Li Şengalê ku dewleta Tirk a dagirker doh bi şev bombardûman lê kir, şewat dewam dike û balafirên keşfê digerin. Li Mexmûrê jî balafirên şer ji nizm ve difirin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk doh bi şev bi hevdemî êriş birin ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê.

ŞEWATA LI ŞENGALÊ DEWAM DIKE

Li Şengal û Mexmûrê piştî êrişan jî liv û tevgera balafirên keşfê dewam kirin. Nayê zanîn ku balafir ê kîjan hêzê ne. Hikumeta navendî ya Iraqê, rêveberiya Hewlêrê, koalîsyona navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî di fermiyetê de ji kampê berpirsyar e, xwe kerr kirine û heta niha daxuyaniyek nedane.

Şewata ku li Şengalê ji ber bombardûmanê derket hîn jî dewam dike. Her wiha balafirên keşfê li herêmê digerin.

LI MEXMÛRÊ BALAFIR JI NIZM VE DIFIRIN, XETA ÎNTERNETÊ QUT BÛYE

Li ser Mexmûrê jî balafirên keşfê digerin. Carna jî balafirên şer ji nizm ve digirin. Li kampê û derdora wê li gorî dema herêmê ji saet 11:00 û vir ve înternet qut bûye.

Tê payin ku şêniyên kampê di nava rojê de ber bi Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ve bimeşin. Piştî meşa girseyî wê daxuyaniyek bê dayin.