Hikumeta Etîyopyayê li ser Nîl a ku ji bo Sûdan û Misirê jiyanî ye, santraleke mezin a hîdroelektrîk ya bin avê “Bendava Ronesans a Etiyopya ya Mezin” ava kir. Berpirsên her sê welatan ên piştî vê hatîn gel hev, di hevdîtinên dawî de negehiştin ti encamekê.

Li gorî medyaya Etiyopyayê piştî hevdîtinan, li bendava idareya Adis Adaba av kom dibe.

Ji dema ku Misirê xwestî di demek nêz de bi rêya fermî bizane ev agahî rast e yan na, Sûdanê jî da diyarkirin ku hemû cure çalakiyên yek alî şermezar dikin.

Wezirê Çandiniyê yê Sûdanê dabû diyarkirin ku li ser xeta Sînorê Dîmîm, rêjeya ava çemê Nîl bi pir kêm bûye û tê dîtin ku ev av li bendava Etîyopyayê kom dibe.

Wezîrê Karên Derve yê Misrê Sameh Sukru ji ber vê rewşa heyî, li ser mijara bendavê hişyarî daye Etiyopyayê û gotiye wê encamên kêmbûna vê ava welat giran be. Sûdanê vî bi vî şêweyî hişyarî dabû Etiyopyayê.