Yek ji berxwedêrên Strasbourgê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, Ayvaz Ece ye. Ece qala bîranîneke bi bavê xwe re kir.

Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li bajarê Strasbourg ê Fransayê 132 roj in didome.

Çalakgerên greva birçîbûnê, li gel rewşa nebaş a tenduristiyê jî bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Ayvaz Ece ji kamerayên ANF’ê re qala bîranîneke bi bavê xwe re kir.

Ece wiha dibêje: “Li gundê me qadeke gogê hebû. Ji ber ku kevir lê gelek bû, pêlavên me qetiya bûn û me bi wan pêlavên qetiyayî dilîstin. Bîranînek heye ku qet ji bîra min naçe. Rojekê dema me li wê qada gogê bi gogê dilîstin, bavê min û zavayê me bi peyatî ji gundekî din dihatin gundê me. Tevî ku em ji hev gelekî dûr bûn, bavê min dengê min bihîstiye, nas kiriye. Dema em hatin malê, ji min pirsî; tu îro li ku bû? Min got, ez bi hevalên xwe re çûm, me bi gogê lîst. Got, ‘ew çi deng bû, te dengê xwe li hevalê xwe bilind kir, min dengê te li derveyî gund bihîst’. Wê rojê em gelekî bi hev keniya bûn. Ez wê bîranîna xwe ti carî ji bîr nakim.”