Gerîlayên HPG û YJA Starê ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di nava berxwedaneke bêeman de ne, diyar kirin ku artêşa Tirk dike nake nikare encamê bi dest bixe.

Berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Ji berxwedêrên li herêma Metînayê gerîlayê HPG’ê Egît Serhat û gerîlaya YJA Starê Arîn Amed, li ser şerê li dijî dewleta Tirk axivîn.

Berxwedêra Pêngava Cenga Xabûrê gerîlaya YJA Starê Arîn Amed bi bîr xist ku ji 23’ê Nîsanê ve êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên wan dewam dikin û got, “Bêguman berxwedana ku em li dijî êriş û planên wan nîşan didin, radixe pêş çavan bê îradeya gerîla çiqasî mezin û xurt e. Dijmin çiqasî êriş dike jî nikare encamê bigire. Ji ber vê yekê jî destketiyên pêngava Cenga Xabûrê wê gelekî mezin be. Em ê tola hevalên xwe teqez hilînin ku di vî şerî de şehîd bûne. Têkoşîna me wê heta azadiya Rêber Apo û Kurdistanê dewam bike. Serketinê ji hevalan hemûyan re hêvî dikim. Ez gelekî kêfxweş im ji ber ku cihê xwe di nava pêngava Cenga Xabûrê de digirim.”

‘ARTÊŞA TIRK ŞEREKÎ BÊEXLAQ DIMEŞÎNE’

Gerîlayê HPG’ê Egît Serhat jî qala berxwedana li Girê Zendûrayê kir. Egît Serhat ê HPG’î di destpêkê de gerîlayên li çeperên şer silav kir û got, “Hevalên me li Girê Zendûrayê li dijî êrişên hewayî û bejahî dîrokê dinivîsînin. 37 roj in artêşa Tirk a dagirker nekariye bikeve tunelên şer ên hevalan. Şerê lehengî yê hevalên me dewam dike.

Artêşa Tirk a dagirker şerekî qirêj û bêexlaq dimeşîne. Ev şer lawaziya wan radixe pêş çavan. Wê nikaribin bi gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê. Dem dema azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ye. Em ê Başûrê Kurdistanê li AKP’ê bikin goristan. Şerê me wê heta serketinê dewam bike û em ê bi ser bikevin. Dewleta Tirk di dîrokê de ti carî li Zagrosê di şer de bi ser neketiye. Di vî şerî de jî wê nikaribe bi ser bikeve.

Dijminê gelê Kurd giranî daye ser şerê psîkolojîk, lê belê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi şerê psîkolojîk têk naçe. Divê ciwanên Kurd li ber vî şerê bêexlaq ê li dijî gerîla tê meşandin, nîşan bidin û berê xwe bidin nava refên gerîla. Cih û warê ewladên Kurdan, çiyayên azad e. Divê li xaka xwe şer bikin. Ji bilî têkbirina faşîzmê çareyeke me nîne.”