Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ê diyar kir ku siyaseta qirêj a dewleta Tirk û PDK bi hev re dikin, ji bo gelê Kurd xeteriyek mezin ava kir, ev bang kir; Divê PDK soz bide ku sîxûriya Tirkiyeyê neke. Xizmeta siyaseta qirkirinê neke.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ê ji Bernameya Taybet a Stêrk Tv re axivî, li ser pêşketin û bûyerên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, têkildarî PDK’ê nirxandinên girîng kir.

Bayik bal kişand ku sala 22’an a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pey xwe hiştin û got ku 22 sal in berxwedanekî dîrokî tê kirin. Bayik bibîr xist ku Ocalan ji bo gelê Kurd û mirovahiyê li ber xwe dide, divê gelê Kurd û dostên wan jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê bikin.

Bayik ê bal kişand ser serdana heyeta Parastinê ya Tirk Hûlûsî Akar a ji bo Bexda û Hewlêrê got: “Weke tê zanîn komploya navneteweyî li Şamê destpê kir. Dixwazin vê li Iraq û Başûrê Kurdistanê dom bikin ku bigihêjin encamê. Ji bo komploya li Şamê destpê kir bigihêje encamê gelek taktîk û rêbazên stratejîk pêk anîn. Kesên mîna Hûlûsî Akar û Hakan Fîdan li Başûrê Kurdistanê û Iraqê hevdîtin kirin.

Tirkiye û PDK bi pîlanekê dixwazin PKK’ê tesfiye bikin û dixwazin Iraqê jî tevlî vê planê bikin. Lê ji ber di vê planê de ti berjewendiyeke Iraqê nîne, vê carê jî bi şantaj û tehdîdan, dixwazin tevlî bikin. Ev rewşek pir cidî ye, divê her kes vê bibîne û fam bike. PDK berê bi dizî li dijî PKK’ê radibû, dijminatî dikir. Bi Tirkiyeyê re bi veşartî tevger dikir, niha vê dijminahiyê bi vekirî dike.”

Hevpeyvîna Hevserokê Konseya Rêvber a KCK’ê Cemîl Bayik a di Stêr Tv de wiha ye:

Tecrîd û sîstemeke ku gihiştiye asta êşkenceyeke dijwar li ser Rêber Apo dewam dike, 22 sal li pey xwe hişt, em ber bi salvegera komploya 15’ê Sibatê ve dibin, hûn li ser vê mijarê çi dibêjin?

Berî ku ez bersiva pirsa we bidin. Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, di şexsê Rêber Apo de li dijî gel û tevgera me tê pêşxistin, şermezar dikim. Di bin dirûşmeya Halîl Oral de li dijî komployê sekinî. Li dorî Rêber Apo xelekek ji agir hate pêşxistin ku komplo xwe negihîne Rêber Apo, di vê têkoşînê de gelek şehîd çêbûn. Bi vê boneyê ez wan hemû şehîdan bibîr tînim, rêzdariyê xwe ji bo wan nîşan didim.

Hedefa Komploya Navneteweyî dixwastin ku di şexsê Rêber Apo de tevgera PKK’ê tesfiye bikin ku bikarin qira gelê Kurd bînin. Armanc ew bû. Wexta ku Rêber Apo dîl girtin, her kesê got ku, ‘PKK temam bû, xilas bû.’ Kesê bawer nedikir ku wê PKK, dewam bike û wisa mezin bibe. Bandorê li ser siyaseta cîhanê bike, heta wê wextê hinekan digotin; ‘Temenê PKK’ê 6 meh maye, heta 6 mehên din PKK namîne.’ Lê PKK’ê berdewam kir, hem jî mezin berdewam kir. Çima? Ji ber ku bingehekî wê pir xurt îdeolojî û rêxistinî hebû, ji bo wê yekê çiqas xwestin PKK’ê tesfiey bikin, qira Kurdan jî bînin, negihiştin armancên xwe. Ji ber ku wana rastiya Rêber Apo, rastiya PKK’ê îdeolojiya wê, felsefeya wê, rêxistina wê, têkoşîna wê baş fam nekiribûn. Di cîhanê de gelek komplo pêşxistibûn, digotin; ‘bi vê komployê jî çawa me encam berê girtibûn, em ê niha jî bigirin.’ Pir piştre fam kirin ku ev tevger ne weke tevgerên din e. Wisa nikarin rehet encam bigirin. Wê jî xwestin ku bi komployê nûbûnan çêbikin, ji bo bikarin komployê dewam bikin û bikarin hedefên xwe pêk bînin. Rêber Apo, li dijî komployê sekinî. Ji ber ku Rêber Apo fêm kir, hedefê vê komployê ji bo gelê Kurd, ji bo mirovahiyê çiye? Ji bo wê bi berpirsyarî nêzîk bû. Berpirsyariyeke dîrokî da ser milê xwe. Di aliyê fikir de nûbûn pêş xist. Hem di PKK’ê û hem jî gelê Kurd de nûbûn da çêkirin. Yek jî ne tenê bo gelê Kurd, ji bo mirovahiyê jî bikarin pirsgirêkên xwe bi demokrasî, azadî edaletê çêbikin, paradigmayek pêş xist. Paradîgmayek sosyalîzmê pêş xist. Vê komplo vala derxist. Xizmetek pir mezin bo gelê Kurd, PKK’ê û mirovahiyê pêş xist. Bi vê jî xwe li ser linga hişt, hem partî û hem gel li ser lingan hişt, ji bo mirovahiyê jî hêviyeke mezin çêkir. Niha komploya navneteweyî 22 salên xwe temam dike, em dikevin sala 23’an. Yanî di nava van 22 salan de Rêber Apo têkoşîneke dîrok pêş xist, hê jî vê pêş dixe. Divê her kes, hem kadroyê milîtanê vê tevgerê, hem gelê Kurd û hem jî mirovahî vê berxwedanê baş fêm bike û wate bide vê berxwedanê. Ji ber ku berxwedana çêbû, ne weke berxwedaneke asayî ye, kes nikare di şert mercên li Îmraliyê ku tabûtek e, li vê derê berxwedanekî dîrokî bo PKK’ê, gelê Kurd û mirovahiyê pêş bixe, nûbûnan çêbike, hêviyên mezin çêbike. Tevgerê mezin bike. Ev ne mimkûn e. Eger ku Rêber Apo ew nûbûna çêkir, ev hêvî da çêkirin, hê jî li ser vî esasî xizmetê tevgerê, mirovahiyê dike, sedemê vê hene. Eger ku girêdayînên Rêber Apo ji bo partî, hevaltî, bo gel û bo mivrovahiyê, ji bo şehîd û azadiyê nebûna, ne mimkûn bû di nava şertên Îmarliyê de ku mîna tabûtê ye, wisa 22 salan berxwedanekî dîrokî pêş bixistana. Ev berxwedan, berxwedana gelê Kurd e, berxwedana mirovahiyê ku ji bo azadî, demokrasî û edaletê têkoşînê dike ye. Ji bo wê berxwedanekî dîrokî ye. Vê berxwedanê Rêber Apo xizmetekî mezin ji bo mirovahiyê pêş xist. Ji bo wê jî, divê her kesek vê bibîne. Madem ku Rêber Apo ev berxwedan pêş xist û hêvî çêkir, ew hêvî jî mezin kir; wê wextê berpirsyariyê her kesê jî mezin dike. Hem ji bo milîtanê PKK’ê hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo yên li cîhanê ji bo azadî, demokrasî û edaletê tekoşîn dike. Divê bizanin ku berpirsyariyeke dîrokî li ser milê wan heye. Ji bo wê divê ew vê berpirsyariyê ya li ber Rêber Apo pêk bîne. Rêber Apo ji bo gelê Kurd û mirovahiyê jî gelek tişt pêş xistin. Vaya, bi Rêbertiyeke nû pêş xist. Di dîroka gelê Kurd de, dîrokeke nû ye. Di bin vê Rêbertiyê de ew dîrok pêş ket, ew nûbûn, guhertin pêş ketin û hêvî hatin çêkirin. Bi taybet jî vê Rêbertiyê çawa gelê Kurd li cîhanê da naskirin, rûmeta gelê Kurd çêkir, kir gelek mînak. Ji bo wê her kes li gelê Kurd hêviyê werdigire û ji bo xwe dike mînak. Di vir de xizmetekî pir mezin çêkir, vê Rêbertiyê yek jî hem ji bo jin a Kurd û hem jî jinên cîhanê jî xizmetekî pir mezin pêş xist. Belkî li cîhanê li ser pirsgirêkên jin gelek kes rawestiyane, xizmet kirine, lê xizmeta ku Rêber Apo pêş xistî ji her kesê zêdetir e. Çima, ji bo jina Kurd û jinên cîhanê teoriyek, îdeolojiyek, felsefeyek, rêxistina û têkoşîna wê pêş xist. Li cîhanê kesekê ti carê ji bo jinê ev kar nekiriye. Baweriya min ew e ku li pêşiya me, Rêber Apo wê di cîhanê de wê bi Rêbertiya jin bê naskirin û fêmkirin. Ji ber ku ji bo jin tekoşîna ku pêş xistî, ne tenê ji bo jin dike hêz, rûmeta jin çêdike, ji koletiyê rizgar dike; vaye azadiya zilma, azadiya civakê jî çêdike. Azadiya mirovahiyê jî çêdike. Mirovahiyê ji bo azadiya civakê ji bo demokrasiyê gelek têkoşîn kir û berdêlên mezin da. Di vê de belkî pêngav jî pêk xistin, lê negihişte tam hedefê xwe. Rêber Apo bi azadiya jinê, ew hedefa ji bo mirovahiyê pêş xist. Ji bo wê xizmetekî mezin kir ji bo mirovahiyê. Ji bo wê jî, divê hemû milîtanên PKK’ê, gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn li cîhanê yên ji bo sosyalîzmê, edalet, demokrasî û azadiyê têkoşîn dikin, taybet jin û ciwan divê xwe deyndarê Rêber Apo bibînin. Divê vî deynî bidin. A ku ji her kesê tê xwestin ew e. Ji bo wê em dibêjin; ‘Dem dema azadiyê ye’ ji bo wê, em azadiya Rêber Apo dikin navend. Ji ber ku Rêbertiyeke eger bi fîzîkî azad bibe, ev ne tenê azadiya Rêber Apo ye, di şexsê Rêber Apo de, ew fikirê ku bi sed salan bi ser gelê Kurd tê meşandin a fikrê siyaseta qirkirinê wê dawî bibe. Ev yek wê ne tenê li Tirkiye dawî bibe wê li Rojhilata Navîn jî guhertinên mezin di aliyê demokrasî û azadiyê de mezin pêş bixe. Ev wê bandorekî mezin li ser têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li cîhanê çêbike.

