Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik bi wesîleya salvegera 34’an a Pêngava 15’ê Tebaxê bû mêvanê Bernameya Taybet a Stêrk TV. Çewlik, bandor û girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê nirxand.

Guleya destpêkê ya ku 15’ê Tebaxê hat teqandin, divê çawa bê fêhmkirin?

Beriya her gotinê ez pêngava 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber APO, gelê xwe û hemû hevalan pîroz dikim. Di şexsê hevrê û fermandarê mezin Egîd de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Bi hezar salane gelê Kurd bi qirkirinekê çandî û fizîkî re rû bi rû ye. Bi taybetî jî bi avabûna komara Tirkiyeyê re bijavtin, komkujî, înkarkirin bi awayekî gelek qirêj dihate meşandin. Lê gelê Kurd li hember vê siyasetan bêdeng nemane û her tim serî rakirine. Ev serîrakirina wan jî bi tepisandin û kuştinê hate pêşwazîkirin. Ev êrîşên ku li gelê Kurd tê kirin bi xwe re perçebûn, bê parastin mayîn anî. Ji ber ku tirs xiste nava gelê Kurd. Li Kurdistanê di asta herî jor de pirsgirêka man û nemûnê hebû. Her çiqasî ji aliyê fîzîkî ve hebû jî bi rastî bi tinebûnê re rû bi rû bû.

’15’Ê TEBAXÊ SERÎRAKIRIN BÛ’

Lê bi derketina Rêber Apo re, bi tevgera azadiyê re gelê Kurd careke din li cewhera xwe vegeriya. Pêşengtiya vê Rêber Apo û PKK’ê kir. Bi fikir û ramanên Rêber APO û di pêşengtiya hevrê Egîd re pêngava 15’ê Tebaxê hate avetin. Ev pêngav di dîroka tevgera me ya azadiyê de serîrakirinek bû. Pêngava 15’ê Tebaxê li hember rewşa ku gelê Kurd û Kurdistanî di nav de bû, pêngavek bû. Mirov dikare bibêje ku pêngava 15’ê Tebaxê biryara afirandina şoreşê li Kurdistanê bû. Ji bo civaka Kurd, ji bo jinên Kurd bû hêviyek mezin. Li nava Kurd û Kurdistanê rê li ber vejînê vekir. Ji nû ve biryara azadiyê hate girtin û di nava gelê Kurd de jî zindîbûyîn û ruhê şoreşê ava kir. Li Kurdistanê ew ruhê ti carî xwe radest nekiriye, ruhê berxwedanê derket holê. Ew ruhê ku di cewherê xwe de welatparêzî nekuştiye. Pêngava 15’ê Tebaxê ew hişmendiyê gelê Kurd ji xwe şerm dikir û înkar dikir perçe perçe kir û hilweşand. Di nava gelê Kurd de ji nû ve bawerî û hêviya xwe parastinê derxist holê. Hêza guhertin û veguhertinê derxist holê. Ruhê azadiyê zindî kir û ji dagirkeriyê re jî gotina êdî bes e.

‘KURDAN TI CARÎ CEWHERÊ XWE WINDA NEKIR Û BI PKK’Ê RE KIR YEK’

Mirov dikare bibêje pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd cardin ji nû ve vegerand cewherê xwe?

Rast e, mirov dikare bi vê awayî jî binirxînin. Lê gelê Kurd ti carî cewherê xwe winda nekir. Ew cewhera ku heye jî bi rastiya PKK’ê re bû yek. Ev bîr û bawerî di rastiya PKK’ê û di rastiya gerîlatiyê de dîtin. Di rastiya pêngava 15’ê Tebaxê de dîtin. Guleya destpêkê tirs xiste dilê artêş û hikumeta Tirk. Cihê ku pêngava 15’ê Tebaxê lê hate destpêkirin jî girîng e. Cihê ku herê zêde Kurdbûyîn lê dijî û neyar jî herê zêde li ser wê desthilatdariya xwe pêk tîne.

