Bi salane li Başûrê Kurdistanê rojnamevan û çalakvan ji ber fikrên xwe tên revandin, girtin û windakirin.
Îro jî, ji ber rastiyan û eşkerkirina rûyê rast yê PDK’ê tên girtin û êşkencekirin.
Yek ji wan Rojnamevanan Silêman Ehmed e.
Silêman 53 rojin ji aliyê çekdarên PDK’ê ve, rehîn tê girtin.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana wî zêde dibin.
PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.
Gelek rojnamevan nerazîbûn nişandidin û dibêjin;
Rojnamevanî ne sûce, Silêman Ehmed bê sûce, divê demildest were berdan.
Parêzerên Silêman dibêjin; PDK ji ewlehî û jiyana muwekîlê me Silêman Ehmed berpirse.