Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser êrîşên li Dêralok û Şêladizê axivî û got, van êrîşan careke din nîşan dan ku dewleta Tirk dijminê Kurdan hemûyan e.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku doh êvarê bû mêvanê bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV, mijarên; raperîna gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşkarî û dagirkeriya dewleta Tirk, helwesta hikumeta Başûr û meseleya ‘herêma ewle’ ya tê xwestin li Sûriyeyê bê avakirin, nirxand.

Li ser Başûrê Kurdistanê êrîşek heye, dagirkeriyek heye. Li Dêralok, Şêladizê gel nerazîbûna xwe nîşan da. Hikumeta herêmê we pênase dike, dibêje tevlîheviyek tê çêkirin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Bi salan e em dibêjin, dewleta Tirk ne tenê dijminê PKK’ê ye, ne tenê dijminê gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê ye. Ew dewlet dewleteke faşîst e, dagirker e, dewleteke ku dixwaze tevahiya Kurdan ji holê rake. Ew dewlet dijminê hemû beşên Kurdistanê ye, hemû Kurdan e. Kurdek li ku derê be, destketiyeke Kurd li ku derê biafire, dijminê wê ye. Kurdan ji bo xwe dijmin dibîne, destketiyên Kurdan ji bo xwe mirin dbîne. Wê çawa destketiyên Kurdan ji holê rake ku qaşo karibe bijî, jiyana xwe di tinekirina Kurdan de dibîne. Em bi salan e vê dibêjin. Lê belê hinek welê fêhm dikin ku em propagandayê dikin. Ev ne rast e. Dewleta Tirkiyeyê bi xwe vê yekê her roj dibêje, pêk jî tîne. Herî dawî li Dêralokê, li Şêladizê pêk anî. Ev jî diyar dike ku axaftina me ne propaganda ye, rast e, rasitya Tirkiyeyê em tînin ziman. Gelê me jî her ku diçe vê dibîne, yên ku nabînin hinek siyasetmedar in, hinek partî ne. Ne ku nabînin, belkî ew jî weke me rastiya Tirkiyeyê baş zanin lê belê berjewendiyên wan nahêle ku vê rastiyê bînin ziman. Nahêle ku li dijî siyaseta Tirkiyeyê ya ku tinekirina Kurdan esas werdigire bisekinin. Ew berjewendiyên xwe yên şexsî, partî esas werdigirin. Berjewendiyên gelê Kurd esas wernagirin, vê dikin qurbanê berjewendiyên xwe yên şexsî, yê hizbayetî. Lê belê gelê me êdî vê qebûl nake, gelê me yê Başûr her ku diçe rastiya dewleta Tirkiyeyê baştir fêhm dke. Dibîne ku dijminê sereke yê Kurdan, dewleta Tirkiyeyê ye. Ew dewlet dijminê hemû Kurdan, hemû destketiyên Kurdan e. Hem di referandûma başûr de ev fêhm kir, ji ber ku wexta referandûm li başûr hate kirin Erdogan bi rengekî vekirî başûr tehdît kir. Her wiha KDP jî tehdît kir. Got, ‘Em dikarin her tiştî ji ser we qut bikin, em dikarin we ji birçîna bikujin, aqlê xwe bînin serê xwe. Ez çi ji we bixwazim lazim e hûn li gorî wê tevbigerin. Li derveyî vê tiştê ku hun bikin şaş e, li dijî min e, ez vê qebûl nakim’. Rastiya Tirkiyeyê ew e. Herî dawî jî li Dêralokê 4 ciwanên Kurd şehîd xistin. Cenazeyên 2 şehîdan ne diyar e. Gel bi saetan, bi rojan lê digere nabîne. Ne tenê li Dêralokê, berî wê jî gelek însanên me yên Başûr qetil kirin. Di bomberdûmanan de ji Qendîlê bigire, li Şêladizê, li Dêralokê li gelek cihan gelek însann me yên başûr kuştin, şehîd xistin, birîndar kirin. Gelek