Osman Tûrgay ê (75) ji Mêrdînê û li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dijiya, ji ber şewba Koronayê rehmet kir. NCKD a Mannheîmê got: “Me welatparêzeke xwe yê girîng winda kir, em bi êşin, serê me gelê me sax be.

Osman Tûrgay (75) ê ji Mêrdînê ku li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dijî, ji ber vîrûsa Koronayê rehmet kir. Tûrgay ê nêzî 40 sal bûn li Elmanyayê dijiya, ji aliyê Kurdistaniyan ve weke Apê Osman dihate nasîn. Apê Osman ê bi tenê dijiya cenazeyê wî 9’ê Nîsanê li mala wî ji aliyê polîsan ve hate dîtin.

Osman Tûrgay li gundê Mercê yê Mehsertê ya Mêrdînê hatiye dinê, di ciwaniya xwe de dema çûbû Libnanê ji ber şerê navxweyî sala 1978’an de derbasî Elmanyayê dibe. Tûrgay ê nêzî 40 sal bûn li Elmanyayê bi tena serê xwe dijiya ji sala 1994’an û şûnde bi saziyên Kurdî re di nava têkiliyan e bû.

Cenazeyê Apê Osman ê ji serê meha Nîsanê ve rehmet kiribû, 9’ê Nîsanê ji aliyê polîsan ve hate dîtin. Cenazeyê Apê Osman ê hê li morgê tê ragirtin, nayê zanîn bê ka wê cenazeyê wî li kû veşêrin.

Rêvebera Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) Mannheîmê Cano Yildiz peyama sersaxiyê li gelê Kurd da û got: “Herî dawî 13’ê Adarê hatibû komeleyê û rewşa wî hinek nebaş bû, bê hal bû. 16’ê Adarê me komele girt. Rêveberên me her çendî gelek caran xwestibe ku xwe bigihînê lê bi ti awayî nekarî agahî jê bigire. Herî dawî deam 22’yê Nîsanê me xwest serdana mala wî bikin cîranên wî gotin ku rehmet kiriye.”

Yildiz anî ziman ku bi malbata wî re ketine têkiliyê û got: “Malbat şok derbas kirine. Wisa dizanî ku Apê Osman di şerê 1978’an ê li Libnanê de jiyana xwe ji dest daye.”

Yildiz destnîşan kir ku Apê Osman di sala 1994’an û vir ve bi komeleyên Kurd re têkiliyên wî hebû, her tim dihat komeleyê û diçû, dîsa tevlî gelek çalakiyan idbû. Yildiz anî ziman ku li her derê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diparast, girêdayî îdeolojiya wî bû û got: “Em welatparêzekî xwe yê girîng winda kir, serê gelê me saxbe.”