Zextên li ser girtiyên li Girtîgeha Sîlîvrî ya Hejmara 5 ên ji bo bidawîbûna tecrîdê di grevê de ne zêde dibin.

Zextên li ser girtiyên ku ji 1’ê Adarê û vir ve ji bo bidawîbûna tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan deng dan dengê berxwedana Leyla Guven her diçe zêde dibe.

Yek ji girtîgehên ku êşkence û zext lê giran dibe Girtîgeha Sîlîvrî ya Hejmara 5’an a nêzî 200 girtiyên PKK’yî li dijî tecrîdê digreva birçîbûnê de ne, ye. Koma yekem a dest bi grevê kirî di roja 132’an de ye, girtiyên din jî ji 1’ê Adarê û vir ve di berxwedanê de ne. Girtiyên ku bi rêya malbatan zextên li wan tên kirin radigihînin, bal kişandin pirsgirêkên tenduristiyê yên hevrêyên xwe yên di grevan de.

Girtiyan anî ziman ku vereşana bi xwîn dîsa windakirina hafizê û bêtevgerbûn bi girtiyan re pir derketiye pêş, rê nadin ku peywendî di navbera qawîşan de pêk were, ji ber vê di derbarê tenduristiya çalakvanên di grevê de agahî nayê girtin. Li girtîgehan Tv, radyo, rojnameyên rojane û kovan nayê dayîn. Malbatên ku ji ber her kêlî bûyerek xirab rû bide bifikrain, ji bo agahiyekê ji xizmên xwe bigirin, serî li hemû rê û rêbazên zehemt didin.