Li ber febrîqeya Rheinmetall a li herêma Unterluss a Elmanyayê, dijberên şer ji 1’ê Îlonê ve çalakiyan dikin.

Di çalakiyan de qala zerara ku Rheinmetall dide dinyayê tê kirin. Hin ji çalakgeran rêya ber bi Rheinmetallê asê kirin. Du ji aktîvîstan xwe bi dîrekên li rê girê dan û bi vî rengî karkerên febrîqeyê nekarî bikevin febrîqeyê û kar bikin.

Lewma guhertina wardiya ya vê sibehê pêk nehat. Berdevkê çalakgeran Ulli Becker got, “Rheinmetall bi binpêkirina qanûnên navneteweyî re hevparê sûcê dewleta Tirk ê li Efrînê ye. Ji ber ku beriya vê dagirkeriyê hemû amûr û cebilxane ji aliyê Rheinmetallê ve hatibûn hilberandin.”