‘GEL JI BO AZADÎ Û HEBÛNA XWE RADIBE SER XWE Û ŞER DIKE’

Çiqasî dem derbas dibe mirov zêdetir Pêngava 15’ê Tebaxê fêhm dikin. Bi taybetî jî di hêla şerê gel ê şoreşgerî de, ji aliyê xweparastinê û parastina rewa ve. Ev çiqas ji bo roja me ya îro derbas dibe?

Mirov dikare bibêje guleya yekemîn di heman demê de destpêkirina şerê gel bi xwe ye jî. Cardin şerê parastinê ye. Bêguman mirov weke şerê gel bigre dest di cih de ye. Ji ber çalakiya wê ya yekemîn e, plansazî ya wê ya yekemîn e. Di wateya parastinê de û derketina hêz û baweriya gel de gav avetinek nû ye. Di Kurdistanê de ev rastî derket holê ger ku hêza te ya parastinê nînbe û tu nikarîbî xwe bi parêzî tu yê nikarîbî hebûna xwe, welatê xwe û nasnameya xwe bi parêzî. Beriya pêngava 15’ ê Tebaxê di Kurdistanê de hişmendiya xwe parastinê lewaz e. Ya herê girîng jî pêngava 15’ ê Tebaxê di Kurdistanê de zanabûyîn û hişmendiya xwe parastinê derxist holê. Di pêşengtiya gerîlayên Kurdistanê re ev pêngavek nû yê vejînê ye. Ev pêngav ji xwe dispêre birdoziyek, stratejiyek, pergalek. Çeka herê mezin û bi bandor jî di destê rêheval Egîd û hevalên wê demê de heye ev çekin. Baweri, hêvî, fermandarî û şêwazek gelek nû heye. Şêwazê artêşbûyînek û parastinek nû heye. Yê ku hêvî û bawerî dide gel jî ev mijar in. Di gelê Botanê de zanabûyîna welatparêztî, di Kurdbûyînê de israrkirin heye, ji ber vê ye ku bi salane dewleta Tirk ewqasi êrîş li ser gel dibe û tevahî leystok li ser gel pêktîne. Lê ruxmê ewqasî êrîşan jî nikare gelê Botanê radest bigre. Gelê Botanê bi gerîla re dibe yek û xwedî nirxên xwe derdikeve. Rastiya pêngava 15’ ê Tebaxê di serî de di nava gelê Botanê de û tevahî Kurdistanê de cihekê xwe yê gelek girîng digre. Gelê Kurd kete ferqa vê zanabûyînê, ger ku parastina min nebe ez ê hertim bi qirkirin, kuştin û tunebûyînê re rû bi rû bimînim. Ji ber xilasî û azadiya xwe dîtin ji bo wê bedel çi dibe bila bibe gerîla re bûn yek. Ev rastî di Bakurê Kurdistanê de destpê kir lê pêl bi pêl li tevahî Kurdistanê belav bû. Gelê Kurd vê rastiyê dît, ger ku xwe ne parêze wê tune bibe û tu kes wê na parêze, dewlet wê na parêze. Berovajiyê wê dewlet wê dikuje û tune dike. Bi vî awayî jî pêl bi pêl beşdarbûyina nava gerîla jî çêbû, ji ber yê xwe dîtin. Ev hişmendiya şerê gel yê şoreşgeriye. Gel êdî bi xwe ji bo azadî û hebûna xwe radibe ser xwe û ji bo xwe şer dike. Ev jî xwe dispê re birdozî, felsefe û hişmendiya Rêber Apo. Ji ber ku gel û gerîla bûye yek ji ber vê sedemê jî ewqasî êrÎş li ser gel û gerîla de dibe. Di Kudistanê de xeta gel yê şoreşger deketiye holê. Pêngava 15’ê Tebaxê xeta şerê gel ê şoreşgeriye. Bi xwe re xetek û hişmendiyek nû afirandiye. Ev xeta azadiyê ji bîr û baweriyeke, alternatîfa jiyana azade, modelek nû ye û ruhê heqîqetê ye. Ev rasti û zanabûyîna şerê gel ê şoreşgerî di her çar perçeyê Kurdistanê de derketiye holê. Di hêla parastinê de, civakbûyînê de, xwe rêxistinkirinê de gelê Kurd pêşengtiya tevahî gelê bindest dike. Di roja me ya îro de Kurdistan ji bo tevahî gelê bindest navenda şoreşê ye. Ev ruh, ruhê 15’ ê Tebaxê ye.

