Înîsiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Parêzerên Rêber Apo a Sûriyeyê ji serokê nû yê Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Omar Zniber re peyam şand.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) di civîna xwe ya 10`ê Çileya 2024`an de Nûnerê Daîmî yê Mexrîbê (Fas) yê Ofîsa Netewên Yekbûyî ay Cinêvê Omar Zniber wekî serokê nû yê komîseriyê hilbijart.

Piştî belavbûna nûçeya hilbijartinê, Înîsiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji Omar Zniber re nameyek şand.