Hevberdevka Delegeyên Amedê ya KCD’ê Zelal Bîlgîn, ku hem li girtîgehê hem jî li malê 24 saetan li ber Leyla Guven e, qala rewşa dawî ya Leyla Guven kir.

Bîlgîn ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û li ser rewşa tenduristiyê ya Guven got, “Em şahidiyê ji greva birçîbûnê ya herî demdirêj a di têkoşîna azadiyê ya Kurd de dikin. Ya rast, me texmîn nedikir ku ewqasî bidome. Pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hene, lê belê weke ku wê jî got, ‘ne ji bo mirinê, ji bo bijîm û bidim jiyîn min dest bi çalakiyê kir’. Motîvasyon, baweriya wê gelekî zêde ye ku me hemûyan matmayî dihêle. Heta niha 15 kîlo lê kêm bûye. Tansiyona wê bi giranî kêm e. Bêhal e, timî westiyayî ye. Bi zehmetî diaxive û li ser hev hilmê distîne. Li pêşberî ronahî, deng û bêhnê hesas e. Hesasiyeta wê roj bi roj zêde dibe. Xew lê herimiye, di nava rojê de timî li ber razanê ye lê dike nake nikare razê. Ji ber kêmbûna kîlo û proteînê êşên giran lê rû dane. Bi zehmetî tiştekî vedixwe. Mîda wê car carna dixele. Bêyî alîkariyê nikare bi serê xwe bimeşe. Ji ber ku sîstema parastinê ya beden têk çûye, dikare zû enfeskiyonê werbigire.”

TIMÎ LI ÇALAKGERÊN DIN DIFIKIRE

Bîlgîn anî ziman, li gel pirsgirêkên giran ên tenduristiyê, Leyla Guven ji ber ku bi rol û mîsyona pêşengiyê ya serdemê tevdigere, xwedî berpirsyariyeke giran e û got, “Hişê wê timî li ser berxwedêrên dine. Kî tê dîtina wê, ji wan re dibêje xwedî li zindaniyan derkevin, şert û mercên wan gelekî nebaş e, gelek pêkanînên kêfî û nebaş li dijî wan tê kirin, bila tiştek bi kesî neyê. Zane ku ev berxwedan wê teqez bi ser bikeve. Rast e, pêşengî zehmet e lê belê di her firsendê de dibêje ku ew amade ye berdêlan bide.”

BIRYARDARIYA WÊ ROJ BI ROJ MEZIN DIBE

Bîlgîn diyar kir, ew serbilind e ji ber ku şahidiyê ji berxwedana li dijî bloka faşîst a AKP-MHP’ê re dike û got, “Em di navenda pêngaveke şoreşgerî de ne. Roj bi roj em mezinahiya şoreşê dibînin. Li bermayina hevala Leyla mîna temaşekirina li guleke li zeviyekî ziwa ye. Wê romanek nivîsî û bi rengê ku mohra xwe li dîrokê bixe bi cih tîne.”

Bîlgîn anî ziman, bedena Guven her roj hinekî din dihele lê di heman demê de her roj hinekî din biryardariya xwe xurt dike.