‘DI ŞOREŞA KURDISTANÊ DE JIN PÊŞENG IN’

Di heman demê de pêngava 15’ê Tebaxê dîroka jinê ya berxwedan û vejînê ye. Hûn weke Tevgera Azadiya Jinê û bi taybetî jî artêşa YJA Star vê çawa dinirxînin?

Cewherê welatparêzî û parastina Kurdbûyînê pêwîste di cewherê jina Kurd de were dîtin. Bi derketina Serokatî re jina Kurd jî bûye xwedî statûyek. Cardin di kêliya herê destpêkê de beşdarê şoreşê dibe. Beşdarê PKK û gerîlatiyê dibe. Em weke YJA Star gava li dîroka xwe dinêrin bi taybetî jî di pêşengtiya rêheval Sara ya berxwedaniya girtîgehan de, cardin di biryara yekemîn de vegera Kurdistanê çê dibe, ango biryara şerê çekdarî were destpêkirin, di pêşengtiya heval Azîme, Rehîme, Çîçek, Besê, Hatîçe û rêheval Hawayan de bîr û baweriyek mezin hatiye avakirin. Gelek hevalên me yên jin weke pêşeng di nava vê berxwedaniyê de cih girtine. Ger ku em îro qala dîroka jin dikin û di nava şoreşê de avabûna şoreşê dikin, bêguman em ji pêngava 15’ê Tebaxê qut nagrin dest. Bêguman ji bo vê jî Serokatî kedek gelek mezin daye. PKK pirsgirêka jin digre navenda azadiyê û tevahî azadiyan. Bi beşdarbûyina jin re tecrûbeyên mezin hatin dest girtin. Ev jî bi xwe re da diyarkirin ku wê jin cihê xwe nava ev şerê parastinê de bigre. Wê pêşengtiyê jî jêre bike. Di Kurdistanê de ev bi serê xwe şoreş e. Cardin artêşbûyina jin jî li ser tecrûbeyên pêngava 15’ê Tebaxê, ruhê wê ava dibe. Ji bo jin jî mîrasên fermandartiyê, xwe parastinê û pêşengtiyê derdixe holê. Jina Kurd bi hebûna xwe û rengê xwe beşdarê şoreşê dibe. Artêşbûyîna jin hişmendî û rêxistinbûyîna jin derdixe holê. Em dikarin bibêjin ku artêşa jin YJA Star di hêla fermandartî, pêşengtiya jin, parastin û biryarbûyîna jin de jî bûye xwedî hêzek gelek mezin. Jina Kurd di roja me ya îro di tevahî aliyan de pêşengtî ji tevahî jinan re û mirovahî yê re dike. Di berxwedanî, taxtîk, pêşengtî, jiyan û di şerê xwe de jî vê rastiyê derxistiye holê. Pêwîste em baş bizanin ku ger jin nikaribe xwe bi parêze wê nîkaribe qala azadiyê jî bike. PKK û YJA Star di vê mijarê de jî ferqa xwe daniye holê. Çawa ku di roja me ya îro de şêwaz, kesayet û fermandartiya Egîdan nayê binxistin, di pêşengtiya rêheval Bêrîtan, Zîlan, Besê û jina ku bûye xwedî artêş jî wê ti carî bin nekeve. Nêrîn, şêwaz, vîn û şerê jin guhertinên bingehîn da avakirin. Em dikarin bibêjin ku di şoreşa Kurdistanê de jin pêşenge. Fikir, raman û birdoziya Rêber APO ev hêz û baweriyê da avakirin. Li ser vê baweriyê ne tenê di Kurdistanê de di tevahî perçeyên Kurdistanê de ji bo tevahÎ jinan bûne hêviyek mezin. Di Kurdistanê de rêgezê herê bingehîn jî rêgeza xwe parastinê ye. Pêwîste her kes vê baş bizene.

