Heyeta KCD û DBP’ê li Mêrdînê civînên xwe didomîne. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku hewldana Ocalan û têkoşîna Kurdan jehrkuja pergala faşîst e.

Ji bo piştgiriya Bernameya Têkoşîna Demokratîk a HDP’ê KCD û DBP’ê li 8 bajaran bername organîze kir. Heyet îro jî çû Mêrdînê. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz çûn serdana Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya li Mêrdînê.

‘HEKE ZEMÎNA DEMOKRATÎK AVA NEBE WÊ FAŞÎZM MEZIN BIBE’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz got ku, “Pergala kapîtalîst pandemî ji xwe re kiriye hincet û dixwaze li her derê kapîtalîzmê ava bike. Li hemberî vê jî hêzên demokrasiyê li dijî faşîzmê li her derê têkoşînê didomînin.”

Aydenîz diyar kir ku avadaniya desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze ava bike, avadaniyeke faşîst e û bal kişand ser tespîta ‘mekanîka darbeyê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Aydenîz got ku, “Heke li Tirkiyeyê zemîneke demokratîk ava nebe û doza Kurdan bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin wê faşîzm û dîktatorî xwe ava bike.”

‘HEWLDANA OCALAN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ JEHRKUJ E’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku hewldana Ocalan û têkoşîna Kurdan jehrkuja pergala faşîst e û got, “Têkoşîna Kurdan daye destpêkirin ji aliyekî ve dibe hêvî û ji aliyê din ve jî yên li ser tariyê israr dikin jî ji bo ku têkoşîna Kurdan nebe hêvî, ji destê wan çi tê teqsîr nakin. Heke dixwazin li ser Kurdan siyasetê bikin divê statu, ziman, çand û dîroka Kurdan baş nas bikin.”

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku tê xwestin KCD îllegalîze were nîşandan û ligel hemû êrîşan jî wê KCD li ber xwe bide.

Heyeta KCD û DBP’ê wê biçe serdana rêxistinên civakî yên sivîl.