Ogun Samast 19’ê çileya 2007’ê li ber avahiya rojnama Agost Gerînendeyê weşana giştî ya Agosê Hirant Dînk qetil kir.

Piştî wê bi rojekê, 20’ê çile li xeraca Samsûnê hatibû girtin.

Rêveberiya AKP-MHP’ê bi hênceta rewşa baş Ogun Samast serbest berda.

Li dijî berdana Ogun Samast nerazîbûn mezin bûn.

Parlementerên partiya wekhevî û demokrasiyê HEDEP li meclisê nerazîbûn nîşandan.

Serokwekîla Koma HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş got:

Îro nûçeyek xeternak ket ajansan. Kujerê Hirant Dînk berdane. Dibêjin pîvanên rewşa baş pêkaniye. Eqlê ku rojên girtiyên siyasî, 30 sal, 15 sal, 20 sal dirêj dike radibe kujerekî berdide, biryara berdana wî dide. Em vê dîmenê baş dizanin. Zihniyeta kujeran berdide, siyasetmedar û kesên zane di hepsê de dihêle. Fîgen Yuksekdag, Selahatîn Demîrtaş di nav de gelek hevalên me girtîne. Rastiyek bi êş e. Li vî welatê ji bo kujeran cih deye, lê ji bo demokrat û demokrasiyê cih nîne. Lê emê vê pergalê biguherin, teqez biguherin.

Parlementer Sirri Suriye Onder nerazîbûna xwe nîşanda.

Parlementerê CHP’ê Gokhan Gunaydin jî yek ji wan kesan bû li hemberî berdana Ogun Samast nerazîbûn Nîşanda û got:

Em hêjî nizanin kî alîkarî da Ogun Samast, ev mijar hê jî tarî ye.