Tevî eşkerekirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker di aliyê qanûnî û mafên mirovan de, dîsa jî dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan giran dike û rê nade malbat û parêzer wî bibînin.

Endamên Meclisa Rûspiyan a Dêrika kantona Qamişloyê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurdistanê vejand.

Endamê Meclisê Hewas Cidêi anî ziman armanca dewleta Tirk a dagirker ji tecrîdê ew e ku îradeya Rêber Abdullah Ocalan û ya gelên azadîxwaz têk bibe û got:

Têkoşîna pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erkekî exlaqî, mirovî û nîştimanî ya gelê Kurdistanê û gelên bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bawer in.

Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû gelên bindest ji pergalên dîktator û faşîst e.

Ji Endamên Meclisê Omer Yûsif jî anî ziman ku ewê tecrîda li ser Rêber Apo negihê armanca xwe, ji ber ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan êdî di mejiyê bi mîlyonan kesên li cîhanê de bi cih bûne.”

Endamê meclisê Ebdulcebar Tey jî destnîşan kir, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ewê têkoşîn û xebatên xwe bidomînin û serî ji dewleta Tirk a dagirker re netewînin.

Heta xwediyê çareseriyê girtî be wê pirsgirêkên asêmayî yên gelan çareser nebin.