Sabri Ok destnîşan kir ku ku divê têkoşîna li dijî komployê bê bilindkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, ji ANFê re axivî û got; Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, mîna şûrê Damokles li ser serê Kurdan tê hejandin.

Divê ji hêzên komploger hesab bê pirsîn ku wekî li Rojava û Şingalê, her tim 9’ê Cotmehê têxin bîra wan. Divê zanibin ku ew sûcdar in. Ev jî bi çalekliyên xurt dikare pêkwerê.

Sabri Ok got; Li Îmraliyê çi diqewime nayê zanîn. Derbarê tenduristî û ewlehiya Rêber Apo de, tu agahî nayên girtin. Ev jî nîşan dide ku hêzên komploger, di sîstema Îmraliyê de bi israr in. Tişta li Îmraliyê tê kirin ne hiqûq e, polîtîqeya qirkirinê ye.

Behaneyên ‘sûcê dîsîplînê’ derdixin pêş. Mirovek ku tenê li girav û hucreyekê de bê girtin, nivîsandina nameyan, axaftina bi telefonê lê qedexe be, wê çawa sûcê dîsîplînê bike? Ew henekên xwe bi hiqûq, demokrasî û mafên mirovan dikin. Dixwazin di destpêkê de li Imraliyê serbikevin. Lê, Rêber Apo tevî hemû zextên giran, polîtîkaya wan pûç kir.

Sabrî Ok diyar kir ku li qada navneteweyî xwedî li Rêber Abdullah Ocalan tê derketin. Bi taybetî sendîkayên li Îngilistan, Îtalya, Fransa û Brezîlya, ji bo azadiya Abdullah Ocalan kar dikin. Li Brezîlya, û Îtalya, konser, konferans, meş û mîtîng hatin pêkanîn. Herî dawî li Swîsre paradîgme û nêrînên Rêber Apo hatin nîqaşkirin.

Rêber Apo, ji bo çareseriya pirsgirêkên ku modernîteya kapîtalîst derxistine holê, paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û civaka demokratîk pêş xist û weke alternatîf daniye holê. Ji birçîbûn, tunekirina avhewayê û nakokiyan re bû bersiv. Ji bo vê jî, ji Efrîqa heta Emerîka Latîn ûEwropa bi milyonan kes xwedî li Rêber Apo derdikevin.

Divê em jî, mîna Hewariyên Îsa, nêrînên Rêber Apo bigihînin mirovan, civakan, bi taybetî bigihînin jin û ciwanên ku ji bo azadiyê rabûne ser piyan.

&- Sabrî Ok diyar kir ku pêwîste pirsgirêka Kurd û diyalektîka wê baş were zanîn.

Sabrî Ok gotinên Rêber Apo ku dibêje; “Dema ku min cesaret kir li ser rastiya kurdayetiyê rawestim, min her tim bandora van rastiyan hîs kir. Min xwest ez, wê bi zanistê vebêjim, min digot qey rêbaza ravekirina herî guncaw e. lê ravekirin têrê nekir, min xwest siyasetê bikim. Vê jî têrê nekir, min şer kir. Ew jî ne bes bû, min ji bo aştiyê gav avêt. Ew jî nebû. Van hemûyan îspat kir ku rastiya civaka Kurd çiqasî xerab û zor e.”

Dewleta Tirk vê yekê baş dizane. Ji bo vê jî konsepta îmhaya berfireh li ser Rêber Apo pêk tîne û ji bo ku fikir û dengê wî neyê bihîstin, her tiştî dike. Divê gelê Kurd jî di têkoşîna xwe de dijwar be.

Divê baş bê zanîn ku pirsgirêka Kurd taybet e û ji pirsgirêkên li gelek deverên cîhanê cûdatir e. Divê gelê Kurd û siyaseta Kurd ji vê rastiyê dûrnekebe. Divê gelê Kurd, bi ruhê seferberiyê, di çarçoveya îdeolojîk, rêxistinî, propaganda û ajitasyonê de têkoşîna xwe mezin bike.

Eger gelê Kurd, bi vê hişmendî û armancê têkoşînê bike, bi perspektif û disîplîn tevbigere, wê azadiya Rêber Apo misoger bibe. Azadiya Rêber Apo jî tê wateya azdiya Kurd û Kurdistanê.

Sabrî Ok got; Divê em êrîşên li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê PKKe baş binirxînin. PKKe, pêşengiya demokratîkbûna li Tirkiyê û tevahiya Rojhilata Navîn dike. Ev li xiş û hesabê hêêzn dagiker û komploger nayê. Ji ber vê jî, li Imraliyê li dijî Rêber Apo, li çar parçeyên Kurdistanê jî li dijî PKKê êrîşan dikin

Tecrîd tê wateya rakirina hafizeya dîrokî ya gelan. Komploya 9’ê Cotmehê re xwestin hemû tiştên li ser navê Kurd û Kurdistanê tune bikin. Berterfkirina tecrîd û koployê, bi azadiya Rêber Apo pêkan e. Divê em bi hemû hêza xwe li dijî tecrîdê têkoşînê bikin û azadfiya Rêbertî jî misoger bikin. Ji bilî vê, tu riyên din tune ne.

