Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik nameyeke piştevaniyê ji Herêm Mehmûd re şand, ku Mehmûd li dijî tecrîda li ser Ocalan ev 52 roj in li Germiyanê di greva birçîbûnê de ye.

Li navçeya Kelarê ya Germiyanê Endezyar Herêm Mehmûd ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 52 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ji bo piştevaniyê nameyek ji bo  Mehmûd şand.

Nameya Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik wiha ye;

“Ji bo heval Endezyar Herêm Mehmûd

Di serî de bi navê xwe û heval Besê Hozatê silavên germ pêşkêşî we dikim. Hêviya tenduristyek baş dikim. Her çiqasî bi derengî ketibe jî, Cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî li we pîroz dikin. Bi riya we silav û rêzên xwe pêşkêşî gelê têkoşer ê Başûrê Kurdistanê û bi taybet Germiyanê dikin. Her wiha ji bo beşdarbûna çalakiya greva birçîbûnê ya bêdeng û bêdorveger destxweşiya we dikin. Hêviya serkeftin û serfizariyê ji bo we dixwazin.

Hevalên hêja, hûn bi xwe vê rastiyê dizanin ku îro, Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji qonaxeke hestyar û çarenûsaz  derbas dibe. Ji aliyekî ve derfetê vê yekê heye ku gelê me doza xwe çareser bike û bigihe hêvî û armancên xwe. Ji aliyê din ve, hikûmeta Erdogan û Bahçelî û dewleta Tirk ji her demê zêdetir li ser siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me berdewam dikin. Dixwazin hemû dagirkerên Kurdistanê û hêzên mezin ên cîhanê li dijî gelê me bikin yek û hemû destkeftiyên gelê Kurd ji holê rabikin.

Ji bo ku nekarin sûd ji vê qonaxa dîrokî bigirin, ji bo vê yekê bi awayekî tund Rêber Apo tecrîd kirine. Bi hemû awayî êrîş tînin ser tevgerê û gelê me. Di heman demê de li Sûriye, Iraq û Îranbê li dijî her biryarekî ji bo dayîna mafên gelê me nin. Mînaka herî nêzîk jî, dijîderketina li referandûma Başûrê Kurdistanê û dagirkeriya Efrînê ye. Dîsa dij derketina wê ya li hemberî destkeftiyên gelê me yên li Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Lê, xwe wiha nîşan dide ku tenê li dijî PKK’ê ye û ti pirsgirêka wê li gel gelê Kurd nîne.

Em bi wê baweriyê ne ku her Kurdek dilsoz û kesek hişyar vê rastiyê dizanin ku Erdogan û hikûmeta wî li dijî hemû gelê Kurd e, ji bo parçekirin û lewazkirina gelê me. Ji bo ku bikare bi awayekî hêsantir bigihe armancên xwe vê îdiayê dike. Lewma xelkê nîştimanperwer û şiyar bi van îdiayen Erdogan bawer nakin. Gava ku heval Leyla Guven û Nasir Yagiz pêşengî kir û şikandina tecrîda li ser Rêber Apo kirin armanca xwe xwedî vê naverokê ye.

Berfirehbûna çalakiyên li zindanên Tikiye û her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat nîşaneyek eşkere ku gelê Kurd tecrîda li ser Rêber Apo weke tecrîda li ser hemû gelê Kurd dibînin. Li gorî wan heta ku tecrîda li ser Rêber Apo hebe, wê ti mafên gelê Kurd neyên pejirandin. Wê gelê Kurd jî di tecrîdê de be. Bêguman we jî ev rastî dîtiye û helwesta we rastirin helweste.

Ji ber ku eger dewletek rêz ji gelekî re bigire, divê di serî de rêz li sembolên wê bigire. Eger dewletek be yan jî hêzek din rêz li rêberê gelekê negire, ew ti deman amade nîne ku tiştekî wî gelî erê bike. Guman tê de nîne ku doza gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê girêdayî hev in û heta ku dawî li siyaseta înkarkirinê neyê ku dewleta Tirk jêre pêşengiyê dike, doza gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û li cihekî din çareser nabe.

Di vî warî de çalakiya we gelek watedar û helwestekî şoreşgerî û neteweyî ye. Li ser asta Başûrê Kurdistanê jî bersivekî ji bo wanên ku doza gelê Kurd ji parçeyên din qut dike û li gorî wan tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dewleta Tirk peywendî bi belê Başûrê Kurdistanê û doza gelê Kurd a li Başûrê Kurdistanê ve nîne ye. Di heman demê de, çalakiya we û kesên din ên beşdar bûne, mîna helwesta xelkê Şêladizê têkoşînekî nûye û dikare ruhê têkoşinê bigihîne qonaxekî nû ya têkoşîna demokratîk. Bibe bingehek ji bo çareserkirina doza Kurd û tevahiya krîzên li Başûrê Kurdistanê.

Em bi bawer in ku ev çalakiyane wê bigihin armanca xwe. Erdogan û dewlet neçar bibe ku bersiva daxwaza we û çalakgerên din bidin. Em ê ji hemû hewldan û hêza ji bo piştgirikirina we bi kar bînin. Em ê rê nedin ked û fedekariya we û xwîna şehîdan (Zulkuf Gezer, Ayten Becet, Ugur Şakir, Zehra Saglem û Meyda Çinar) vala biçe. Soz didin ku pêngava ‘Tecrîdê bişkêne, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azad bike’ ser bixin. Bi vî awayî destkeftiyên gelê me yê li Başûrê Kurdistanê û her çar aliyên Kurdistanê biparêzin. Doza gelê Kurd bi tevahî çareser bikin. Jiyana azad ji bo gelê xwe peyda bikin. Li ser vî bingehî careke din serkeftinê ji were dixwazin.

Silav û rêzên şoreşgerî.”