‘KÎJAN HÊZ LI DIJÎ GELÊ KURD RABÛYE, EW BI XWE TINE BÛYE’

Ji avabûna PKK’ê ve her tim xeterî li ser heye. Lê niha şerekî topyekûn li dijî PKK’ê tê meşandin. Hûn vê çawa dinirxînin?

Di Rojhilata Naverast de şerê cîhanê yê siyemîn tê kirin. Ev di hêla hêzên emperyalîst, netew dewlet û modernîteya kapîtalîzm ve tê kirin. Lê tevgera ma ya azadiyê ji bûye xwedî statûyên mezin, tevgera gelan. Ji bo wê jî tevgera me ji bo xwe weke xeterek dibînin. Tevgera me ya azadîyê ne tenê ji bo Kurd ji bo tevahî gelan bûye nasnameya azadiyê. Tevgera azadiyê yekîtiya netewî derxist holê, azadiya jin derxist holê di netewa demokratîk de xwe gihandiye astek gelek bilind. Cardin tevgera me ya azadiyê tevahî sînoran perçekir û bê watekir. Di pêşengtiya PKK ‘ê de qirna ku em têde dijîn tevahî sînoran ji holê rakiriye. Ne tenê di Kurdistanê de îro di Rojhilata Naverast de şerek gelek dijwar diqewime, şoreşa gelan tê jiyan kirin. Di nava ewqasî aloziyan de yê ku xwedî plane, projeye, jiyana alternatîfe tevgera me ya azadiyê ye. Kurdistan jî ji bo şoreşa gelan navende pêwîste her kes vê rastiyê baş bi bîne û rast jî bi xwîne. Tevahî netew dewlet jî li hember vê rewşê aciz e. Yê ku ev çil sal e bê navber li hember PKK’ê şer dike jî dewleta Tirkiye. Lê bi hêza tevgera me û bi berxwedaniya gelê me re gelê Kurd da isbatkirin ku pirsgirêka Kurd heye. Hikûmeta AKP, Erdogan û MHP ji bo tunekirina Kurd ji nû ve plan avakirin. Di asta herî faşîst yê jor de jî di hûndir de li ser gel êrîşan pêktîne û bi rêya teknîkên xwe jî dixwaze gerîla tune bike. Di nava çend salên dawî de jî ji bo tunekirinê biryara şerê topyekûn hatiye girtin. Lê vê şerê topyekûn de yê têk diçe jî ew bi xwe ye. Di van salên dawî de çiqasî lawaz bûye, dewleta Tirkiye bi xwe jî çawa ber bi tunebûyînê ve dibe li ber çav e. Bi faşîzma xwe êdî nefes li tevahî mirovan çikandiye, ji derve jî dixwaze hêza gerîla tune bike. Cardin tevahî hewldanên wê ew e ku hêzên dînamîk yê demokratîk û yê Kurd radest bigre. Lê piştê ewqasî têkoşîn û berxwedanî yê şûnde ev qet ne gengaz e. Mînakê wê hilbijartinên 24 Hezîranê berçav bû. Tevahî cîhan vê rastiyê dît. Cardin pêvajoyên gelek xeter de jî PKK bi awayekê gelek bi hêz di nava xwe de guhertin û veguhertinê da avakirin, pêngavên gelek mezin avet. Kîjan hikûmet, kîjan desthilatdar hatiye li ser hikmê xwastiye PKK tune bike, ew bi xwe tune bûye û çûye. Weke gerîlayên Kurdistanê di vê pêvajoyê de bi ruhê rêheval Egîd, di pêşengtiya gerîlayan de, em di wê îdeayê de ne ku em ê vê konseptê têk bibin û pûç bikin. Bi ruhê Delalan, Zîlanan, Avestayan, Egîdan, Qehremanan em ê serkeftinek mayînde destbêxin. Ev ruh zindî ye, jiyan dike tu hêz nikare vê ruhê radest bigre. Ev ruh heye, wê her tim jî hebe û di Kurdistanê de jî di serî de dewleta Tirkiye wê tu hêz sernekeve. Ruhê 15’ê Tebaxê xwe li her derê belav kiriye. Wê rastiya Rêber Apo di serî de li Kurdistanêû tevahî Rojhilata Naverast de serwer bibe.