Polîsê Tanzanyayê, Midûrê Herêma Kagerayê, Wîllîam Mwampaghale daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê balafir li Gola Vîctoriayê ketiye û di encamê de 19 kes mirine.

Mwampaghale diyar kir ku birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Kagerayê û destnîşan kir ku xebatên rizgarkirinê dewam dikin.

Mwampaghale anî ziman ku di balafira ku ji Darusselam diçû Balafirgeha Bukobayê de 39 rêwî û 4 kes ji ekîbên tanzîmê hebûn.