Sabrî Ok got; Emerîka, YE, Rûsya û hêzên din yên ku parçeyek ji komploya navneteweyî ne, li dijî şoreşa Rojava ne. Ji ber vê yekê komplo dewam dike. Li Şingalê, li dijî civaka Êzîdî, peymanek bi tevlîbûna PDK, Iraq, NY û dewleta Tirk hate ferzkirin. Dîroka vê peymanê jî 9’ê Cotmeha 2020’an e û ne tesadufî ye.

Divê gelê me vê rastiyê bibîne û li çar aliyên Kurdistanê, li derveyî welat li dijî komploya navneteweyî dijberiya xwe nîşan bide. Divê şêwayê çalakî û nerazîbûnan jî radîkal bin. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê divê çalekiyên radîkal bêne kirin.
Divê destur neyê dayin ku desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê nefesê bistîne.

Sabrî Ok destnîşan kir ku li Tirkiyê mixelefetek mirî heye û got; Sed sal in, gotina ‘Piştî Xweda dewlet, dewlet nebe, jiyan nîne’ derdixine pêş û got; Bi hatina Erdogan re, ola Îslamê jî kirin amurê siyasetê û bi qanunên darbeya Faşîst 12ê Îlonê welat rêve dibin.

Armanca wan ew e ku Tevgera Azadiyê ji holê rakin. Bi vê siyastê, Tirkiye xistine nava çiravê. Di aliyê aboriyê de sinorê biçîbûnê hatiye derbas kirin. Êdî eşkere bûye ku bi desthilata AKP-MHP’ê tu çareserî çênabin. Divê hemû gelên li Tirkiyê bertekekê nîşan bidin.

Divê tu kes, hêviyê bi CHP û partiyên din ve girênedê. Muxalefeta ku behsa pirsgirêka Kurd neke û ji têkoşîna demokrasî û azadiyê neke, ne mixalefet e. Ji bo vê jî divê siyaseta demokratîk a Kurd û tevgera demokratîk a şoreşger, çepgir û sosyalîst bi civakê re entegre bibin û têkoşînê dijwar bikin.

&- Sabrî Ok diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastina Medya dewam dikin.

Sabrî Ok destnîşan kir ku berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê berxwedaneke dîrokî ye û got; Ev şerekê bi giştî ye. Dewleta Tirk a qirker , hemû rezerv û potansiyela Tirkiyê, hêza aborî û siyasî li vî şerî xerc dike. Çekên termobarîk û çekên kîmyewî bi kar tîne. Mixabin, cîhan, hêzên Ewropayê û yên navneteweyî bêdeng in.

Sabrî Ok dazanîn ku 3 sal in, li Zap, Avaşîn, Metina û Xakurkê û derên din yên Herêmên Parastina Medya şerkî dijwar heye. Artêşa Tirk di herêmê de asê maye. Divê gelê me di şerê şoreşgerî d ebi biyar be. Dijmin herî zêde ji serhildana gel ditirse. Divê ciwanên Kurd, jdesturê nedin ku dewleta Tirk a qirker-mêtinger, li Kurdistanê nefesê bisitîne.

Dewleta Tirk a qirker, bi kiryarêên bê exlakî, bi rûmeta Kurdan dilîzin, divê gelê Kurd vê rûreşiyê qebûl neke.

Sabrî Ok bal kişande ser Hevkariya PDKê ya bi derwleta Tirk re û got; Eger kurmê darê ne ji darê be, dar narize. Bi dehan baregehên leşkerî yên artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Ev tê wateya dagikirinê. Eger PDKe desturê nede, dewleta Tirk nikare li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe.

Eger ne ji PDKe bûye, artêşa Tirk a dagirker teqez wê li hemebrî Gerilla têk biçe. Yê ku dibe sedema ku artêşa Tirk li herêmêbêhnê bistîne PDKê ye. Divê gelê meç bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdistanê vê rastiyê bizane û dijberiya xwe nîşan bide.

Sabrî Ok herî dawî got; Dijmin ji berê de polîtîkaya li ser Kurdistanê, bi ‘parçe bike û serbikeve” dimeşîne. Ev polîtîka berdewam e. Evropa û Emerîka jî nav de gelek dewlet bi yekîtiyê xwe rêve dibin. Bi tenê Kurd parçebûyî ne. Yekitiya neteweyî, xewn û xeyala herî mezin ya Kurdan e. Erka hemû partiyan jî ev e. Em weke partî her tim bi fedakarî û perspektîfa herî berefeh tevgeriyan e. Sekina me îro jî, li ser esasê yekitiya neteweyî ye. Em ê têkoşîna xwe, di hemû waran de ji bo parastina destketiyên Kurdan geş bixin.