milkên wan wêran kirn. Gel her roj vê dibîne, dijî. Ji ber vê yekê gelê me êdî tehemûl nake. Dît ku hikumeta wan a başûr li wan xwedî dernakeve, Iraq jî li wan xwedî dernakeve. Dagirkeriya Tirk ji vê feydeyê dibîne, her roj dikuje, bombeyan dibarîne, xirabiyê dike. Ji ber vê yekê bi xwe xwestin ku li dijî dewleta dagirker bisekine. Gotin ‘Êdî bes e. Me heta niha tehemûl kir êdî em nikarin tehemûl bikin. Her ku me tehemûl kir ku hikumeta başûr, Iraqê li dijî vê bisekinin, me dît ku nasekinin. Me tehemûl kir ku belkî Tirkiye bisekine, lê nasekine, her roj hîn bêhtir êrîşî me dike, me dikuje, milkê me tlan dike, jiyanê li me heram dike. Ji ber vê lazim e em çaresriyê ji bo xwe biafirînn’. Li Şêladizê gelê me ev esas girt. Gelê me yê başûr gelekî şoreşger e, bi salan têkoşiya ye, gelek berdêl daye. Çawa li dijî Seddam rabû niha jî li dijî dewleta dagirker a faşîst a Tirk radibe. Ji ber ku dît, li dijî Seddam raperîn ji bo wan azadî çênekir. Ji bo karibin azad bibin lazim e li dijî dewleta dagirker a faşîst bisekine. Ji ber ku ew esas azadiya wan dixe tehlûkeyê. Tiştên ku Seddam kir, Tirkiye îro li ser wan dewam dike. Dît ku li başûr hinek bi Erdogan re ji bo berjewendiyên xwe eleqeyên xwe dimeşîne, xizmetê ji siyaseta Erdogan re dikin. Ji ber vê dîtin ku rûxandina Seddam ji bo wan azadî neaniye. Heta ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser nebe ew nikarin azad bin. Ew dîtin û fêhm kirin. Lewma zanebûnek bi wan re peyda bû. Tişta ku em bi salan e dibêjin, Tirkiye dijminê hemû Kurdan e îro li başûr gelê me ew fêhm kir. Dît ku tenê rûxandina Seddam ji bo başûr azadiyê nayne. Çi beşek bi tena xwe nikare azad bibe.

Gelê Başûrê Kurdistanê rastiya dewleta Tirk fêhm kir. Ji ber ku her roj bomberdûman heye, zevî, baxçe tên talankirin. Di heman demê de sivîl tên qetilkirin. Tevahiya civaka Başûrê Kurdistanê divê li dijî dagirkeriyê xwedî helwesteke çawa be?

Gelê me yê başûr helwesta xwe diyar kir. Yên ku li Şêladizê ew raperîn pêk anîn di ragihandinê de diaxivîn. Digotin, ‘Em êdî dagirkeriyê qebûl nakin, em li başûr dagirkeriya Tirk naxwazin. Lazim e ji welatê me derkevin. Em wan naxwazin’. Eşkere ev digotin. Wekî din digotin, ‘Em çar beş in, lazim e yekîtiya Kurd pêk were. Em sînoran qebûl nakin, nas nakin’. Eşkere ev digotin. Yanî, ‘Em li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ne, em yekîtiya Kurd dixwazin, divê Tirk ji welatê me derkeve. Êdî em tehemûlî tiştên li me tên kirin, nakin’. Eşkere ev gotin, mesaj dan her kesî. Hem da hikumeta başûr, hem da ya Iraqê, hem da ya Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê, bi taybetî ciwanên başûr divê vê mesajê pêk bînin. Ji her kesî zêdetir lazim e ciwanên başûr li axa xwe, li welatê xwe xwedî derkevin, divê li dijî dagirkeriyê bisekinin. Tişta ku gelê me li Dêralokê, li Şêladizê kir divê ciwan ji bo xwe esas werbigirin.

Di hin saziyên çapemeniyê de hewl didin nîşan bidin weke ku li Dêralokê aramî nîne û tevgera azadiyê jî weke sedem nîşan bidin. Hûn di vê der barê de dixwazin çi bêjin?

