Li gorî televîzyona dewletê, balafira şer li bajarê Tebrîzê yê li bakur rojavayê welêt li taxekê kete xwarê.
Berpirsyarê Heyva Sor a Tebrîzê diyar kir ku balafir li dîwarê dibistanekê ketiye, 2 personelên balafirê û şêniyekî taxê jiyana xwe ji dest dane.
Midûrê navenda krîzê Mûhammed Bager Honarvar ragihand ku balafira perwerdeyê ya bi tîpa F-5 li gorî dema herêmê saet di 09:00 de li taxa Mûnajamê ya li navenda bajêr ketiye.
Rayedar got, “Baş bû ku ji ber pandemiya Covid-19 dibistan girtî bû.” Têkildarî ketina balafirê lêpirsîn hate destpêkirin.
Di bin sîwana Hêzên Hewayî yên Îranê de balafirê nşer ên Rûs mîna Mîg û Sûkoî, her wiha çen balafirên Çînê û ji dema beriya şoreşa Îslamî ya 1979’an balafirên Emerîkî yên bi tîpa F4 û F5 hene.
Îranê salên dawî versiyoneke F-5, balafira şer a bi tîpa Azarahş hilberand.