Qralê Erebîstana Siûdî bang li welatên Ereb ên li Kendavê kir ku li dijî ‘çalakiyên krîmînal’ ên Îranê bikevin nava liv û tevgerê. Tehranê jî bersiv da û bi ‘parçekirina herêmê’ Riyad sûcdar kir.

Wezareta Karên Derve ya Îranê, bersiveke tund da bangên Erebîstana Siûdî ku di du civînên bilind de yên li Mekkeyê bang li welatên Ereb kiribû. Îranê bi ‘parçekirina herêmê’ Riyad sûcdar kir. Berdevkê Wezareta Karên Derve Abbas Mûsavî ji bo Erebîstana Siûdî got, “Hîn jî welatên Misilman û herêmê parçe dike; ev yek jî daxwaza rejîma siyonîst (Îsraîl) e.”

SÊ CIVÎNÊN BILIND ÊN LI DIJÎ ÎRANÊ

Li Mekkeyê di navbera Erebîstana Siûdî, hevalbendên wê yên li Kendavê û welatên Ereb de sê civîn hatin pêkanîn. Qralê Siûdî Salman di du civînên destpêkê de axivî û hevrikê xwe yê Şîa Îran kir hedef. Piştî her du civînên bilind, herî dawî Rêxistina Hevkariya Îslamî civînek pêk anî. Di van civînan de armanc ew bû ku welatên herêmê li dijî Îranê bikevin nava liv û tevgerê. Yekane welatê ku piştgirî da Îranê Iraq bû.

Rêveberiya Iraqê encamnameya civîna bilind a Yekîtiya Ereb nepejirand.