Rêveberiya siyasî ya Silêmaniyê nehişt gelê kurd kuştina 3 jinên şoreşger ya li parisê şermezar bikin. Piraniya wan jin, 52 kes hatin binçav kirin.

Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê RJAKê welatiyan xwestin sê jinên şoreşger ên di komkujiya Parîsê de şehîd bûn li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê bi bîr bînin.

Asayîşa Silêmanî êriş kir û 52 kes kirin binçavan û piraniya binçavkirî jin in.

Di nava binçavkiriyan de rêveberên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî hene.

Ji 52 kesan tenê 5 kes hatin berdan.

Kesên hatin binçav kirin li zindana Kanî Gome têne girtin.

Li gorî agahiyên Rojnewsê kesên hatine binçavkirin, li dijî binçavkirina nehiquqî, li zindana Kanî Gome ketine greva birçîbûnê.

Asayîşa Asayîşa her wiha rê nedan ku kurtefilma li ser jiyan û têkoşîna jiyana Sakîne Cansiz a bi navê Jiyana min her şer bû were pêşandan.