Biryara DYA’yê der heqê her sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Murad Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan de rastî narazîbûnên mezin ji aliyê gelê Kurd û gelên herêmê ji Ereb, Suryan, Aşûr, Elewî û Êzidî ve hat.

Rohan Mistefa ji navçeya Mabata ya Kantona Efrînê ye. Rohan bi eslê xwe elewî ye û niha weke mamosteya Wêjeya Kurdî li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê dixebite. Rohan diyar kir ku biryara DYA’yê der heqê her sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê de, dirûtiya siyaseta Amerîkayê û helwesta wê ji doza Kurd xuya dike.

Rohan destnîşan kir ku biryara DYA’yê dualiya Amerîkayê di siyaseta xwe de di şerê li dijî DAIŞ’ê diyar dike û wiha got: “Ji aliyekî ve Amerîka dibêje ku ew dixwaze hevkariyê bi aliyên ku şerê DAIŞ’ê dikin re bike û ji aliyekî din ve biryarek der heqê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku li Şengalê, Kobanê û Mexmûr şerê DAIŞ’ê kirine û jiyana bi hezaran Êzidiyan li Kerkûk û Şengalê ji komkujiyên DAIŞ’ê xilas kirine, digire.”

Rohan Mistefa anî ziman ku Tevgera Azadiya Kurdistanê parastina gelê Kurd û doza wî û hemû gelên Kurdistanê dike. Her wiha teqez kir ku eger Amerîkayê biryara xwe paşde venekişîne wê Tirkiyê binpêkirinên xwe yên li ser Kurd zêde bike.

Di berdewama gotinên xwe de Rohan Mistefa destnîşan kir ku Tirkiye hebûn û mafên gelê Kurd nas nake û biryara Amerîkayê der heqê rêveberên ku temenê xwe ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd dane asta nakokiya gotinên Amerîkayê ya ku demokrasî û pêkanîna mafên hemû gelên bidest îdia dike rave dike û wiha domand:”Amerîka naxwaze têkiliya xwe bi Tirkiyê re xirab bike. Bi vê biryarê hewl dide li ser hesabê doza gelê Kurd, Tirkiyê razî bike.”

Di dirêjahiya gotinên xwe de Rohan diyar kir ku pêwîste Amerîkayê binpêkirinên Tirkiyê  der heqê gelê Kurd û bi taybet li Efrînê bibîne û wiha domand: “Li Efrînê di navbera hemû pêkhateyan de û di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rêgeza biratiya jiyana hevbeş pêk hat. Lê ev tişt ne li gorî berjewendiyên dewleta Trikiyê a dagirker bû . Ji ber wê û bi armanca qirkirina hebûna gelê Kurd êrîşî kantona Efrînê kir, dagir kir, komkujî pêkanîn û hîna pêk tîne.  Şêniyên wê bi darê zorê da koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih kir, şûnwar û gorên Êzidî û Elewiyan talan û wêran kir.”

Divê Amerîkayê kiryarên Tirkiyê der heqê Elewiyan de bibîne

Rohan bi van gotinan berdewam kir:”Divê Amerîkayê kiryarên Tirkiyê der heqê Elewiyan de bibîne. Rêjeya Elewiyan li Efrînê kêm e. Ew Elewî ji komkujiyên Osmaniya der heqê wan de li Bakurê Kurdistanê  reviyane û berê xwe dane kantona Efrînê. Lê carek din ji Osmaniyên nû nefilitîn. Divê Amerîka biryar der heqê Tirkiyê de bigire, ne der heqê pêşengên ku parastina pêkhateyan de kirine.”

Di dawiyê de Rohan bang li hemû hêzên demokratîk û gelên Rojhilata Navîn kir ku biryara DAY’yê der heqê her sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê şermezar bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker Mezara Elewiyan (Av Kêrî) li navçeya Mabata ya kantona Efrînê 11’ê Mijdarê talan û wêran kir.