37 rêxistinên Suryanî, Keldanî û Asûrî bi nameyekê li aqûbeta Hûrmuz Dîrîl pirsîn ku saleke li Şirnexê agahî jê nayê standin. Her wiha ji bo eşkerekirina kuştina Şîmûnî Dîrîl bang kirin ku beriya 70 rojî cenazeyê wê hatibû dîtin.

Hevjîn Hûrmuz û Şîmonî Dîrîl ku li gundê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê diman, 11’ê Çileya 2020’î ji aliyê kes an jî kesên nenas ve hatin revandin. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl piştî 70 rojî yanî di 19’ê Adarê de li qiraxa Çemê Hêzilê hate dîtin. Ji Hûrmuz Dîrîl jî heta niha agahî nayê wergirtin. Bi bayê bezê biryara ‘nepenîtiyê’ têkildarî lêpirsîna li ser windakirina hevjînên Dîrîl dan. Rapora otopsiyê ya Şîmonî Dîrîl jî hîn nehatiye eşkerekirin.

Malbata Dîrîl jî di nav de 37 saziyên Suryanî, Keldanî û Asûrî nameyek weşandin û xwestin ku hem aqûbeta Hûrmuz Dîrîl bê eşkere kirin, hem jî kuştina Şîmonî Dîrîl bê eşkerekirin.

Name ji Parlamenta Ewropayê, parlamenterên Ewropayê, Komîsyona Ewropayê û Maseya Enqereyê ya Komîsyonê re, her wiha ji sefîrên bilind ên li Tirkiyeyê û saziyên mafên mirovan re hate şandin.

Di dawiya nameyê de hate gotin, “Êrişa li dijî Şîmonî û Hûrmiz Dîrîl û çanda bêcezahiştinê ya rayedarên dewleta Tirk, bû sedem ku civaka Xiristiyan a xwecihî ya mayî û yên ji dîasporayê vegeriyan, bên tepisandin. Li ser vê bingehê em fikarên xwe radigihînin û ji Tirkiyeyê û Wezareta Edaletê dixwazin ku têkildarî doza Hûrmuz û Şîmonî Dîrîl lêpirsîneke hin cidî, berfireh û eşkere bimeşîne, berpirsyar eşkere bike.”