Dema ku li başûr referandûm çêbû, herhal PKK’ê ew referandûm îlan nekiribû. Partiyên başûr bi xwe îlan kirin, yên ku niha di hikumetê de, bi giranî jî KDP’ê ew îlan kir. Tirkiyeyê bi vekirî heqaret kir, sebeba wê jî ne PKK ye. Ji ber ku PKK’ê referandûm îlan nekiribû. Wekî din, dema ku DAÎŞ’ê êrîşî başûr kir, kêm mabû Hewlêr bikeve, herhal DAÎŞ’ê ji ber PKK’ê êrîşî başûr nekir. Kê çû Hewlêr parast, başûr parast? Gerîlayên PKK’ê çûn parastin. Yên başûr, yên ku niha bi xwe van axaftinan dikin gotin bila gerîla were, biparêze. Li ser daxwaza wan gerîla çû. Heta Kek Mesûd çû Mexmûrê spasiya xwe ji bo gerîla kir. Got, ‘We nehişt ku DAÎŞ Hewlêrê bixe destê xwe’. Mudaxeleya gerîla, têkoşîna gerîla pêşî li DAÎŞ’ê girt. Cesaret da pêşmergeyan, da gelê başûr. Piştî wê pêşmerge jî li başûr li dijî DAÎŞ’ê sekinî. Heta ku gerîla mudaxele nekir, pêşmerge li dijî DAÎŞ’ê şer nedikir. Baş e, wexta ku gerîla Hewlêr parast, hat li dijî DAÎŞ’ê sekinî ku DAÎŞ şikand baş bû, niha qaşo gerîla ji bo wan nebaşiyê çêdike. Ev nakokiyeke mezin e. Her kes vê dibîne, gelê me bi çavên xwe van tiştan dibîne. Teyareyên ku tên bomberdûmanê dikin, însanên me dikujin ne yên PKK’ê ne, yên dewleta Tirkiyeyê ne. Gelê me vê dibîne. Li şûna ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bisekinin, şermezar bikin û bêjin ji axa me derkevin, dixwazin sûc biavêjin ser PKK’ê. Li Dêralokê 4 însan şehîd ketin, 2 cenaze hîn nehatine dîtin. Yên berê em li aliyekî bihêlin. Daxuyaniyek jî nedan, şermezar nekirin. Gel vê dibîne. Çima? Ji ber ku berjewendiyên wan vê dixwaze. Li Şêladizê 2 welatî şehîd ketin, 6 jî birîndar bûn. Bi vê munasebetê ez şehîdên Dêralokê, şehîdên Şêladizê bi bîr tînim, hurmetê xwe ji bo wan diyar dikim. Ji bo malbatên wan û gelê me sersaxiyê dixwazim. Ji bo birîndaran jî şîfa xêrê dixwazim. Li şûna ku xwedî li wan derkevin û li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyê bidin, lêborînê ji Tirkiyeyê dixwazin. Tirkiyeyê li Dêralokê însanên me kuştin, birîndar kirin, li Şêladizê kuştin, yê ku Kurdan bomberdûman dikin, Kurdan dikujin ji wan lêborîna xwe dixwazin. Li şûna ku ji gel lêborînê bixwazin û bêjin ‘Me hûn neparastin, li dijî dagirkeriyê. Dagirker ji ber vê bi cesaret tên ser we’, li şûna ku ji gel lêborîna xwe bixwasta, ji dewleta Tirk lêborînê dixwazin. Gelê me vê dibîne. Ragihandina ku çalakiya gel nîşan dida, diçe wan digirin. Çi sûcê wan heye? Wesfa ragihandinê kirine, tiştên li wir qewimîn xwestin ku her kes bizanibe. Ji vê nerehet bûn, nedixwestin bê nîşandan. Li gorî wan lazime veşartî bima. Ji ber ku ragihandinê hem rastiya Tirkiyeyê nîşan da, hem rastiya hikumeta başûr da diyarkirin, hem jî rastiya gel da diyarkirin. Gel çi dixwaze, ew baş da diyarkirin. Tevgera Goran, Hizbî Şûî Kurdistan ê Başûr gotin, ‘Lazim e dewleta Tirk leşkerên xwe ji başûr vekişîne’. Ji ber ku Tirkiye aloziyê çêdike, nerehetiyê çêdike, rê li ber komkujiyan vedike, zerarên mezin dide gel, zerarên mezin dide destketiyên gelê başûr. Ji ber vê gotin, ‘Lazim e derkeve’. Helwesta rast ew e, lazim e hemû partiyên başûr, hemû sazî yên xwedî wijdan her kes lazim e vê bixwaze. Bêjin, ‘Em Tirkiyeyê naxwazin, bila Tirkiye ji welatê me derkeve’. Ne tenê Goran ya jî Hizbê Şîû bîne ziman, lazim e vê bîne ziman. Bi taybetî gelê me yê başûr lazim e li Şêladizê, li Dêralokê xwedî derkeve, bi wan re bibe yek, wan tenê nehêlin. Ya ku ji bo başûr pêwîst e, ew e. Texmîn dikim, gelê me yê başûr her ku diçe rastiyê baştir dibîne, ji vir û pê ve jî wê hîn bi xurtî li dijî dagirkeriyê bisekine.

Li ser meseleya Sûriyeyê gelek nîqaş derbarê ‘Herêma Ewle’ hene. Dewleta Tirk gelekî daxwaza vê dike, hem ji Washîngtonê hem jî ji Moskowayê li benda sînyalekê ye. Lê wer xuya ye daxwazên dewleta Tirk çênabe. Di navbera Rêveberiya Bakurê Sûriyeyê û rejîma Sûriyeyê de hevdîtin hene. Li gorî we ev ‘herêma ewle’ wê çawa be?

Li ber çavan e. Tirkiye dikeve ku derê li wê derê pirsgirêkan mezin dike. Pirsgirêkên li başûr, li Iraqê, li Sûriyeyê ji aliyê desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ve tên kûrkirin, mezinkirin. Her kes vê dibîne. Çima? Ji ber ku hukmekî faşîst e, desthilatdariyek e ku dagirkeriyê esas werdigire. Desthilatdariyek e ku yek ziman, yek welat, yek milet, yek al dixwaze. Ji ber vê, dema dît ku xizmetê ji van re nake, dixwaze bi temamî ji holê rake. Çi li nava Tirkiyeyê be, çi cîranê Tirkiyeyê be, vê siyasetê dimeşîne. Ji ber ku pir tengav e, bi zorê li ser desthilatdariyê dimîne, bi hukmê faşîst dimîne, şer ji bo xwe esas werdigire. Hem li nava Tirkiyeyê hem li derveyî Tirkiyeyê. Ji ber ku pirsgirêkên civakî pir mezin in, nikare çareser bikin, bi rêya şer diavêje derveyî Tirkiyeyê. Dixwazin bi vî rengî pêşî li pirsgirêkan bigirin ku pirsgirêk mezin nebin, ku desthilatdariya wan nekeve nava tehlûkeyê. Lewma vê dikin. Çi taktîkê dimeşîne? Yek; Erdogan-Bahçelî timî derdikeve di ragihandinê de quretiyê dikin, gefan dixwin li dijî her kesî. Wer didan xuyakirin ku li ber kesî serê xwe danînin, li dijî her kesî disekinin. Bi vî rengî dixwazin gelê Tirkiyeyê bixapînin ku gelê Tirkiyeyê bêje, ‘Ev ji kesî natirse, li dijî her kesî disekine, xuya ye ev xurt in’. Bi vî rengî li pişt wan bisekinin û ew jî karibin bi hêsanî siyaseta xwe bimeşînin, desthilatdariya xwe bidomînin. Halbûkî Erdogan diçe li ber her kesî digere, Tirkiyeyê difiroşe, tiştekî ku nefirotiye nema. Diçe ber lingê her kesî, lêborînê dixwaze, daxwaziyan dike dibêje ‘Eger hûn alîkariya min bike ez ê nizanim çi bidim we’. Yanî bi vî rengî dixwaze desthilatdariya xwe biparêze. Ji ber ku her diçe tengav dibe, ber bi dawiyê ve diçe. Bi vî şeklî dixwaze ji derve alîkariyê werbigire. Lê ji bo civakê jî xwe bi rengekî berevajî nîşan dide. Ya din jî; mesela çawa diaxive, dibêje, ‘Pirsgirêkên civakê bi rêya Îslamiyetê ancax çareser dibe’. Pirsgirêkên civakî bi vî rengî datîne ber civakê, dixwaze civakê bixapîne. Civak jî guhê xwe dide van tiştan, wer fêhm dike ku wê bi vî rengî xwe ji pirsgirêkan rizgar bike. Halbûkî ev yek xapandina gel e. Karakterê desthilatdariya faşîst, derew e, xapandin e. Em bala xwe bidinê, Erdogan çi dibêje karê ku dike berevajî gotinên wî ye, hem li nava Tirkiyeyê hem li derveyî Tirkiyeyê. Her kes vê rastiyê baştir fêhm dike. Ji ber vê yekê nerazîbûnek li dijî vê desthilatdariyê tê nîşandan. Di çalakiyên greva birçîbûnê de mirov vê dibînin. Her kes li dijî Tirkiyeyê, li gel çalakvanan li dijî tecrîdê disekine. Ji ber ku ji vê rejîmê ne rehet in. Dibînin ku ev rejîm berjewendiyên kesî temsîl nake. Lê belê her kes dixwaze ji zeîfiyê wan feydeyê bibîne. Rastî ew e. Li pişt pirsgirêkên li Sûriyeyê bi esasî Tirkiye heye. Hemû çeteyên li wê derê girêdayî Tirkiyeyê ne, çeteyên Erdogan in. Biryargeha DAÎŞ’ê, biryargeha El Nûsra, biryargeha El Qaîde Erdogan e. Erdogan van hemûyan îdare dike. Çekên wan, perwerdeya wan, parastina wan, li qada navneteweyî jî temsîla wan dike, parastina wan dike. Lewma, meseleya parastina Sûriyeyê, parastina Bakurê Sûriyeyê, qala mintiqeya ewlehiyê dikin, ev hemû axaftin e. Hîn tiştek ne diyar e, wê çawa be ne diyar e. Her kes li gel xwe tiştekî diaxive, her kes armancên xwe hene, dixwazin armancên xwe pêk bînin. Hinek tişt tên axaftin, welê diyar dikin ku her kes li ser wan pêk tê. Welê didin diyarkirin. Halbûkî ne bi vî rengî ye. Tirkiye dibêje, di bin kontrola min de li gorî daxwaza min divê mintiqeya parastinê çêbibe. Emerîka tiştekî din dibêje, yên di nava koalîsyonê de cih digirin tiştekî din dibêjin. Rûsya wan tiştekî din dibêjin. Kes zêde nizane ku rastî çi ye. Ji ber wê lazim e gelê Sûriyeyê, gelê Bakurê Sûriyeyê Kurd jî di nav de guhê xwe nedin van tiştan. Yanî wê parastina xwe bi xwe bikin. Çiqasî xwe bi rêxistin kirin, çiqasî li xwe xwedî derketin, xwe kirin îrade, xwe çiqasî kir civakeke rêxistinkirî wê wextê dikarin xwe ji hemû xetereyan biparêzin, xeterî ji kîjan alî tê bila bê. Wê wextê dikarin xwe biparêzin. Kes wan naparêze, ti dewlet wan naparêze, dewlet hemû berjewendiyên xwe esas werdigirin. Ji bo berjewendiyên xwe li ser gelan lîstikan dikin. Lazim gel nehêle ku ew lîstik li ser wan bê kirin, divê wan lîstikan têk bibin, li xwe xwedî derkevin. Xwe bikin îrade, bi biryarên xwe bimeşin. Dikarin bi wan re jî têkiliyê deynin, lê belê ti carî divê guhê xwe nedin axaftinên wan, planên wan. Wê çawa mintiqeya xwe biparêzin, îrade, demokrasî, azadî, biratiya xwe biparêzin, wê çawa li dijî dagirkeran bisekinin, lazim e vê ji bo xwe esas werbigirin. Ev jî çi dixwaze? Hîn bêhtir xwe rêxistinkirinê, mezinkirina hêzên xwe yên parastinê, rabûna li ber hemû gefan dixwaze. Eger vê esas werbigirin dikarin li dijî her tiştî bisekinin. Ji hêza gelan mezintir hêz nabe. Mesela vê dawiyê Rûsya hin tişt anî ziman. Got, ‘Lazim e ew Tifaqa Edeneyê esas bê wergirtin’. Çima ev anî ziman, ne diyar e. Tifaqa Edeneyê ew e ku komploya navneteweyî pêk anî. Gelo dixwazin komploya navneteweyî careke din bi vî rengî pêk bînin? Mirov nizanin di bin de çi heye. Hinek dibêjin, bi Tifaqa Edeneyê re lazim e Tirkiye û Sûriye têkiliyê deynin. Yanî, Tirkiye zêde dewleta Sûriyeyê nas nake, bi vî rengî dixwaze Tirkiye dewleta Sûriyeyê nas bike. Hinek vê şîroveyê dikin. Hinek jî dibêjin, ‘Li gorî Tifaqa Edeneyê lazim e hem Tirkiye hem jî Sûriye, alîkariya hêzên li dijî wan neke’. Lê belê Tirkiye alîkariya hemû çeteyan dike. Yên ku Sûriyeyê xera dikin; DAÎŞ, El Nûsra, El Qaîde ew in. Li pişt hemûyan Tirkiye heye. Li Sûriyeyê, kes li dijî Tirkiyeyê nehatiye perwerdekirin, çek nedaye dest wan, li dijî Tirkiyeyê nexistiye şer, xerabiyê nake, Tirkiyeyê xera nake. Dibêjin, ‘Tirkiyeyê Tifaqa Edeneyê bi yek alî xera kiriye, êdî ew tifaq nameşe. Lazim e bi dawî bibe’. Tiştekî bi vî rengî şîrove dikin. Lê belê di bin vê de çi heye, mirov baş nizane. Ya ku em zanin, li ser Tifaqa Edeneyê komploya navneteweyî hate kirin. Yanî tifaqa ji bo tinekirina PKK’ê bû. Li ser wê komploya navneteweyî pêk hat, Rêber Apo dîl hate girtin, ji bo gelê me rêya reş hate pêşxistin, li ser wê gelek êrîş hatin kirin. Her kes vê dizane. Ji ber vê yekê, divê mirov fêhm bike bê çima Rûsya wê tifaqê tîne ziman, çima xwedî lê derdikeve. Girêdayî wê, Erdogan jî gefan li Sûriyeyê, li Rojava, li Başûr dixwe. Hem jî li Başûr, doh li Şêladizê bi teyare, bi helîkopterên xwe bomberdûman li ser gel kir, însan kuştin, birîndar kirin. Teyareyên xwe nizm firandin, camê malên milet şikandin, bomberdûman kirin, xwestin ku milet bitirsînin. Erdogan eşkere got, ‘Tiştên şaş xwestin bikin, me teyare şandin, me hemû belav kirin’. Çawa li ser Başûr li ser gelê Başûr dagirkeriyê dike bi axaftina xwe da diyarkirin. Yanî li pişt hemû pirsgirêkan Tirkiye heye. Tirkiye dixwaze hem Başûr, hem jî Rojava dagir bike, dixwaze qaşo Mîsakî Mîllî dîsa pêk bîne. Dibêje, ‘Va xak a me ye, lazim e hemû di xizmeta me de be. Gelên li van deveran jî lazim e hemû bibin Tirk’. Dixwaze Ereban jî bike Tirk, Kurdan jî bike Tirk. Dibêje, ‘Yên ku ne Tirk lazim e bibin Tirk, nebin Tirk jî lazim e nejîn’. Vê siyasetê dimeşîne.

Salvegera rizgarkirina Kobanê ye. Vê berxwedanê cihekî girîng di dîrokê de girt. Bi vê munasebetê hûn dixwazin çi bêjin?

Şehîdên Kobanê bi bîr tînim, hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim. Ew şehîd şehîdên mezin in, di dîrokê de cihekî wan ê taybet heye ji bo gelê Kurd. Ji ber ku wan lehengiyeke mezin, destaniyeke mezin afirandin. Kobanê bi vî rengî rizgar bû. Bi vê munasebetê gelê me yê Kobanê jî silav dikim, hurmeta xwe diyar dikim. Gelê Kobanê Rêber Apo baş nas dike, gelekî li xwe xwedî derdikeve, gelekî welatparêz e. Ew gel ji bo hemû şertan amade ye ku ne tenê Kobanê tevahiya gelê Kurd biparêze. Ev bi çalakiyên xwe ispart kiriye. Ji ber ku şoreşa Rojava ji wir dest pê kir, ya siyasî. Pêşengiya şoreşê kir, ji xwe ji ber wê bû hedef. Li Kobanê şerekî serdemê qewimî. Şerê Kobanê derba mezin li DAÎŞ’ê xist. Eger DAÎŞ îro ber bi tinebûnê ve diçe, vê yekê li Kobanê dest pê kir. DAÎŞ’ê heta Kobanê her tim di êrîşê de bû, her der bi dest dixist, ti dewlet jî nikarîbû li pêş bisekine. Yekemcar li Kobanê, gelê me yê Kobanê, şervanên azadiyê derba mezin li DAÎŞ’ê xistin. Têkçûna DAÎŞ’ê li wir dest pê kir û êdî ber bi dawiyê ve çû. Şerê Kobanê ne tenê ji bo Kobanê, ji bo Rojava bû. Ji bo tevahiya Sûriyeyê bû, ji bo tevahiya gelên herêmê, ji bo hêzên demokrasiyê azadiyê bû. Bi wî şerî re pêşî li tehlûkeya DAÎŞ’ê hate girtin. DAÎŞ ne tenê li dijî Kobanê, li dijî Kurdan tehlûkeye mezin bû; li dijî tevahiya Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û tevahiya însaniyetê tehlûkeyeke mezin bû. Şervanên ku li Kobanê şer kirin ji bo tevahiya însaniyetê şer kirin. Însaniyet, gelên herêmê, Kurd ji tehlûkeyeke mezin parastin. Ji ber vê yekê gelê Kurd, gelên herêmê û însaniyet deyndarê şervanên Kobanê ne. Lazim e ti carî şerê wan ji bîr neke, deynê xwe jî bide. Deynê xwe di şexsê wan şervanan, wan şehîdan ji bo gelê Kurd lazim e bidin. Ji ber ku gelê Kurd ji bo însaniyetê berdêlên mezin da. Îro jî yên ku li dijî DAÎŞ’ê sekinînin, derbe li DAÎŞ’ê dan, yên ku dawî li DAÎŞ’ê anîn, însaniyet ji tehlûkeyeke mezin parast, niha di hedefa gefên Tirkan de ne. Tirk dixwazin Rojava dagir bikin, derbê li QSD, YPG’ê bixe. Însaniyet lazime vê bibîne. Wê demê eşkere ye ku Erdogan xwedî li DAÎŞ’ê derdikeve, li dijî însaniyetê disekine. Ji ber ku Rojava, Kurdan, QSD, YPG, derb li DAÎŞ’ê dan. Eger weke ku Erdogan îdîa dike ‘li dijî DAÎŞ e’ wê wextê lazim e spasiya xwe ji bo Kurdan, QSD, YPG’ê diyar bike. Em dibînin berevajî vê dixwazin wan ji holê rakin. Ev çi nîşan dide? Esas serokê DAÎŞ’ê Erdogan e, ew li wan xwedî derdikeve. Erdogan dixwaze tola xwe ji QSD, YPG, Kurdan hilîne. Lazim e însaniyet vê bibîne, li dijî vê bisekine, li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî bisekine. Madem Kurdan, QSD xizmeteke mezin ji bo wan kir, ew ji tehlûkeyeke mezin parastin, lazim e ew jî li Kurdan, li QSD, YPG’ê xwedî derkevin li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bisekinin. Ya rast ew e. Wê wextê dikarin deynê xwe bidin. Eger vê pêk neynin ew jî dikevin xizmeta Erdogan. Erdogan, DAÎŞ wê ji vê feydeyê bibîne, însaniyet jî zerareke mezin dibîne. Ji ber vê Kobanê hem di dîroka Kurdan de hem jî dîroka Rojhilata Navîn û însaniyetê de cihekî xwe yê bi rûmet, taybet heye. Erdogan digot ‘Erdogan ket, wê bikeve. Dor wê bê Efrîn’. Eşkere wiha digot. Ji vê jî kêfxweş dibû. Wexta ku Kobanê rizgar bû û DAÎŞ’ê derb xwar, ne tenê DAÎŞ’ê derb xwar, esas Erdogan derb xwar. Derba mezin Erdogan xwar. Ji ber vê yekê ewqasî dijminiyê bo Rojava dike, bo gelê Kurd, QSD, YPG’ê dike. Dibêje, ‘We derba mezin li min xist, we nehişt ku ez planên xwe bimeşînim. We ez xistim xeteriyê’. Lewma dixwaze tola xwe hilîne. Kurd vê baş fêhm dikin, lazim e însaniyet jî vê fêhm bike. Bi munasebeta salvegera rizgariya Kobanê însaniyet lazim e li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bisekine, dostaniya xwe ya bi Kurdan re bi pêş bixe. Ji bo Kurdan statu bixwaze, alîkariya wê bike, bêje ‘Bê statu Kurd nikare bijî’. Ji ber ku Kurdan xizmeteke mezin ji bo însaniyetê kir, însaniyet jî lazim e ji bo Kurdan vê statuyê bixwaze, biafirîne û li vê xwedî derkeve. Di salvegera rizgariya Kobanê de tişta bê kirin esas ew e. Di salvegera rizgarkirina Kobanê de Erdogan çi dike? Li Şêladizê, Dêralokê Kurdan dikuje. Ji bo Rojava jî dibêje ‘ez ê têkevim, min haziriyên xwe hemû kiriye. Ez ê hemûyan paqij bikim’. Ji ber ku DAÎŞ jî êdî ber bi dawiyê ve diçe, derbê mezin dixwe. Her ku derba mezin dixwe bêhtir har dibe, hîn bêhtir dixwaze êrîş bike û zerarê bide, tolê hilîne. Dibêje ‘Bi vî rengî belkî ez li ser piyan bisekinim’. Çi dike bila bike, êdî nikare li ser piyan bisekine. Her ku diçe ber bi dawiyê ve diçe. Gelê Kurd wê wî ber bi dawiyê ve bibe. Çalakiyên ku gelê Kurd dike, berdêlên ku dide ji bo rizgariya ji nava koletiyê ye. Ji bo jiyaneke azad e. Biryara vê daye, bi biryar û cesaret vê dimeşîne. Ji ber vê yekê jî her ku diçe teng dibe, ber bi dawiyê ve diçe, dawiya wan jî wê pêk bê. Lazime her kes rastiya ku Erdogan-Bahçelî tê de ye baş bibîne, bi gefê wan, bi zilma wan, wan xurt nebîne. Yên zeîfin van tiştan dikin, yên ku ber bi windakirinê ve diçin van tiştan dikin. Xurt be van tiştan nakin. Lazim e her kes vê bibîne. Gelê Kurd wezîfeya xwe pêk tîne, gelê Tirkiyeyê jî demokratên wan, rewşenbîr, akademîsyenên wan, çepa wan; yên ku li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî disekinin hemû divê çalakiyên ku Leyla Guven pêşengiyê jê re dike bibînin, ew çalakî ji bo wan e jî, di vê çalakiyê de lazim e bibin yek. Eger bibin yek wê ev rejîm zûtir têk biçe