Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 29’ê TÎRMEH’ 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….

&- Li Imralîyê Tecrîd dewam dike, serlêdanên malbatan têne red kirin û yên parêzeran jî bê bersiv têne hîştin.

&- Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û bi taybet çapemeniya PDKê di demên dawî de eşkere destekê dide êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê..

&- Komalên jinên Kurdistanê KJK’ê êrişa kanala K24 ya li dijî hevseroka konseya rêveber a KCK’ê Besê Hozat, weke êrişa li dijî tevahiya jinên azadîxwaz bi nav kir û banga boykotkirina wê kanalê kir.

&- Navenda Ragihandina HPGê destnîşan kir ku hêzên Gerilla li Çelê û Geverê, darbeyên giran li Artêşa Tirk xistin, 19 leşker hatin kuştin.

&- Endamê berê yê parlamentoya Iraqê Şiwan Dawidî got: Desthilatdariya Kurd bûye beşek ji planên Erdogan yê dagirkirina herêmê.

&- Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, di salvegera 5mîn ya komkujiya Şingalê de, bi slogana, weke roja çalekiya li dijî jenosîdê, “Şingalê ji bîrneke” kampanya ragihandin.