Weşanên Aryenê kar û xebatên xwe yên weşangeriyê bê navber berdewam dike.

Weşanxaneya ku bi gelemperî berhemên girtiyên têkoşîna azadiyê digihîjîne ber destên xwîneran yek jê kurdî 4 pirtûkên nû li pirtûkxaneya xwe zêde kir.

Weşanxaneya ku berê du cîldên roman-bîranîn a Kenan Altun bi navê “Heval” çap kiribû, niha jî cilda sêyemîn a vê berhemê çap kir.

Dîsa romana bi navê “Newaya Berxwedanê – Zarokên Mala Hecî Emer” ku ji 2 cîldan pêk tê ya Mûrad Yildenîz – Huseyîn Guçlu, ceribandin a bi navê “Reşo” ku Gulistan Al amade kiriye û wergera bi tirkî ya “Dîroka Kurdan a Nûjen” ku ji hêla David McDowall ve hatiye nivîsîn, xwîner dikarin li pirtûkxane û malperên pirtûkan yên online peyda bikin.