Hevşaredarê Kopê Adnan Topçû ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, ji aliyê dadgeriya dewleta Tirk ve bi 8 sal û mehekê hate cezakirin.

Hevşaredarê navçeya Kopê ya Mûşê Adnan Topçû yê HDP’î, ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, beriya çend rojan hatibû berdan. Rûniştina biryardanê ya doza dijî Adnan Topçû li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê pêk hat.

Doza bi îdîaya “endametiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” hatibû destpêkirin. Topçû tevlî nebû, lê parêzerê wî amade bû.

Hevşaredar Topçû anî ziman ku îdîayên li dijî wî, karên siyasî ne û xwest bê berdan. Parêzerê Topçû jî îdîayên li dijî muwekîlê xwe red kir.

Dadgehê bi îdîaya “endametiya rêxistinê” 6 sal û 10 meh, 15 roj, bi îdîaya “propaganda rêxistinê jî “salek û 3 meh” ceza li Topçû birî.

Parêzerê Topçû wê biryarê bibe îostinafê.