Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêmên Metîna û Zê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên gerîla.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên hewayî yên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 1’ê Adarê saet 18:20’î Girê Golka yê herêma Metîna, 2’ê Adarê saet 10:00 qadên Şikefta Birîndaran û Saca yên herêma Zê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me.”