Keça Mehmet Can Ayşîn, Aynûr Ayşîn ji bo bavê xwe yê 26 sal in winda ye got: “Li dû bavê min tiştek jî nehiştin. Heta em hestiyên xwe nebînin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”

Di salên 1989-1995’an de ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk bi sedan gundên Kurdistanê hatin şewitandin û talankirin. Yek ji van gundan jî gundê gundê Mîzak ê Licê ya Amedê ye. Di 8’ê Gulana 1994’an de leşkeran li ser gundê Mîzak ê Licê de girt, gava davêjin ser gund agir bera xaniyan didin û gundiyê bi navê Mehmet Can Ayşîn jî di nav de tevahiya gundiyan destgîr kirin. Piştî 2 rojan ji xeynî Ayşîn gundiyên tên destgîrkirin hemû tên berdan. Sibeha cejnê yanî di roja 8’an a destgîrkirinê de zarokên wî koçî Amedê dikin. Ji bo aqûbeta bavê xwe hîn bibin diçin Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê û qereqol ji wan re dibêje: “Dozger ne li vir e, gava ji betlaneyê vegere em ê îfadeya bavê we bigirin û wî berdin”. Lê belê ji wê rojê ve ti agahî ji Ayşîn nehatine girtin. Heta niha malbatê ji Qereqola Cendirmeyan a Licê bigire heta Walîtiya Amedê, ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê bigire heta Walîtiya Rewşa Awarte gelek serlêdan pêk anîne, lê belê tim û tim ji wan re gotine: “Me kesekî wiha negirtiye û nedîtiye.”

Biraziyê Mehmet Can Ayşîn, Fermah Ayşîn û keça wî Aynûr Ayşîn derbarê, zilma dewletê ya li ser gund, çîroka windahiya Ayşîn û têkoşîna xwe ya edaletê axivin. Keça Ayşîn, Aynûr Ayşîn ji bo bavê xwe yê 26 sal in winda ye got: “Li dû bavê min tiştek jî nehiştin. Heta em hestiyên xwe nebînin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin”.

‘GUND ŞEWITANDIN Û GUNDÎ BINÇAVKIRIN’

Biraziyê Mehmet Can Ayşîn, Ferman Ayşîn, wiha behsa zilma dewletê ya li gund û windahiya mamê xwe kir: “Erdnîgariya xaka Kurdistanê hinek cudaye, gundê Mîzakê jî gundekî bi çiyayî ye. Di sala 1994’an de hema bibêje her roj li gundê me operasonên leşkerî pêk dihat. Leşkeran her roj di ser malên gundiyan de digirt û gundî destgîr dikirin. Wextê leşkeran di ser gund de digrt, ji zarokan bigre heta kalepîran hemû gundî êşkence dikirin. Herî dawî leşkeran di 8’ê Gulanê de di ser gund de girt û tevahiya gundiyan destgîr kirin û gund şewitandin. Leşkeran piştî jin û zarok 2-3 kîlometreyan ji gund dûr xistin ew serbest berdan. Mamê min Mehmet Can Ayşîn jî di nav de nêzî 50 gundî di destê leşkeran de ma bû û di saetên direng ên şevê de bi êşkenceyê ew heta navenda Licê meşandin. Piştî 2-3 rojan ji gundiyan gelek serbest berdan û mamê Ayşîn di nav de 3 gundî 8 rojan destgîr kirî man. Piştî 8 rojan û vir ve mamê min û du gundî birin dibistaneke leylî ya Licê. Em lê digeriyan. Sibeha cejnê em çûn qereqolê. Ji me re gotin; ‘dozger ne li vir e, gava ji betlanê vegere em ê îfadeya wî bigirin û berdin’. Roja din di saet 11:00’an de ez çûm dibistanê û min li wir pirsa mamê xwe kir. Lê vê carê leşkeran gef li min xwar û gotin; ‘ji vir biçe yan em ê te jî bikujin’. Piştê wê rojê carek din ez çûm min pirsa mamê xwe kir, leşkeran ji min re got; ‘me mamê te serbest berda ye’. Ji wê rojê heta niha ti agahî ji mamê min nayê girti.”

