Li gorî çavdêrên siyasî yên bajarê Kerkûkê, aloziya li Zînî Wertê encamek ji hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk e û bang li hêzên Kurdistanî hemûyan kirin ku pêşî li planên dewleta Tirk bigirin. Çavdêrên siyasî li bajarê Kerkûkê têkildarî alozî û pirsgirêkên navçeya Zînî Wertê û girêdayî bandoriyên xirab ên li ser berjewendiyên neteweyî û nîştîmanî yên gelê Kurd nirxandin.

DI NAKOKIYÊN ZÎNÎ WERTÊ DE BERJEWENDIYÊ TIRKIYÊ HEYE’

Siyasetmedar û çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn li bajarê Kerkûkê, têkildarî rewşa nakokiyên navçeya Zînî Wertê û ew aliyên ku berjewendiyên wan ji nakokiyên navçeyê axivî û got: “Bi awayekî eşkere û vekirî tê diyarkirin ku ti aliyên siyasî yên Kurd, berjewendiyên wan ji van liv û tevgerên hêz û nakokiyên navçeya Zînî Wertê nîne.

Yek alî berjewendî hebe ji nakokiyên navçeyê jî bi awayekî zelal û vekiriye ku tê eşkerekirin dewleta Tirkiye ku çavberdaye li ser çend navçeyên Zînî Wertê, dixwaze wan navçeyan dagir bikin û êrişî gerîlayên PKK’ê bikin.”

‘DIVÊ HEMÛ ALÎ RÊGIRIYÊ LI DAGIRKERIYÊ BIKE’

Nesredîn bal kişand ku divê her aliyê li Başûrê Kurdistanê aligirê çareseriyê be, dîsa ji bo dawî li nakokiyên li navçeyê rû didin bînin, divê rêgiriyê li dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê bike û got: “Li gorî min ew aliyên ku bi planên Tirkiyê pirsgirêkan li wan cihan çêdikin, dibe ku ew pirsgirêk bibe sedemê pirsgirêkên mezin ji bo gelê Kurd û bibe sedemê şerê birakujî û di ew şerî wê ne di berjewendiyên her çar parçeyên Kurdistanê de be; wê tenê di berjewendiyên dagirkerên Kurdistanê de be.”

‘PÊŞÎGIRTINA KORONA, DI LABARATÛWARAN Û CERIBANDINÊN LI WAN CIHAN TÊN GIRTIN, NE BI ŞANDINA HÊZÊN LEŞKERÎ’

Çavdêrê siyasî û rojnameger Burhan Hacî Silêman li ser heman mijarê axivî û ev nirxandin kir: “Metirsiya nakokiya Zînî Wertê bi hinceta ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa Koronayê, PDK wê hêzê şandiye wan navçeyan destpê dike. Lê em li ser asta cîhanê dibinin ku di labaratûwaran de ceribandin û pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Koronayê têne kirin, lê ne bi şandina hêzên leşkerî li wan navçeyan.”

‘PILANEKÎ YA HÊZÊN DERVE DIBE TIRKIYE JÎ BE’

Her wiha Burhan Hacî Silêman bal kişand li ser vê jî li wan navçeyan ti girîngiyekî ya aborî nîne, li wê navçeyê jî ti desthiledariyek ya PDK’ê nîne. Hecî Silêman behsa tevgera PDK’ê ya ji bo herêmê jî kir û got: “Wisa diyare ku ev tevgerên hêzên PDK’ê bi biryar û planên hêzên derve ku ev hêzên derve dibe Tirkiye yan jî hêzekî din yên derve be.”