Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 26ê Cotmehê 2020 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00

Guhdarên hêja, em ê nûçeyên dawî pêşkêş bikin. Dem dema azadiya Rêber Ocalan e,

&- Piştî ku PDKe, doh hêzên xwe yên çekdar û çekên giran, li qada Dînarta bi cih kirin, balafirên şer ên Artêşa Tirk ya dagirker Garê bombarduman kirin.

&- Li Elmanya, Belçîka, Fransa û Holandayê şehîdên meha Cotmehê, hatin bibîranîn.

&- Gerîlaya YJA STAR’ê Lîlav Xelîl got, Pêngava ‘Dem dema azadiyê’ ye ku ji aliyê KCK’ê ve hate ragihandin, xwedî girîngiyeke mezin e.

&- Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku li Herêma Marmarayê girtîgeha ku agahî ji nagirin Girtîgeha Îmraliyê ye. Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir, îro li tevî girtîgehan berbelav bûye.”

&- Li Qamişloyê di komxebatê de işaret bi sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan hate kirin.