Pêşketinên demê dawî pêk tên, nirxandinên we vê yekê piştrast dike. Weke berê nîne, derveyî Kurdistanê ji Afrîkaya Başûr bigire heta Ewropa û Îngilîstanê li gelek deverên cîhanê rewşenbîr, hunermend, nivîskar, akademîsyen û siyasetmedar zêdetir xwedî li Rêber Apo derdikevin. Li gor we sedama vê çiye?

Niha li Îngîltereyê sendîkaya Îngîltereyê, Sendîkaya Spanya, li Başûrê Afrîqa Konfederasyona Sendîka, gelek şaredariyên Îtalya, dîsa rewşenbîr nivîskarên Misir, di şexsê wan de di nava Ereban de, pêşketin hene. Li Başûrê Kurdistanê rewşenbîr, nivîskar ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn dikin. Tekoşîneke mezin li cîhanê pêş dikeve. Belkî destpêkê ji sendîkaya Îngîltere destpê kir, lê îro her diçe li cîhanê belav dibe. Ez hemûyan spas dikim û rêzdariyên xwe pêşkêşî wan dikim. Karekî pir pîroz pêş dixin. Ew kare, ne tenê ji bo Rêber Apo ye, di şexsê Rêber Apo de ji bo hemû mirovahiyê ye. Ji bo wê karekî pîroz e. Ev sendîkayan e tê zanîn wextekê ji bo Mandela jî ev kampanya û têkoşîn kir. Di encama wan kampanya de Mandela ji girtîgehê derket. Ew siyaseta ku li Başûrê Afrîqa li dijî gelê Afrîqa dihate kirin, bi dawî bû. Guhertinekî mezin çêbû bi wê kampanyan re, encamekî mezin pêş xist. Yên ku ew kampanya ji bo Mandela pêş xistin, niha jî ji bo Rêber Apo jî pêş dixin. Wateya wê girîng e. Çawa wê kampanyayê Mandela rizgar kirin. Siyaseta faşîst a nîjatperest a li Afrîqa dihate pêxistin dawî kirin. Bi vê kampanyê dixwazin Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin, siyaseta ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd îro taybet dimeşîn ku di dîrokê de li dijî gelek Kurdan pêş xistiye, qirkirin pêk anîne, niha jî dixwazin li ser Kurdan pêş bixin. Siyasetekî faşîst û nîjatperest e, bi dawî bikin. Guhertinekî mezin çêbikin. Ji bo wê, karê ku dikin karekî pîroz e. Ev sendîkane, şaredarî, ew rewşenbîr, nivîskar ji bo çi vê kampanyayê didin domandin? A yekeme xwedî li Rêber Apo derdikevin. Ji ber ku Rêber Apo Rêberê Gelê Kurd de di şexsê Rêber Apo de xwedî li gelê Kurd derdikevin. Li dijî qirkirinê disekinin. A duyemîn jî, dibînin ku Rêber Apo pradîgmaya pêş xistî, pirsgirêkên mirovahiyê çareser dike. Daxwaziyên mirovahiyê, hêviyên mirovahiyê pêk tînin. Daxwaza wan û hêviyên wan çine? demokrasî azadî, edalet û wekhevî ye. Dibînin ku Rêber Apo vê ya temsîl dike. Ji bo wê xwedî li Rêber Apo derdikevin vê têkoşînê dikin. Ji ber ku hedefê wan hemûyan jî demokrasî, edalet û azadi ye. Dibînin ku hêvî û daxwaziyên wan Rêber Apo temsîl dikin. Li Rêber Apo xwedî derketin, wateya wê çiye? li xwe û pêşeroja xwe xwedî derketine. Ji ber ku Rêber Apo li nirxên mirovahiyê xwedî derdikeve. Nirxên Serok Apo azadî, demokrasî, edalet, wekhevî, wijdanê mirovahiyê, exlaqê mirovahiyê ye, civakî, civakbûne, ji bo wê xwedî derdikeve. Ev hemû hedefên wan in jî. Eger ku xwedî derdikevin, ji bo wê xwedî derdikevin. Rêber Apo ji bo ku mirovahî temsîl dike, ji bo mirovahiyê tekoşîn dike; mirovahî jî ji bo wê xwedî li Rêber Apo derdikevin. Rêber Apo ji ber ku Rêbertiyeke ne tenê bo Kurda kar dike, heman demê mirovahiyê jî pêş dixe. Nirxên mirovahiyê jî her tim bilind dike. Ji bo wê li Rêber Apo xwedî derdikevin. Baweriya min ew e ku ev xwedîderketina ku her diçe wê hê zêdetir berfireh bibe û mezintir bibe. A ku ji milîtanê vê tevgerê û gelê Kurd tê xwestin çiye? divê vê kampanya li cîhanê hatiye destpêkirin hê zêdetir xurtir bike. Ji bo wê divê fikrê Rêber Apo, pradîgmaya Rêber Apo belav bikin. Parêznameyên Rêber Apo hene, divê wan bigihînin her kesê. Her kes li ser vî bingehî nîqaş bikin, bidin fêmkirin. Ji bo ev kampanya hê zêdetir fireh û kûr bibe ku bikare encamek bide berî her tiştî erkekî me ye. Berî her kesê erka milîtanê vê tevgerê û yê ku dibêje ez Kurd im, li welatparêziyê xwedî derdikeve, divê vê erkê pêk bîne. Çawa ku Rêber Apo li tabûta Îmralî bi erka xwe radibe, divê em jî erka xwe ya li hember Rêber Apo pêk bînin.

Niha, li vir ez dixwazim bal bikişînim ser nuqteyekê; li cîhanê her ku diçe kampanya ji bo fizîkî ya azadiya Rêber Apo pêş dikeve, lê li Başûr siyasetmedarên Başûr, rêxistinên Başûr zêde tevlî vê kampanyê nabe. Gelê me yê başûr tevlî dibe. Rewşenbîr, nivîskar tevlî dibe. Lê siyasetmedar, partî û rêxistin tevlî nabin. Va nuqteyekî esas e û cidî ye jî. Yanî li cîhanê her kes li azadiya Rêber Apo xwedî derdikeve, yên ku xwedî derdikevin esas Kurd in, em dibînin li hemû beşê Kurdistanê gel xwedî derdikevin, siyasetmedar, rêxistin û rewşenbîr xwedî derdikevin, lê başûr siyasetmedar û rêxistin xwedî dernakevin. Divê gelê me jî vê ya baş fêm bike.

Herî dawî we jî şopand Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar serdana Iraq û Başûrê Kurdistanê kir. Bi rayedarên Iraqê re jî civiyan, lê ya herî balkêş li Başûr bi Mesrûr, Nêçîrvan û Mesûd Barzanî re civiyan. Diyar e ku li ser PKK’ê nîqaş kirin, lewra daxuyaniyên Akar wisa bûn. Em dibînin gel ji van têkiliyên ku PDK û dewleta Tirk pêş dikevin ne rehetin. Li gel vê jî ev têkilî tên domadin, sedema vê çiye? We got li Başûr gel xwedî li Rêber Apo derdikevin lê siyasetmedar û rêxistinên Başûr dernakevin, divê helwestekî çawa li hemberî van pêşketin û vê rastiyê bê nîşandan?

Niha li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin. PKK di bin rêbertiya Rêber Apo de li dijî vê siyasetê sekinî. Gelê Kurd ji bo ji qirkirinê rizgar bike, xwest weke hemû gelên cîhanê li ser welatê xwe bi azadî, nasname û nirxên wan bide jiyîn. Ji bo wê ji bo gelê Kurd tekoşînekî dîrokî pêş xist. Ne hişt ku dewletên dagirker ê faşîst ê qirker, dîsa bi taybet siyaseta qirker a dewleta Tirk bi dawî bike. Bi gelek şêwazan xwest vê siyasetê bimeşînin, lê PKK’ê rê neda vê. Dîtin ku bi siyaseta ku heta niha meşandî nikarin. Ji bo wê Tirkiye guhertinek ji bo xwe esas girtin. Li Tirkiye di rejîmê de guhertin çêkir. Rejîmekî serokkomarê li Tirkiye pêş xist. Ew temamî ji bo bikarin qirkirina Kurd pêş bixin, pêk anîn. Sedema wê ew e. Ji ber ku weke din nikaribûn qirkirinê temam bikin. PKK’ê ev vala derxist. Dîtin ku heta PKK’ê tesfiye nekin, nikarin vê armancê pêk bînin. Ji bo wê jî lazime divê di sîstemê de guhertinê çêbikin. Niha sîstema li Tirkiye Tayyîp Erdogan, Bahçalî, Ergenekon dimeşîne, ji bo wê hate pêşxistin. Armanc ew e. Niha, Tirkiye siyaseta xwe ya hundir a derve bi temamî li ser qirkirina Kurdan pêş dixe. Yekan e armanca wan ew e ku çawa bikarin PKK’ê tesfiye bikin û qirkirina Kurd jî temam bikin. Qirkirina ne tenê li Bakur esas digirin, temamî li hemû başên Kurdistanê ji bo xwe kirine armanc. Dijminê tevahî Kurdan e. Ne tenê dijminê PKK’ê an jî kurdên li gel PKK’ê cih digirin, yan jî Kurdên azadiyê dixwazin. Belkî destpêkê vê dikin hedef, lê hedefê xwe temamî tinekirina Kurdan e. Her ku diçe ev zêdetir tê famkirin. Niha Tirkiye yek jî endamê NATO’yê ye, eleqeya xwe bi Yekîtiya Ewropa re heye, bi van têkiliyên xwe şantaj û tehdîdan jî li her kesê dike. Ji vê hêzê werdigre, bi vê hêzê dixwaze hedefa xwe pêk bîne. Li gel vana yek jî, Şerekî Cîhanê yê Sêyemîn tê meşandin. Dixwazin di vî şerî de encam bigirin, di vî şerî de qirkirinê temam bikin. Wisa hesab dikin, dikarin vê hedefa xwe pêk bnînin. Lê astengiya herî mezin PKK ye. Heta ku PKK’ê tesfiye neke, nikare vê hedefê pêk bîne. Ji bo wê bi hemû hêza xwe dixwaze PKK’ê tesfiye bike. Tê zanîn Komploya Navneteweyî li Şamê destpê kir, vêya Iraq li Başûr dewam dike, dixwaze temam bike. Ji bo wê wexta li Şamê destpê kirin, heta niha di vir de israr dikin. Gelek textîk guhertin ku bikarin komplo bigihînin hedefê.

Hatina Hûlûsî Akar, Hakan Fîdan, Fermnadarên Giştî bi şêwazê heyet, hem serdana Iraqê û hem jî li Hewlêrê jî bi rêveberên PDK’ê re civiyan. Bi Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re civiyan. Ev hatin bi temamî ji bo PKK’ê tesfiye bikin e. Ev hêzekî leşkerî û îstixbaretî ye. Ne weke hêzekî aborî û siyasî ye. Eger heyetek ji hêzekî leşkerî û îstixbaretê çêbikî, her kes zane armanca wan operasyonên leşkerî ne. Ji bo wê zarok jî vê fam dike. Ê niha di tesfiyekitina PKK’ê de ti berjewendiyeke zêde ya Iraqê nîne, ji bo wê li ser Iraqê re şantaj û tahdîdan dike. Vê hem Tirkiye û hem jî PDK dimeşîne. Ji ber ku Iraq pirsgirêkên xwe yên giran hene, hinek lewaziyên xwe hene, nikare li dijî vanan bisekine; vana ji vê sûd dibînin. Tehdît û şantajan li ser hev li ser Iraqê çêdikin ku Iraqê jî tevlî vê bikin, ji bo ku bikarin hedefê xwe pêk bînin. Niha, komplo Tirkiye wê PDK’ê di pratîk de esas dimeşîne. Ji bo wê Tirkiye û PDK bi hev re pîlanekê dimeşînin. Dixwazin Iraqê jî tevlî vê bikin ji bo ku berjewendiyên Iraqê zêde têde nîne, bi şantaj û tehdîdan li ser dikin. Ev rewşekî pir cidî ye, divê her kes vê fam bike. Niha, PDK berê bi dizî dijmininahiya PKK’ê dikir, bi dizî li gel Tirkiye li dijî PKK’ê disekin. Lê niha îro vê bi eşkere dike. Bi hatina Hûlûsî Akar êdî her tişt eşkere kir. Tiştekî veşêrin nema. Çima eşkere dikin? Ji ber ku heta niha bi dizî dikirin, encam nedigirtin. Ji bo wê neçar man ku eşkere dikin. Ji xwe her kesê fam kir, dîtin. Tehşîr bûye. Hem Tirkiye û hem PDK. Di siyaseta li dijî Kurd û PKK’ê dimeşînin de tehşîr bûye.

Ji ber wê ne pêwîste ku êdî veşêrin ji ber wê bi eşker dijminahiyê dikin. Siyaseta ku PDK dimeşîne bi temamî di xizmeta dewleta Tirkiyeyê de ye. Xizmeta qirkirina Kurdan dike. Tirkiye ji ber ku pêwîstiya xwe bi PDK’ê heye di tesfiyekirina PKK’ê û qirkirina Kurd de, ji bo wê nayê li ser PDK’ê û çavê xwe digre. Ji ber PDK li gel Tirkiyê dijminahiyê bi PKK’ê ji Kurdan re neke, ji ber vê çendê Tirkiye nikare bi xwe hedefa xwe tesfiye û qir bike. Ji bo vê pêwîstiya wê bi PDK’ê heye ji ber wê dengê xwe dernaxe. Mirov li dîrokê binêre hertim dewletên dagirker hinek Kurd li gel xwe bikar anîne. Çi dema ku derbe li Kurdan da, dibêje yê ku xiyanet li gelê xwe kirî wê ji bo min jî hîn xiyanetên mezintir bike, pêwîste jiyan neke û hemû jî kuştine. Ger ku mirov dîrokê baş lêkolîn bike mirov wê vê baş bibîne. Ji bo wê pêwîste PDK ji dîrokê encamekê bigre, wisa xizmeta vê siyasetê neke, niha yê ku hatî Mesûd, Mesrûr û Nêçîr dîtî kîne? Heyetekî leşkeriye û îstixbarat e. Vana hatin dîtin û piştre jî ji xwe daxuyanî dan û gotin, ‘em keyfxweşin, hûnê piştre bibînin Nêçîr di van hevdîtinan de, em ê li bejayiyê jî xwe belav bikin û em ê encamê jî werbigrin.’ Ev bi eşkere gotin û ne veşartin. Ev dide diyar kirin ku PDK ji siyaseta Tirk re xizmetê dike, ketiye di bin xizmeta wê de, bi hev re li dijî PKK’ê planekê dimeşînin, amadekariyên wê dikin. Pêwîste PDK xwe nêzî van neke ji ber ku ev leşker û îstixbaratin û erka wan jî şer e. Yê ku niha dixwazin PKK’ê tesfiye bikin evin. Ev eşkereye û her kes vê dizane. Ji xwe bi xwe jî vê eşkere dibêjin, diçin kûderê jî dibêjin. Çawa ku PDK nêzîkî wan bibe, bi wan re têkilî bimeşîne, bi wan re planên hevpar bimeşîne. Ev bi telokeye ev ji bo hemû Kurdan talokeye, ev xizmeta Kurdan nake xizmeta PDK’ê jî nake, tenê xizmeta dewleta Tirk dike, xizmeta qirkirina siyaseta wan dike. Ev rewşek pir cidiye. Pêwîste gelê Kurd van baş fam bike. Ev planên ku dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê dixwaze li dijî PKK’ê li dijî Kurdan bimeşîne, tenê PKK’ê eleqeder nake hemû Kurdan eleqeder dike. Îro PKK rûmet û şerefa Kurd e, yê ku Kurd li cîhanê dayî naskirine, yê ku li cîhanê rêz ji bo Kurd çêkiriye, Kurd kiriye mînak ji bo cîhanê. Niha PKK li tevahî Kurdistanê rûh dide gelê Kurd, hest û rûhê gelê Kurd mezin dike, têkoşîna wê mezin dike, nirxê wî mezin dike. Êrîşkirina PKK’ê êrîşa li dijî gelê Kurd tevahiye. Netenê wisa êrîşa li ser PKK’ê ye, êrîşa li ser Kurdên ku li gel PKK’ê tevger dike ye. Dewleta Tirk dizane ku ger derbeyê li PKK’ê bixe, wê bi hêsantir li yên din bixin. Ji ber ku li dîrokê jî wisa kiriye. Kê berxwedan kiriye, kê derbe kiriye yê ku alîkariya Tirkiyeyê jî kiriye hemû di seatekê de tesfiye kirine. Ev rastiyeke. Ji bo vê pêwîste ku kes ne bêje ev hevdîtinên PDK û Tirkiye tenê li dijî PKK’ê ne, ti eleqeye min li gel nîne, bandorek a wê li ser min çênabe. Dibe ku di kesayeta PKK’ê de ev hevdîtin pêk werin, lê di rastiye xwe de ji bo tesfiyekirina gelê Kurd tevahiye. Talokeyek mezin ji bo gelê Kurd çêdike. Pêwîste her kes vê cidî bibîne. Me ne xwest ku ti caran PDK bi dewleta Tirk re wer planan bimeşîne. Wisa xizmeta tesfiyekirina PKK’ê û qirkirina gelê Kurd bike. Lê mixabin tiştên ku çêdibin li ber çava ye. Pêwîste her kesek vê bibîne. Ji bo Kurdan rojev ev e, rojeva yekemîne. Pêwîste Kurd rojeveke din ji bo xwe çênekin, gel rojeveke din ji bo xwe çêbikin xwe dixapînin û dikevin xefletê. Wê çawa li dijî vê siyasetê rawestin û nehîlin ku PDK û Tirkiye pêkve vê siyaseta qirkirinê pêş bixe. Pêwîste li dijî vê rawestin û rê nedin ku kes vê siyasetê bimeşînin, ji ber ku bimeşînin wê ziyanê bidin tevahî gelê Kurd. Halbûkî gelê Kurd di dîroka xwe de firsendekî mezin bidestxistiye ku bi karibe azadiya xwe çêbike. Lê belê dewleta Tirk dixwaze bi PDK’ê re Kurdan û van destkeftiyan ji holê rake. Ji bo ku Kurd di vî Şerê Cîhanê yê Sêyem de jî negihin mafê xwe ku negehin mafê xwe wê demê Kurd tesfiye dibin, ji bo wê kar dikin. Ger ku dewleta Tirk ji bo Kurdan wisa kar dike, divê Kurd jî vê yekê bibîne û li dijî taloke û xeteriyê raweste, ji bo xwe têkoşînê mezin bikin. Niha gelek daxivin dibêjin yekîtiya netewî pêwîste û başe ku wê tînin ziman. Lê belê îro yekîtiyek netewî nîne, herkes vê dibîne, ji xwe dijmin jî ji vê sudê werdigre. Îro rojev ne ew e, rojev çawa pêşî li talokeyê girtin e, çawe ku PDK li gel Tirkiye êrîş neke. Ji ber ku ew pêkve dixwazin êrîşekê pêşbixin, ev ji bo Kurdan talokeye. Pêwîste pêşiya vê bigrin, ger ku pêşiya vê girtin û li dijî vê rawestiyan, wê demê ev xizmeta yekîtiya Kurd dike û li ser vê yekîtiya Kurd pêş dikeve. Ger ku pêşiya vê neyê girtin bi navê Kurd tiştek namîne. Taloke wisa mezin e, ji ber vê PKK dixwaze li Kurd bide qezenc kirin, dixwaze li pêşiya talokeyê raweste, ji bo wê dewleta Tirkiye dike hedef. Bi hêza xwe tenê têrê nake ger ku bi navê Kurd jî PDK’ê bide gel xwe wê demê dikare herkesî jî bixapîne. Wê demê dikare hedefa xwe pêk bîne. Niha PDK bi navê hikûmeta Başûr dibêje ez vê siyasetê dimeşînim, çi mafê xwe nîne bi navê hikûmeta Başûr vê siyasetê bimeşîne. Ji ber ku di hikûmetê de, Yekîtî û Goran ew jî cih digrin, di parlementoyê de partiyên Îslamî jî hene. Ev yek jî ne li gel vê siyasetê ne. Ev bi PDK’ê re li gel Tirkiyeyê nerûniştine û biryarek nedane. Ji xwe bi xwe jî daxuyaniyê didin û dibêjin; ‘em ji derveyî van tiştan e, ev biryarane ne yên hikumetê ne, yên PDK’ê ne.’ Wê demê pêwîste ev partî vê ne pejirînin, li dijî vê rawestin bibêjin tu nikarî bi navê hikûmetê bi navê gelê Başr bi Tirkiyê re biryara bigrî, wisa planan pêkve bimeşînî, tu nikarî li dijî PKK’ê wisa şer pêş bixî pêwîste li dijî vê rawestin. Em dizanin gelê me yê Başûr, rewşenbîr, nivîskar, hunermend li dijî vê ne û ji ber ku gelê me yê Başûr çi yê Behdînan çi yê Soran be gelekî welatparêze û gelek bedel dane. Li gel vê gelê me yê Başûr dizane ku PKK ji bo wan wateya parastinê ye. Ger ku destkeftî bidest xistine ev bidestê PKK’ê çêbûne, vê baş dizanin. Ji bo wê ew partiyên Başûr pêwîste li dijî PDK’ê rawestin û bêjin, ‘bi navê Başûr, bi navê me, bi navê hikumetê vê siyasetê nemeşîne.’ Niha PDK dibêje; ‘statûya me nas nakin, me nas nakin, hikümeta me nas nakin û pêşmergên me dikujin,’ ev hemû xapandin e. Yê ku vê dibijîn jî dizanin ku di nava ew statûya li Başûr çêbûyî de jî kedeke mezin a PKK’ê heye. Yê ku dijminahiya PKK’ê dikin jî bi siyaseta PKK’ê destkeftiyan bi dest dixin. Ger ku PKK nebe Tirkiye silavekê jî nade kesê, dem ku PKK derneketî, têkoşîn nekirî silav nedidan kesekî li Başûr. Çi demê silav dan, dema ku PKK derket û têkoşîn kir ku PKK’ê Tirkiye xist zoriyê wê demê neçarî wana kir û silav dan wa. Ji ber ku PKK’ê Tirkiye neçarî wana kir ku Tirkiye neçar bû gelek destkeftî ji wan re bihêle. Ev rastiyeke, tenê yekî wijdana xwe winda bike dikare vê yekê înkar bike. PKK nebe statûya wan rojekê jî be namîne, yê ku statûyê diparêze PKK ye. Yê ku statûyê dixe talokeyê PDK ye. Bi Tirkiyê re xizmeta siyaseta qirkirina gelê Kurd dike û dawiya gelê Kurd tîne. Destkeftiyên bi destê Kurdan ketîn ji holê radikin, rastî ew e. Me bi gelek caran gotiye em statûyê diparêzin, me îsbat jî kiriye di pratîkê de ne wisa di gotinê de, vê yekê herkes dizane, em ne li dijî statûyê ne, ne li dijî hikumetê ne, ne li dijî pêşmerge ne meseleyek me ne statûyê re ne pêşmerge re nîne. Em dixwazin li gel Başûr xizmeta gelê Kurd bikin li dijî dijminên gelê Kurd rawestin, daxwaziya me ew e. Firsendeke dîrokî ji bo Kurdan derketiye em dibêjin pêwîste kes lingê xwe lê nede, her kesek xizmetê bike ku Kurd ji vê rewşê derbikeve û bi azadî bijî. Ya ku em ji bo herkesê dixwazin ev e, rastî ev e. Niha li vir ez dixwazim bi navê tevgera me sozekê bidim hem gelê Kurd hem gelê cîhanê, em statûya başûr jî qebûl dikin, hikûmet û pêşmerge jî qebûl dikin, ti meseleyên me bi wan re nîne. Li beramberî vê ez dixwazim PDK jî li ser vê soz bide ku sîxûrtiyê ji bo Tirkiye neke ku li cihê Tirkiyê parastina Tirkiyê ya leşkerî neke, xizmeta qirkirina gelê Kurd neke, bila ew jî soza vê bide. Ger soza vê bidin wê demê wê pirsgirêkên gelê Kurd wê bi hêsanî çareser bibe. Pêwîste gelê me hemû li beşên ji derve jî li ser vê xalê raweste, daxwaziya min ji gelê me ev e. Ev dikeve xizmeta gelê me. Li vir ez dixwazim vê jî bêjim kes nikare pêşiya têkoşîn, berxwedana vê tevgerê bigre, kes nikare bêje berxwedanê nekin, têkoşînê nekin. Ev tevger li dijî teslîmyet û xiyanetê derketiye û wê heta dawiyê jî wê têkoşîna xwe bimeşîne. Heta azadiya gelê Kurd pêk neîne, wê rojekê jî be rehet nejî. Pêwîste herkes vê baş bizane.

Piştî van hevdîtinan tê gotin ku wê dewleta Tirk êrîşî Şengalê û Dêrika Rojavayê Kurdistanê bike, ji xwe ev du mehe êrîşên li ser Eyn Îsayê jî berdewam dike, armanca van êrîşan çiye û wê çibe? Yek jî hûn şoreşgerekin û nêzî 50 salî ye hûn li vê xakê têkoşînê dimeşînin, heta ku PDK yan jî hevkarên wê alîkarî nedin dewleta Tirk a dagirker, êrîşekî wisa gengaz e. Ji ber ku tecrûba Efrînê û Girê Spî jî heye. Yek jî dema ku êrîşekî wisa pêk were pêwîste gelên Rojavayê Kurdistanê û Şengalê çi bikin?

Niha mirov bal bikişîne, heyeta Hûlûsî Akar hat Iraqê û Başûrê Kurdistanê hevdîtin çêkirin ev tê ziman. Diyare ku ev heyetên ku hatine hevdîtin çêkirine hinek biryar girtin e. Ger pêkve biryarek ne girtiban, plan û proje pêş nexistiban wê ev axaftin ne hatiban ziman. Demek ku bingehek ê wê heye, ev hatina Hûlûsî Akar amadekariya wê ye, zemînê wê amade kir. Bi hevdîtinan ew zemîn çêkirin û li ser wî bingehî tevger dikin, ji bo wê ew axaftin tên ziman, dibêjin Tirkiye wê êrîşî Şengal, êrîşî Dêrîk bike û Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin. Tê wê wateyê ku hinekan soz daye ku pêkve alîkarî kirine û hinek plan pêşxistine, ev tên axaftin. Her kes dizane ji xwe li Eyn Îsa ev çend mehe şer heye û Tirkiye dixwaze dagir bike û gelê Rojava jî li dijî vê disekine. Ji berî wê jî Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî dagir kir. Niha li wê derê Kurdan derdixin çeteyan dixin wan deran, talanan dikin. Yanî dixwazin bi temamî wê derê bixe dibin xizmeta xwe, vêya herkes dizane û dibîne. Dîsa her kesek dizane dema ku Tirkiye êrîşî Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî kir ENKS jî li cem wan bû. hîn jî ENKS li cem wane, ENKS hesabê li gel Tirkiyê dike ku Tirkiye cihên din jî dagir bike, ji bo ku şoreşa wir tesfiye bike. Wisa hesab dikin ku dema şoreşa wir tesfiye bibe ew ê li wê derê desthilatiya xwe bimeşînin, di xewnên wisa de ne. Eger ku Tirkiye dixwaze ji bo êrîşî Şengal, Rojava, Herêmên Parastinê yên Medya yê bike ji çi sûd werdigre, li hinek Kurdên ku bi wan re hevkariyê dikin. Yên ku bi wan re casûsiyê dikin ku ji wan sûd werdigrin û bi alîkariya wan dixwazin wan hedefan pêk bîne. Ger ku ew nebin ne gengaze ku Tirkiye pêngavekê li wan deran bavêje. Ji xwe li ser Şengal, Rojava û Mexmûrê dorpêçek heye. Kê ew pêşxistiye, PDK’ê ye pêşxistiye, ev bi meh û salane. PDK ev bingeh ava kiriye. Niha Tirkiyê li Hewlêrê bi PDK’ê re civiya, bi hev re nîqaş kirin, lihev kirin, plan pêşxistin û niha li ser wê dimeşin. Ger PDK, ENKS, Kurdên sîxûr û xayîn xizmet nekin Tirkiye nikarin wan gavan bavêjin, ev ne gengaz e. Ger ku davêjin jî li ser wan van gavan tavêjin, pêwîste gelê me baş bizanibe. Ger Tirkiye van gavan bavêje, yek ji bi kê diavêje, bi hinek dewleta, yanî dibêjin Koalîsyona Navnetewî li Iraqê jî heye li Sûriyê jî heye. Ger ev dewlet alîkariya Tirkiyê nekin, çavê xwe negrin, teşwîq nekin ne gengaze ku Tirkiye ji bo wan deran pêngavan bavêje, ne gengaze jî hêzekî wan a wan ewqas nîne. Ger ku Tirkiye dixwaze li van deran dagirkeriya xwe pêş bixe, ji PDK, ENKS, hinek Kurdên xayîn û dewletên navneteweyî sûdê werdigre, li ser vî bingehî van pêngavan davêje. Pêwîste gelê me van tiştan bibîne. Ev dewletên ku ji bo berjewendiyên xwe pêşiya Tirkiyê vedikin alîkariya Tirkiyê dikin, bêexlaqiyek mezin dikin. Bi temamî ji bo berjewendiyên xwe dixwazin gelê Kurd bikin qurban ev bêexlaqiyeke. Gelê me pêwîste ku vê jî bizane, wisa ji vane bawer nekin, ne bêje ku ev wê alîkariyê bidin me, ev ji bo berjewendiyên xwe hemû tiştan dikin, Efrîn li ber çavan e, Girê Spî û Serê Kaniyê li ber çavane. Îro Eyn Îsa li ber çavane, yek jî dengê xwe dernaxe, ji ber ku berjewendiyên xwe esas digrin. Ev wisa azadiyê, demokrasiyê, mafê mirovan ji bo berjewendiyên xwe dide bikaranîn. Pêwîste gelê me di vir de şiyar be, bikeve ferqê. Pêwîste dewleta Tirk bi alîkariya van dewletan bi alîkariya PDK’ê, sîxûrên nava Kurdan de êrîşê bikin. Gelê me pêwîste ji bo vê amade be. Li her cihî, li gel dewleta Tirkiyê kî dibe bila bibe ku êrîşan bike, pêwîste li dijî êrîşan raweste, berxwedanê bike. Ji derveyî berxwedanê rêyek din ji bo gelê Kurd nîne, pêwîste rêyeke din nede pêş xwe, ew mirina Kurd çêdike. Tenê ya ku Kurdan bide jiyîn berxwedaniya gelê Kurd e, ger ku naxwazin bibin kole, ger ku naxwazin ji holê rabin; dixwazin bi azadî bijîn wê demê pêwîste bi berxwedanê xwedî li xwe derbikeve. Li dijî dijmin berxwedanê bikin, dibe ku zor û zehmetiyê bikişîne, dibe ku bedela bide, lê belê tenê bi vê dikare xwe bide jiyîn. Ger ku vê neke rojekê nikara bijî, ev rastiyeke. Ji bo ku bikaribe berxwedaniya xwe xurt pêş bixwe jî pêwîste yekîtiya xwe xurt bike, bi xwe bawer bike, li ser destkeftiyên xwe têkoşînê pêşbixe, çareseriyê di xwe de bigere û di xwe de pêş bixe, ne ji derveyî xwe ne bi destkeftiyên hineke din. Dikare di nava xwe de têkiliyan çêbikin, ne ku bi wan bawer bikin û bi destkeftiyên wan têkoşînê bikin. Bawer kir çi hate serî li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê herkesî dît, îro li Eyn Îsayê. Ger ku wisa berdewam bike wê sibe li Şengal, Mexmûr û Dêrikê bibîne. Her tiştî bi berxwedanê dibe, bi berxwedanê pêş dixe, ji bo wê pêwîste vê ji bo xwe bingeh bigre; ji zor û zehmetiyê netirse, ji bedelan netirse. Jin be, zilam be, ciwan be herkesek pêwîste di berxwedanê de cih bigre, bi hêzên parastinê re li dijî êrîşan, dagirkeriyê rawestin, ji derveyî azadiyê tişteke din qebûl ne. Ji ber ku tenê ew gelê Kurd dide şiyarkirin.

Di demekç de ku dewleta Tirk evqas êrîş dike û we jî nirxand bi berfirehî û planên êrîşên girantir jî dike, di nava Tirkiyê û ji derveyî Tirkiyê di nava hewldanên êrîşê de ye, hêzên demokrasiyê li Tirkiyê di bin êrîşên dewleta Tirk a faşîst de ne. Lê dîsa jî qala reforman tê kirin. Tevgera we berê nirxandin li ser kirin lê niha hinek rayedarên Ewropa, Emerîka ji ber ku guhertin di wan de çêbûye, pêşketin di wan de çêdibin dewleta Tirk dibêje; ezê van pêş bixim. Weke berdevkê Ewropa Wezîrê Karên Derve yê Elmanya got ku Tirkiye van gavan bavêje; ‘em dikarin têkiliyên xwe bi wan re xurtir bikin.’ Yanî tiştekî wisa Tirkiye dikare bike, yan jî ev gotinên reformê tê çi wateyê hûn çawa dinirxînin?

Ger ku xwastin pirsgirêkên Kurd bi siyasî bi rêya demokratîk çareser bikin, di vê mijarê de pêngav avêtin, dîsa li Tirkiyê di aliyê demokratîkbûyînê de pêngav avêtin wê wextê mirov dikare bêje rast e, reforman dikin, wê bikin. Lê belê niha tiştekî wisa nîne, tiştekî wisa nîne ger ku tiştek wisa nebe mirov wê çawa ji wan bawer bike û mirov wê bêje Erdogan, Bahçelî wê reformê li Tirkiyê bikin ev bi temamî xapandin e. Çima? Ji ber ku tehşîr bû bi siyaseta ku hate meşandin. Ketin zor û zehmetiyan, dîtin ku li Emerîka jî di desthilatiyê de hinek guhertin çêbû siyaseta ku Trûmp dimeşand wê ne meşînin, tehsîra wê, wê li ser Ewropa jî wê çêbibe. Ji bo vê qurnaziyê dikin, dixwazin herkesê bixapînin û bêjin; ‘em dixwazin reforman li Tirkiyê pêş bixin,’ herkesê bixapînin hem li hindur hem li derve jî ku herî zêde dixwazin bixapînin. Ji bo ku bikaribin siyaseta xwe bimeşînin ku li desthilatdariyê bimeşînin. Ji ber ku bi vî şeklî dawiya wan tê. Her ku diçe lewaz dibe, ew jî dibînin ku ger hinek guhertinan nekin, xapandinan nekin nikarin di desthilatdariyê de bimînin, di desthilatdariyê de bi şer dimînin. Ji ber ku bê şer nikarin bimînin û dixwazin şer jî berdewam bikin. Wê çawa berdewam bikin, ger ku gotin; ‘em reforman pêş dixin alîkariya me bikin’; dema ku xapandin wê demê dikarin alîkariya wan wergirin, rûyê xwe veşêrin, şer jî berdewam bikin û bi wê yekê re bikarin li ser desthilatê bimînin. Armanca wan ew e. Pêwîste ku tu kes xwe bi wê yekê ne xapîne. Wane reforman li Tirkiyê pêş naxin, di bin navê wê de vê şer hê bêhtir xurt bikin. Yasaya ku dixwazin pêş bixin, yasaya şer e. Ne yasayê demokrasî û ya pirsgirêka çareser bike ye. Lewma divê tu kes bi wan tiştan bawer neke. Di vir de dixwazim tiştekî din jî bêjim; çi dema ku wana behsa reformê kiriye, piştî wê hîn zêdetir demokrasî ji holê rakirine û hê xurtir faşîzm, nijadperestî û şovenîzm pêşxistine. Ger mirov li dîroka wan temaşe bike dikare vê yekê bi hêsanî bibîne. Ji bo ku rûyê xwe veşêrin, siyaseta xwe bidomînin, li desthilatê bimînin û armancê xwe pêkbînin wê yekê pêwîst dibînin. Her kesê welê hesab dikir ku wê fam nakin. Dibe ku berê dixapandin, lê piştî wê saetê ne pêkane ku bikarin kesê bixapînin. Di dîroka Tirkiyê de tu desthilatek mîna desthilata AKP-MHP û Ergenekonê ewqasî li dijî gelên Tirkiyê şer pêş nexistiye, civak perçe nekiriye û di civakê de teslîmiyet, sîxurtî, êşkence, komkujî, bê edaletî, talan û xerac wergirtin pêş nexisitye. Yên ji deveyî AKP û MHP’ê sûcdar dibînin û hemûyan xayîn dibînin. Ji ber wê hemûyan digrin. Yên ku siyaseta demokratîk bi rêvedibin jî hemûyan digrin û ceza dide wan. Wate li Tirkiyê tiştek bi navê qanûn û huqûq tuneye. Tenê em wê nabêjin, li Tirkiyê jî gelek kes wê yekê tînin ziman û heta di cîhanê de jî gelek kes wê yekê bilêv dikin. Qanûn jî di nav de her tişt Erdogan û Bahçelî ye. Herî zêde jî Bahçelî birêve dibe. Bahçelî çi dide ber AKP’ê, AKP jî wê pêk tîne. Siyaseta Bahçelî li Tirkiyê birêve dibin. Siyaseta Bahçelî siyaseta faşîzmê ye. Ew desthilatiye çi esas digre, tenê netewê Tirk û Îslamiyetê. Ji derveyî wê tu neteweyek, ol û mezhebekî din qebûl nake. Dixwaze ji holê rake. Wê yekê di pratîkê de jî pêş dixe. Ji derveyî xwe her kesê/î dijmin û xayîn dibîne û dibêje ku divê ji holê bê rakirin. Pratîka wê jî li ser vî esasê tê rêvebirin. Di dîroka Tirkiyê de darbeyên leşkerî û faşîstî çêbûne, lê wan weke yên niha ewqasî li dijî civakê şer pêş nexistine. Niha wezîrê karê derve yê Elmanya dibêje ku Tirkiye dixwaze hin pêngavên baş biavêje; ger ku pêş bixe ne tenê Elmanya wê wek hemû Ewropa alîkariya Tirkiyê bikin. Wate ji bo berjewendiyê xwe wê dibêje. Ne tenê bi xwe dixwaze alîkariya Erdogan û Bahçelî bike, belku dixwaze Ewropa jî alîkarî bike. Ji ber ku rolekî xwe ya li Ewropayê heye û bandorek xwe li ser wê heye, lewma dixwaze Ewropa jî bikişîne vê yekê. Bi temamî berjewendiyê xwe esas digre. Wate li Tirkiyê faşîzm heye, qirkirin heye, demokrasî nîne… wê hesab nake û tenê berjewendiyê xwe esas digre û hesab dike. Yê ku bi axaftina wan bawer bike, divê bizanin ku ew berjewendiyê xwe esas digrin. Wane dibin hevparê qirkirinê. Pêwîste ku mirov wana welê fêm bike û nas bike. Divê kesek nebe şirîkê qirkirinê, xizmetê siyasetên Erdogan û Bahçelî neke û qirkirina gelê Kurd pêş nexe. Di dîrokê de Elmanya xizmetê qirkirina Cihûyan û Ermeniyan kir. Niha jî pêwîste ku xizmetê siyaseta qirkirina Kurdan neke û tu kesê/î nekêşîne vê siyasetê. Ger ku bi rastî dixwazin karekê bikin, pêwîste ji bo demokratîbûyîna Tirkiyê bikin û alîkariya hêzên demokratîk û Kurdan bikin. Ne ku alîkariyê bidin yên Kurdan, hêzên demokrasiyê û sosyalîstan ji qirkirinê re derbas dike, ger wê yekê bikin, wê çaxê dibin şirîkê wê. Wê di dîrokê de jî bi vî rengî bên naskirin. Divê tu kes wê yekê neke. Pêwîste her kes bizane ku demokratîkbûyîna Tirkiyê ji ketina wê desthilatê re derbas dibe. Dema ku ev desthilate birûxe wê demê vê li Tirkiyê demokratîkbûyîn pêş bikeve. Yên demokratîkbûyîna Tirkiyê dixwazin pêwîste alîkariyê vê yekê bikin û li gel vê cih bigrin. Bi taybetî gelê Kurd, gelên Tirkiyê, hêzên demokrasiyê û yên sosyalîst pêwîste bi wan axaftinan bawer neke. Ger ku li dijî wê desthilatiyê têkoşîna xwe xurt bikin û çawa vê desthilatiyê bi dawî bikin, vê çaxê Tirkiye wê nefesekê bigre û Tikriye ber bi demokratîkbûyînê biçe.

Li hemberî rejîma faşîst, qirker û dagirker, 4 demsalan bê navber berxwedaniyek tê kirin, gerîla li çiya û li deşt û bajaran jî bi taybetî jin û ciwan çalakiyên bi bandor li dardixin. Herî dawî yekeyên Tolhildanê li Antalyayê çalakiyeke bi bandor kiribûn ku ket ragihandinê jî. Di aliyê din de jî li Tirkiyê weke we nirxand ku faşîzm gihîştiye lûtkeyê, HDP’ê bi girtinê gef dikin, li rojnamevan û siyasetmedaran dixin û digrin. Hûn vê rewşa dawî çawa dinirxînin?

Niha gerîla qehremaniyê dike, bi wê minasebetê ez gerîla silav û pîroz dikim. Her wiha şehîdan jî bibîr tînim, hurmetê raberî wan dikim û ew soza ku me dayî wan jî ez dubare dikim. Eger gerîla qehremaniyê neke, berdêlan nede, zêde kes nînin ku li hemberî faşîzmê û siyaseta wan a qirker bisekine. Ev rastiyek e. Gerîla ruh dide hem gelê Kurd, hem tevahî gelê Tirkiyê û hêzên demokrasî û azadiyê. Di wan de bawerî çêdike. Hêviya wan ava û bilind dike. Ji ber wê ew hukumeta faşîst û qirker hemû derfetên xwe bi kar tîne û ji derve de jî hin alîkariyê werdigre, lê dîsa jî nikare encam bigre. Sedema bingehîn ya encam negirtina wî berxwedaniya gerîla ye. Gerîla erkê xwe pêk tîne. Hemû bar niha ketiye ser milê gerîla. Ji ber wê ye gerîla berdêlên giran dide. Divê her kes vê bibîne. Dibe ku hin kes bêjin ku pêwîste gerîla ewqas berdêlan nede, madem ku dixwazin gerîla ewqasê berdêlan nede, wê demê pêwîste erkên xwe pêk bînin. Dikarin li bajaran, li gelek cihan û li deştan li dijî desthilatdariya faşîst têbikoşin. Bi gelek rêbazan dikarin pêk bînin. Ger wisa be wê çaxê hemû bar nakeve ser milê gerîla. Barê gerîla sivik dibe û gerîla dikare wê demê hê baştir têbikoşe, li berxwe bide û darbe li dagirkeriyê bide. Her wiha eger PDK xizmetê siyasetê dagirkeriya Tirk neke, gerîla dikare hê zêdetir darbe li dewleta Tirk bide. Ew yek dikeve xizmeta gelan û demokratîkbûnê pêş dixîne. Eger li Tirkiyê demokratîkbûyîn pêş bikeve, ne tenê wê xizmetê Kurdên Bakur û gelên Tirkiyê bike, belku xizmetê hemû beşên Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn bike. Li şûna ku xizmetê siyasetê qirker bikin, bila xizmetê gerîla bikin. Wê çaxê gerîla tola her kesî radike, rastî ev e. Binêrin, pandemî pêşket û gelek kesan ji ber wê çalakiyên xwe rawestand, lê gerîla ranewestand. Heta di nava wan şert û mercan de berpirsyiartî girt ser milê xwe. Bi berpirsiyartî rabû û tekoşiya. Eger ku berdêlên giran dan, yek sedema wê jî ev e. Pêwîste her kes wê yekê bibîne. Vaye çima ji ber pandemiyê gelek tişt qedexekirin; ji ber ku gerîla bi tenê bihêlin da ku gerîla zehmetiyan bibînin, berdêlên giran bide û nekaribe rolê xwe bilîze. Lê dîsa jî gerîla xwe ji bin berpirsiyartiyê neda kêlekê. Çiqasê giran dibe bila bibe, çiqasê berdêl mezin bin bila bibin jî bi berpirsiyartî tevgeriya. Lewma ji bo her kesê erkekî pîroz pêkanî. Divê her kes wê yekê bibîne. Eger ku îro her kes li ser piyane û bi keramet dijî, ew di encama vê de ye. Lewre divê her kes xwe deyndarê gerîla jî bibîne. Ji bilî gerîla, êrîşê dibin ser HDP’ê. Ne tenê êrîşê HDP’ê dikin belku êrîşê hêzên demokrasî û azadiyê û yên sosyalîst dikin. Gelek ji wan hêzan di nava HDP’ê de cih digrin, lewma esas êrîşê HDP’ê dikin. Ger ku HDP bê bandor bikin tê wateya bê bandorkirina hemû hêzên demokrasî, azadî û yên sosyalîst. Bê bandorkirina gelê Kurd û gelê Tirkiyê ye. Wê demê li hemberî wan alternatîfek namîne. Yên li dijî wan bisekîne, rexne bike û hesab bipirse wê nemîne û dikarin bi hêsanî desthilatiya xwe bidomînin. Ger ku êrîşê HDP’ê dikin ji ber vê yekê ye. HDP jî li berxwe dide, serê xwe ji wan re na tewîne û dibêjin; ‘em natewînin.’ Ji ber ku serê xwe li hemberî wan natewîne û teslîmê wan nabe, her ku diçe hê zêdetir êrîşê HDP’ê dikin. Her ku zêdetir êrîşê HDP’ê dikin, gelê Kurd, Tirk û hêzên demokrasiyê jî xwedî li HDP’ê derdikevin û nahêlin ku siyasetê wan encam bigre. Ji wê jî pir aciz dibin. Yanî dibêjin; ‘çawa dibe, ewqasî em êrîşê wan dikin, lê ew teslîm nabin û berdewam dikin.’ Ji vê yekê pir aciz dibin. Pêwîste HDP û yên di navê de cih digrin jî, hêzên demokrasî, azadî, sosyalîst, Kurd û tevahî li dijî siyasetê wan xwedî li HDP’ê derkevin. Hîn zêdetir xwedî derkevin. Wê demê siyasetê wan vala derdikevê û demokrasî qazanc dike. Ger ku Bahçelî û hin kesên weke wî dibêjin ku pêwîste HDP’ê bê girtin, sedema wê heye. Ji ber ku dibînin ku eger HDP neyê girtin, ger hilbijartinek çêbibe wê ew têkbiçin. Ew wê dibînin, ji ber ku her roj dihelin. Her ku diçe HDP xurt dibe. Hêzên demokrasiyê, her çiqasê em bêjin komê ser hevdu nebûbe û bi serê xwe be jî, lê xurt dibe. Vê dibînin, bikevin hilbijartinê wê winda bikin. Ji bo hilbijartinek nebe bi ser HDP’ê ve diçe. HDP’ê bigirin wê bikarin wisa hilbijartinê çêbikin û wisa encam bigirin. Ji ber ku HDP’ê hebe û bikeve hilbijartinê ew ê nikaribin qezenc bikin. Ji bo vê êrîşî HDP’ê dike. Wateya vê naxwazin li Tirkiye hilbijartinê bikin. Girtina HDP’yê ya kirina rojevê ew e. Di bin vê de ew armanc heye, divê her kes vê fam bike û bibîne. Ji bo wê li Tirkiye, niha gelek hêzên demokrasiyê hene. Her kesek bi xwe mijûl e. Nikarin bigihêjin hev, nikarin eniyeke demokrasî, hêzekî demokrasî li dijî vê desthilatê ava bikin. Her kesek derdikev, dibêje; ‘AKP-MHP her roj zehîf dibe,’ rast e; lê madem zeîf dibe wê vê çawa bixin, wê çawa demokrasiyê li Tirkiye pêş bixin, vê esas nagirin. Bi axaftinan li dijî AKP-MHP’ê hinek axaftin dikin. Di pratîkê de pêngavek li dijî wan navêjin. Bi vî rengî muxalefet nabe. Ev muxalefeta axaftinê ye. Muxalefet enceq bi pratîka xwe dibe muxalefet. Yên ku li dijî AKP-MHP’ê tekoşîna demokrasiyê xurt neke, eniya wê xurt neke, wê têkoşînê li her cihî pêş nexîne; nikare bibe muxalefet. Nabe muxalefet jî. Xwe muxalefet jî bibîne, ti carî ew nabe muxalefet. Ji wê muxalefetê AKP-MHP fêde dibîne. Hêzên demokrasiyê fêde nabîne. AKP-MHP çiqas zeîf bibe bila bibe, wê nikare bixe, ew nakeve. Ji xwe naxwazin desthilatê jî berdin. Ji bo wê gelek rêxistin çêbûn, her roj tehdîdan jî dikin, dibêje, yên ji bo demokrasiyê tekoşînê bike, li kolanan rabin, em ê; ‘Serê wan jêbikin’ vê eşkere dibêjin, tehdîd dikin. Di vir de, ew hêzên demokrasiyê yê redîkal kîn e, ev jî hê zêdetir ên çep in. HPD ew in. Divê ev pêşengtiyê demokrasiyê bikin di partîkê de. Divê ev yekîtiya xwe çêbikin, di partîkê de ji bo demokrasî têkoşînê bikin. Eger wana ew pêngav pêşxist, ew bandorê li ser demokrasiyê yên din jî dike, dikare wan jî bixe tevgerê. Eger hêzên redîkal ên demokrasiyê, yekîtiya xwe çêneke, ji bo demokrasiyê di pratîkê de xurt neke, ti carî li Tirkiye nikare eniyeke demokrasiyê pêş bixe, çêbike. Hêzên demokrasiyê çiqas xurt be bila bibe, AKP-MHP çiqas zeîf be bila bibe, dîsa yê li ser desthilatê bimîne AKP-MHP ye. AKP-MHP jî bimîne, ji bo kesê jî jiyanê nahêle. Niha AKP-MHP ne tenê kesan digire, cezayê giran didin, ne tenê saziyan digirin, talanê dike, xeracê werdigire, bertîlan digirin. Li gel wê tiştên din jî dike ku wê çawa HDP’ê parçe bike, çawa Elewiyan parçe bike. Çawa partî û sazî dîsa muxalefeta heyî parçe bike, li ser vê jî kar dike. Bi vî rengî dixwaze hemûyan bêtaqet bike,zeîf bike ku kes nikare li ber wan bisekin. Ti alternatîf nebe, her kesê teslîm bigire. Tenê ew li ser desthilatê bimînin ku bikarin Tirkiye li gorî kêfa xwe biguherînin vê jî bi herkesê bidin qebûlkirin.

Pêngava we dayî destpêkiri, we got; ‘Dema dema azadiyê ye’ bi awayekî bi bandor li Kurdistan û Ewropayê dewam dike. Dostê Kurdan jî li gelek aliyên cîhanê piştgirî dikin. Niha qonaxa vê pêngavê çiye? hûn vê binirxînin. Li aliyê din li Kurdistanê çalakiyên bandor hene, taybet li Mexmûr, zindanan li Ewropayê çalakî hene hûn vê çawa dinirxînin?

Niha pêngava me pêşxistî di nava gelê Kurd de, li hemû beşan li derve ji aliyê dostê Kurd ve şiyarbûnek çêkir. Ruhek di wan de da avakirin. Lê ev ne bes e. Divê ev hê zêdetir bê pêşxistin, hê zêdetir bê xurtkirin. Çima? Ji ber ku xeteriya li ser gelê Kurd hê dawî nebûye pêşî nehatiye girtin. Ew xeterî hê nehatiye valaderxistin. Xeterî berdewam in. Heta vê dawiyê bi heyeta Hûlûsî Akar, hatina wî ya Bexda û Hewlêr vê xeteriyê zêdetir kir. Divê bi vê pêngavê pêşiya vê xeteriyê bi temamî bê girtin, xeterî li ser Kurdan nemîne. Ji bo Kurd ji şerê cîhanê yê sêyan feydeyê bibîne, bikare azadiya xwe bi dest bixe. Ji ber ku îmkanê vê hene, rê nede kes bi vê bilîze. Wisa bikare encam bigire. Ji bo wê jî ev şiyarbûna ku çêbûye, rêya ku çêbûyî, zindîbûn û hêviya çêbûyî divê di pratîkê de bi gelek şêwazan pêş bikeve. A ku tê xwestin ev e. Niha, gelê me li kû dibin bila bibin, her kesek divê ser vê bisekine, bifikire. Bêje, ev pêngav pêngava min, ezê vê pêngavê çawa pêş bixin. Li ser vê bi roj û şev bifirkire. Çi ji destê wan bê divê bikin. Divê texsîr nekin. Kes li derveyî vê pêngavê xwe nebînin. Nebêjjin; ‘ev pêngav derveyî min e’ eger wisa nêzîk bibe xwe di mirinê de dibîne. Ew wê ji bo wan mirin be. Her kesek divê di pêngavê de cih bigire, weke pêngava xwe bibîne û erka xwe jî pêk bîne. Wê çawa pêk bîne? Dikarin bi xwe vê tesbîd bikin û pêk bînin. Ji ber ku şertê hemû beşan û derve neweke hevin. Dikarin li gorî wê binirxînin, li gorî herêm û cih dikarin bi kîjan rêbazan çalakiyê pêş bixin û bikevin çalakiyê. Mînak dostê Kurdan ên ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin, li welatê xwe gelek çalakiyan pêş dixin. Heta wan çalakiya li welatê xwe derdixin û li welatên din jî dostên xwe tevlî çalakiyan dikin. Li Îngîltere, Spanya, Efrîka Başûr ketine nava tevgerê. Li Îtalyayê şaredarî ketine tevgerê. Li Misrê rewşenbîr û nivîskar di şexsê wan de Erebên Kurd ketine nava tevgerê. Eger mirov pêngavê weke pêngava xwe bibîne, mirov dikare wê wextê bi gelek şêwazan çalakiyan pêş bixe. Niha li zinanana pêngavek pêş ketiye, her kes dibêje; ‘em li pişt wê ne, em alîkariya wê dikin.’ Ev şaş e. Yanî zindan di dîrok de li her demê bi erka xwe rabûye. Niha jî pêk tîne û wê pêk bîne. Erka zîndana ne ku vê pêngavê dane ser milê xwe ye. Divê her kes vî barî bide ser milê xwe. Hê zêdetir ê derve vê bide ser milê xwe. Ev pêngav li derve bimeşin. Yên zindanê dikarin alîkarî bikin. Ê niha, hinek aliyan ve mirov dibîne ku ew erk xiste ser milê zindanan. Dibêjin; ‘Zindan pêşengtiya vê dikin, em jî alîkarî dikin’ ev ne rast e. Divê ev bê rastkirin. Divê yên derve vê pêngavê pêş bixin. Barê zindanan sivik bikin. Zindan jî bikarin alîkariya vê bikin ku ev pêngav pêş bikeve. Niha hemû mirovê Kurd, dostên Kurd wê vê pêngavê çawa pêş bixin, divê vê bifikirin. Ne bi tiştên çêbûyîn qane bibin, bêjin bes e; ‘me zindîbûnek çêkir, pêngav hinek dimeşe jî, her ku diçe fireh dibe li qada navneteweyî. Ev têra me dike.’ Ev şaş e. Sînorê vê pêngavê nîne, ev pêngav ne ji bo wextekê hatiye pêşxistin. Ev ji bo her wext û cihî ye. Bi her awayî mirov dikare pêş bixe. Niha divê kes nebêje; ‘pandemî heye, dewleta tedbîr wergirtiye em nikarin çalakî xurt pêş bixin.’ Divê vê nekin sedem. Rast e, dewletan ew kiriye hincetek gelek tedbîr pêşxistine, bi vê dixwazin civakê teslîm bigirin, muxalefetê teslîm bigirn, tevgerên şoreşgerî teslîm bigirin, kes li dijî wan têkoşîn nekin. Her ku diçe jî ev tê famkirin. Li dijî wê jî disekinin. Mînak, qanûnê ku dewleta wergirtî hinek qebûl nakin, divê neyê qebûlkirin jî, ji ber ku ev civak teslîmgirtine, hêzên demokrasî, azadî û edaletê teslîmgirtine. Ji bo wê dewlet û deshilata gotin ev ji bo me fersende, divê em bikar bînin û bikar jî tînin. Heta gelek jî sermayedaran jî di vê pêngavê de gelek qezencên xwe jî mezin kirin. Hinek jî belkî bi çend qat mezin kiriye. Ji ber ku nahêlin civak bikeve tevgerê. Her kesê jî bikar tînin. Hem jî weke dilê xwe bikar tînin. Ji bo wê divê gelê Kurd vê qebûl nekin. Li gel vê nebêjin; ‘li Tirkiyeyê hikmek faşîst heye, vê hikumê faşîst qanûnê pandemiyê jî pêşxistiye, gelek tişt qedexe kiriye, em nikarin tiştekî bikin.’ ev ne rast e. Heta daxwaziya Erdogan-Bahçelî ev e. Çima faşîzmê bê sînor pêş dixin, çima gotin, ‘pandemî ji bo me fersende ku em encam bigirin,’ ji bo vê gotin. Ji bo pêşiya gelê Kurd bigirin, pêşiya hêzên demokrasî, azadiyê bigirin ji bo ku têkoşînê nekin ji bo bikarin wan parçe bikin û zextê li wan bikin û teslîm bigirin. Desthilata xwe bikarin dom bikin, ji bo wê divê kes van hinceta ji bo xwe esas negire, li dijî van bisekin, vê pêngavê xurt pêş bixe. Ev pêngav pêngava azdiyê ye. Di navenda wê de azadiya Rêber Apo heye. Azadiya Rêber Apo pêşxistin, ne tenê azadiya şexsekî pêşxistine. Di şexsê Rêber Apo de azadiya gelê Kurd pêxistine, ne tenê li Bakur li hemû beşan e. Azadiya gelê Rojhilata Navîn pêşxistiye. Azadiya li cîhanê yê ku bo demokrasî û azadiyê têkoşîn dike, ji bo wan ew hêvî û îmkane mezin kir. Azadiya Rêber Apo xizmeta vê dike. Rêber Apo ji bo wê têkoşînê dike, bo gelê Kurd, mirovahiyê nirxê mirovahiyê mezin dike, ji bo wê divê gelê Kurd jî hêzên demokrasî, azadiyê jî ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bike ku bikare bigihêje hedefa xwe azadî û demkrasiyê.