AMED – Hevseroka DBP’a Amedê Naşîde Toprak diyar kir ku ji bo mîtînga 1’ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê amadekariyên wan didomin û diyar kir ku tecrîd sedema bûyera herî xerabe û ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, şewata daristanan bisekine û balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş divê her kes tevlî mîtîngê bibe.

Li Amedê di 1’ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi dirûşma ‘Aştî nikare bê tecrîdkirin’ saet di 16.00’an de li Qada Îstasyonê wê mîtîngek pêk bê. Amadekariyên mîtîngê bê navber didomin. Hevseroka DBP’a Amedê Naşîde Toprak diyar kir ku ji bo mîtînga 1’ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi rojan berê dest bi amadekariyan kirine û got mijara esas a mîtîngê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Naşîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku polîtîkayên tecrîdê sedema herî mezin a bûyeran e û wiha got: “Şewata daristanan a li Kurdistanê, neberdana girtiyên nexweş, kuştinên jinan, êrîşên zayendî ên li dijî zarokan ji ber bandora tecrîda Îmraliyê pêk tên.

‘Aştî nikare bê tecrîdkirin’
Naşîdeyê bi lêv kir ku Tirkiye niha kaosê dijî û ev tişt anî ziman: “Di alî aborî, civakî û siyasî de têkçûn tên jiyîn. Tecrîd sedema her cureyê bûyera xerab e. Heta tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bidome wê bûyerên wisa karaset bidomin. Em ê di 1’ê îlonê de li amedê bi dirûşma ‘Aştî nikare bê tecrîdkirin’ li qada bin. Yekane daxwaza me ev e ku demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî be.

Naşîdeyê balkişand ser şewata daristanan a li Kurdistanê û got ev şewat ji aliyê dewletê bi zanebûn pêk tên û balkişand ser şewata daristanan a ev 4 hefteye li Dêrsîmê didome û got di van şewtanan de gelek zindî telef bûne.

‘Li dijî zilmê 1’ê îlonê’
Naşîdeyê her wiha êrîşa li hemberî Dayikên Şemiyê jî bi bîr xist û destnîşan kir ku wê li dijî êrîş, zilm û zextê di 1’ê îlonê de li qada bin. Naşîdeyê bang li hemû kesî kir ku li dijî zilmê di 1’ê Gulanê de saet di 16.00’an de li Qada Îtasyonê bin û got 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo wan xwedî wateyek girîng e û ji bo aştiyek mayînde jî rakirina tecrîdê şert e.