ligel ku derfet kêm in jî berxwedanî didome û teslîmîyet nayê qebûlkirin. Em jinên nûçegihan jî em ê her dem hewl bidin ku berxwedan û israra jinên Kurd ragihînin dinyayê.”