Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Minbicê ragihand ku di êrîşa 11’ê Mijdarê ya li dijî benda kontrolê de 4 endamên wan şehîd bûne. Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Minbicê têkildarî êrîşa 11’ê Mijdarê ya li dijî benda kontrolê ya El Şîweha El Xîzewî daxuyaniyek nivîskî da.

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê têkildarî êrîşa li dijî benda kontrolê ya li Minbicê daxuyaniyek da û tê de wiha hate gotin: “Yek ji komên çekdar seat di 12.30`ê êvara çûyî de êrîşî benda kontrolê ya El-Şiwêha El-Xiznewî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li derdora bajêr kir.”

Buroya Ragihandinê diyar kir ku di êrîşê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dema ku bi erka xwe radibûn, şehîd bûn.

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi bîr xist ku di lêpirsînên destpêkê yên aliyên ewlekarî yên pispor de, xuya kir ku di êrîşê de diyar dibe ku kuştin bi demançeyeke 14 mm a bêdeng pêk hatiye, di encamê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûne.