353 saziyên sivîl ên civakî deklarasyoneke hevpar weşandin û diyar kirin ku divê êrîşên dagirker ên li ser Rojava were sekinandin.

Ji 21 bajarên Kurdistanê 353 saziyên sivîl ên civakî deklarasyoneke hevpar weşandin. Parlementera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz û endamên pêkhateyên Hêzên Ked û Demokrasiyê beşdar bûn. Daxuyanî bi Kurdî û Tirkî xwendin. Daxuyaniya Kurdî Sekreterê Şaxa SES’ê ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs xwend.

Ûlûs, diyar kir ku 200 sal in Pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn û Tirkiyê de mijara sereke ye û wiha got: “Em ceribandinên dîrokê jî zanin ku ev pirsgirêk bi şer, şidet û polîtikayên ewlehîyê ve nayê çareserkirin. Çaresernekirina pirsgirêka Kurd bûye sedema berdelên mezin. Tenê li Tirkîyê 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran gund hatin valakirin, bi deh hezaran kes hatin girtin, surgun kirin, 18 hezar kes bi hêzên tarî hatin qetilkirin û faîlê wan ne diyare. Lê ew rewşa ji 2015’a şûnde bi qedexekirinên derketina kolanan ve gehişte merhaleke din.”

Ulus, bibîrxist ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê pêvajoya çareserkirinê hate qutkirin û ev pirsgirêk dîsa hewaleyî rê û rêbazên ewlehîye ve hatiye kirin û wiha got: “Bi qedexekirina derketina derve re li gelek bajarên me şer kûr bû. Bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Bajar hatin xirakirin. Gelê me li bajarê xwe bûn koçber.”

Ulus, dest nîşan kir ku wek endamên Ked, Demokrasî û Aşitiyê weke her demê li hemberî derbeya sekinîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ji bo aştiyê berdêl dane û di serî de ji bo pirsgirêka Kurd, di hemû pirsgirêkan de me bang li her alîyî kirin. Şerê Suriyeyê ku 2011 ji vir ve didome, bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi milyonan kes koçber bûn. Çeteyên DAIŞ û cîhadîst ên din bazarên koleya ava kir, jin hatin revandin, firotin û tecawiz kirin. Vê yekê ji diroka cîhanê de cîheki tarî girt. Me li Bosna, li Filistîn û li Şengalê jî dît ku şer di ser de jin û zarokan dibin hedef. Li vê herêmê li hemberî çeteyên DAİŞ’ê gelan mil dane hevdû û ev çete ji erdên xwe derxistin û di bajarên xwe de wekhevî, ewlehî, îstikrar û aştî ava kirin.”

Ulus, bal kişand ser êriş û xetereyên ekerî û wiha lê zêde kir: “Ligel nerazîbûna hemû cîhanê artêşa Tirkîyê û hêzên girêdayî wê 9’e Cotmehê êrişî Rojava kirin. Piştî 11 rojan Tirkîye di raya giştî a nawneteweyî de hat rexne kirin bi lihevhatina Amerîkayê ve agirbest hat îlan kirin. Komeleya Mafê Mirovan a Surîyê (SOHR) daxuyanî da ku di van 11 rojan de 120 sivîl û ji herdu alîyan bi giştî 470 kesan jîyana xwe ji dest dan, 300 hezar kes pênaber bûn. Dîsa li alîyê Tirkîyê 18 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan Yekîtiya Neteweyî îlan kir kû iddayen çekên kimyêwî wê bê lêkolînkirin. Di hemû çapemenîya cihanê de jî tê dîtin ku komên li gel Tirkiyeyê weki Efrinê dîsa wek DAÎŞ’ê sucê giran dikin. talan, wêran dikin û tacîzî jinan dikin.”

Ulus, da zanîn ku neçareserkirina Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Tirkîyê ya derve û hundire û wiha berdewam kir: “Em ji raya giştî re dîsa dibêjin ku ev pirsgirêk bi alîyê şidet û rêyen ewlehîyê ve nayê çareserkirin. Em baş dizanin ku ev rê û rêbaz tenê gelan ji hev dûr dixin. Em wek pêkhateyên Ked, Demokrasî û Aştîyê dixwazin ku dagirkirina Bakûr û Rojhilatê Suriyê bê sekinandin, şer bê qedandin û pişt re ev pirsgirêk bi rê û rêbazên aştiyane bê çareser kirin.”