HPG’ê diyar kir, ku balafirên şer ên artêşa Tirk di 15 û 18’ê Sibatê de bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Hate ragihandin ku ji ber bombardûmanê xisar li gundiyên herêmê bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bombardûmana balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyeke weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

15’ê Sibatê balafirên şer saet di 14:30’î de qada Deşta Nehlê ya herêma Garê, saet di 16:15’an de jî qada Geliyê Basya ya herêma Avaşînê bombe kirin.

18’ê Sibatê balafirên şer saet di 14:00 de qada Gollka ya herêma Metîna, saet di 15:30’î de qada gundê Enzê ya herêma Qendîlê û saet di 17:00 de jî qada Çemço ya herêma Zapê bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat. Li qada gundê Enzê ji ber bombardûmanê xisara madî li bexçe û malên gelê xwecihî bû.”