Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çaresekirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk bi rengê boykotkirina hevdîtina bi malbatan re û çûna revirê û hwd didome.

Girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya 27’ê Mijdara 2023’yan dabûn destpêkirin, di 4’ê Nîsana 2024’an de di derbasî qonaxeke nû kiribûn.

Xizmên girtiyan jî bi heman daxwazan li gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi çalakiya Nobeta Edaletê piştgiriya girtiyan dikirin, 14’ê nîsanê ragihandin ku wê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Xizmên girtiyan îro 6’ê gulanê, di van kêliyan li ser mijarê li pêşiya girtîgehan daxuyaniyan didin.

Daxuyaniyên bi pêşengtiya MED TUHAD FED’ê li Amed, Êlih, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê li pêşiya girtîgehan bi awayekî hemwext, bi navê “Deng bide azadiyê” tên dayîn.

Di van daxuyaniyan de daxwazên girtiyan carek din bi raya giştî re tên parvekirin.

MED TUHAD-FED’ê doh têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Tu jî tev li çalakiya Deng bide azadiyê bibe û em bi hev re bibin dengê girtiyan.”