Artêşa Tirk bi Kobra û hewanan devera Heftanîn bombe kir. Ji ber bomberdûmanê li Gundê Banikê şewat derket.

Artêşa Tirk a dagirker bi kobrayan gundê Banikê û derdorî wê ya Heftanînê bombe kir. Ji ber bombeyên hatin avêtin li herêmê şewat derket. Şewat ber bi goristana gund ve dewam dike.

Êrîşa ku saet 22:30’ê şevê destpê kir, heta 23:20’î dom kir. Gel hewl dide şewatê vemirîn.

Gundê Banikê dikeve jêra devera Dupişka û Minînê.