Beriya çend rojan pêşnûmeya hevpar ya li ser mercên dîlgirtina Abdullah Ocalan pêşkêşî Konseya Federal a Swîsre hate kirin.

Yek ji kesê ku penûmeya hevpar imze kir, alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Keskan ya Swîsre û Parlamenterê Federal ê Swîsre Nîcolas Walder bû.

Walder têkildarî tecrîda li Îmraliyê û girîngiya azadiya Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî û got; Armanc ji tecrîda Birêz Ocalan ew e ku nehêlin Ocalan xwe îfade bike û bi demê re enerjiya wî têk biçe.

Tecrîd rêbazeke êşkenceyê ye. Tecrîdkirina mirovekî bi rengekî eşkere êşkence ye. Desthilatdariya Tirk jî dixwaze nîşan bide ku çi bixwaze dikare bike. Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Tirkiye mîna welatên din mohra xwe daniye binê peymanên navneteweyî ku soz daye hurmetê nîşanî hiqûqa navneteweyî bide. Hiqûqa navneteweyî jî bi rengekî şênber kêfiyetê û her cûre êşkenceyê qedexe dike.”

Nîcolas Walder CPTe jî rexne kir û got;”Dawiya dawî CPT wê neçar bimîne ku vê raporê biweşîne. Eger ev rapor heta niha nehatibe weşandin dibe ku rewşeke bi pirsgirêk heye. Eger bi rastî jî rapor bi kêrî hikumeta Erdogan bihata wê zûdeyî hatibûya weşandin. Xuya ye hin pirsgirêk hene. Ez bang li desthilatdariya Tirk dikim ku tecrîdê demildest rake.

Eger tê xwestin, di navbera gelê Kurd û Tirkiyê de aştî pêk were û jiyaneke bi hev re ya aştiyane bê avakirin, divê bi kesayetên mîna Birêz Ocalan ku xwedî hunera danûstandinê ye, dest bi hevtîinan bikin

Ji bo pêvajoyeke aştiyê, danûstandinên bi Ocalan re gelekî girîng e.

Walder herî dawî got; Divê Swîsre bi berpirsiyarîyê rabe. Desthilatdariya Swîsre ji ber xwedî derketina li hiqûqa a navneteweyî û hiqûqa mirovî bikevfê nava liv û tevgerê û berpirsyariyên Tirkiyê bîne bîra wê.