‘EZ HESTIYÊ MAMÊ XWE DIXWAZIM’

Birazî Ayşîn anî ziman ku ti cih nema ku wî serî lê neda, lê heta niha ti agahî ji mamê xwe negirtiye û wiha dom kir: “Ji bo aqûbeta mamê xwe hîn bibim heta niha ji Qereqola Cendirmeyan a Licê bigire heta Walîtiya Amedê, ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê bigire heta Walîtiya Rewşa Awarte gelek serlêdan pêk anî, lê belê tim û tim ji me re gotine; ‘ me kesekî wiha negirtiye û nedîtiye’. Gelek caran me daxwazname da û çendîn caran ez çûm li gel walî û alîkarê wî. Walî ji min re got; ‘ma ez ê ji te bawer bikim, yan ji çawişê pispor? 26 – 27 sal e gundê me ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin û mamê min winda ye. 26 sal e bê navber em li pey edaletê ne û li hestiyê mamê xwe digerim.”

‘TI KES NEHATIYE DARIZANDIN’

Keça Mehmet Can Ayşîn, Aynûr Ayşîn jî bibîr xist ku roja 8’ê Gulanê gava leşkeran avêtiye ser gund zarok û jin jî di nav de her kes ji gund hatiye derxistin û ji xeynî jin û zarokan mêr gişt hatine destgîrkirin û wan birine Licê. Ayşîn da zanîn ku kesên hatibûn destgîrkirin hemû hatibûn derbkirin û got: “ Leşkeran her kesî berdaye lê tenê bavê wê bernedane. Bavê min biribûn dibistaneke leylî ya Licê. Em lê digeriyan. Sibeha cejnê em çûn qereqolê. Ji me re gotin; ‘dozger ne li vira ye, gava ji betlanê vegere em ê îfadeya bavê we bigirin û berdin’. Lê cara duyem ji me re gotin; ‘me kesekî wiha negirtiye û nedîtiye’. Kesî ji bo aqûbeta bavê min tiştek nedigot. Heta niha di lêpirsînê de tenê du caran îfadeya wan hatiye girtin û kes nehatiye darizandin.”

‘GAVA BAVÊ MIN WINDA BÛ KEKÊ MIN LEŞKER BÛ’

Ayşîn diyar kir ku dozger ji wan re gotiye; ‘Îspat û delîl hene? We bi çavê serê xwe dîtiye wî birine?’ û wiha pêde çû: “Ji me dixwestin em îspat bikin. Gundê me şewitandin, bavê min jî kirin qurban. Gava bavê min winda bû kekê min leşker bû. Gava kekê min ji leşkeriyê hat ji bo debara malbatê bike li înşeatan xebitî. Li dû bavê min bîranînek jî nehiştin. Ji bavê min tenê bîranînek ma, ew jî mala me bû. Bi destê xwe çê kiribû. Lê leşkeran şewitand. Wêneyên wî jî qetandibûn. Heger li cem xizmên me wêneyên wî tinebûna wê, derbarê bavê min de tiştek jî li cem me tinebûna. 26 sal in qet min bawer nekiriye bavê min miriye. Ez dibêm qey bavê min sax e, wê rojekê bê malê. Helbet dizanim tiştekî wiha ne pêkan e. Lê gava yek behsa mirinê dike qebûl nakim. Dibêjim, na wê bavê min were. Loma naxwazim kes bêje bavê te miirye. Naxwazim behsa mirinê bikim.”

‘EZ Ê DEV JÊ BERNEDIM’

Ayşîn destnîşan kir ku armanca dewletê tenê tinekirina wane û got: “Kuştin, qetilkirin, êşkence kirin. Armanca wan tenê tunekirina me ye. Lê baş dizanin, Kurd bi kuştin û mirinê naqedin. Bi salan e wêneyê bavê xwe hildigirim û li qadan li aqûbeta wî dipirsim. Her hefte tevlî çalakiya xizmên windahiyan dibim. Heta em hestiyên xwe nebînin, heta gorek wan çê nebe em ê dev ji aqûbeta wan bernedin. Di her alî de me zilim û zehmetiya dewletê dît. 26 sal e em tene edaletê dixwazin. Tenê ez heqê xwe dixwazim, ez bavê xwe dixwazim. Ez hestiyê xwe dixwazim…Ma 26 sal ne bes e? Bila êdî tu kes nemre, bavê min hate windakirin bila tu kes êdî neyê windakirin.”