Balefirên şer ên artêşa Efganistanê îro li herêma Takharê êrîş bir ser Talîbanê. Li qada ku êrîş lê hate kirin, bombe li dibistaneke dînî jî ket û zarok jî di nav de 12 kes mirin û 14 kes birîndar bûn.

Berdevkê artêşa Efganistanê Hadî Camal daxuyanî da û diyar kir ku ev êrîşeke hewayî ye û derbarê li sivîlan jî hatiye dayîn an na, wan lêpirsîn dane destpêkirin.