Endamê KNK’ê Kamûran Berwarî: Pêwîstiya her çar parçeyên Kurdistanê bi yekîtiya neteweyî heye. Bê yekrêzî û tifaqa Kurdan a pir alî û dîsa stratejiyeke Kurdistanî ne mimkûne ti serhildan û şoreşên Kurdî bi ser bikeve û bi ser jî neketiye.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Kamûran Berwarî têkildarî yekîtiya nav mala Kurdî got: “Yekîtiya neteweyî tenê bi partiyên siyasî çareser nabe; dikare bibe beşek ji wê, lê gelê me, sazî û kesayet, dîsa hemû pêkhateyên li Kurdistanê dijîn; dikarin li ser partiyên siyasî re yekîtiyê çêbikin. Partiyên siyasî jî wê demê neçarin rêz ji vîna gel re bigirin.”

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Kamûran Berwarî têkildarî yekîtiya neteweyî, êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, dîsa nebûn helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistan û Iraq û dîsa nakokiyên li Iraqê û çareseriya wan û herî dawî jî ambargoya li ser Mexmûrê ji ANF’ê re nirxand.

Di her êrîşeke li dijî destkeftiyên Kurdan de ‘kongreya neteweyî’ û ‘yekîtiya Kurdan’ dibe rojev lê aliyên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê çima nikarin yekîtiya xwe çêbikin û kongreya neteweyî lidarbixin?

Meseleya yekîtiya Kurdan meseleyekî stratejîk e û pêwîstiyeke ya dîrokî, nihayî û pêşerojî ye. Pirsgirêka yekîtiya neteweyî girêdayî KNK, rojeva siyasî, aborî, herêmî û cîhanî nîne heta ji bo Kurd û Kurdistanê pirsgirêkekî bivê nevê ye û pêwîstiyeke ku divê rojek ji ya din zûtir were çareserkirin. Di heman demê de nabe ku mirov yekîtiya Kurdan bi kongreyekî ve girêbide. Ji ber ku Kongreya Netewî ango KNK bi xwe heye, ew kongreya Kurd û Kurdistanê ye. Karê Kongreya Netewî (KNK), sazî, Partî û aliyên siyasî ew e ku Yekîtiya Netewî saz bikin.

Ji aliyekî din ve KNK’ê karekî pir pîroz ê neteweyî kiriye. KNK di hemû warekî de bi hemû partiyên siyasî, alî û kesayetên Kurdistanê re pêywendiyên xwe hene û deriyên danustandinê ji bo hemûyan vekiriye. KNK ji ber ku sîwanekî îdeolojîkî û partî nîne, lewma KNK sîwanekî neteweyî û niştîmanî ye û mala hemû Kurd û Kurdistaniyekî ye. Ji ber vê çendê jî pêwîste ew kes, partî û aliyên siyasî yên ku tevlî Kongreya Netewî ya Kurdistanê nebûbûn, divê bên û di KNK’ê de cih bigirin. Eger ne di KNK’ê de cih digirin û ne jî amadene ku tevlî kongre û konferansên çi ya her çar beşên Kurdistanê çi jî ya her beşê tenê bibin, ji xwe ew partî û aliyên li ser desthilatê bi taybetî yên nêzî Enqerê û di çepera Enqereyê de cih digirin divê qala Kurdistaneke yekgirtî, azad û rizgarkirî bikin. Ji ber ku erk, kar û stratejiya KNK’ê ew e ku Kurdistaneke rizgarbûyî, neteweke azad û statûyeke demokratîk ji bo her çar beşên Kurdistanê ava bike.

KNK du erkên mezin danîne ser milên xwe û bi xebateke berdewam û têkoşîneke bêhempa ya dijwar birêve dibe. KNK di hêla siyasî û dîplomasî ya di asta navneteweyî de kariye cihê xwe di nava netew, gel, welat û hikûmetên cîhanê veke û di asta navneteweyî de bûye mezintirîn saziya neteweyî a Kurdan ya ku her kes pê bawer e, dipejirîne û heta niha jî li ser vê xebatê xwe berdewam e.

Nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî ya navbera Kurdan bi giranî li ser bingehê siyasî têne kirin û PDK’ê jî helwesta xwe ya di vê derbarê de ji raya giştî re eşkere nekiriye, hûn vêya çawa dinirxînin?

Bi giştî eger em temaşe bikin wate em dibînin ku heta niha yekîtiya Kurdan ji aliyê partî û aliyên siyasî yên desthilat ên Başûrê Kurdistanê ve nayê pejirandin ji ber ku eger em yekîtî û yekrêziya Kurdan bixwazin divê em deriyên danustandinê vekin. Ji bo çêkirina yekîtiya neteweyî ya ku di çarçoveya siyasî, demokratîk, neteweyî ve tê pêşxistin, divê di berjevendiya gel û welat û stratejiya li gel dewlet û desthilatan de destkeftiyên neteweyî bên esasgirtin û em hemû biparêzin. Eger em di çarçoveya takekesî, eşîrî, gundî, bajêrî û navçeyî û perçeyî de derkevîn wê demê em dikarîn pêngavekî ber bi yekîtiya neteweyî biavêjin. Mixabin gelek partiyên li Kurdistanê bi taybetî yên li Başûrê Kurdistanê hene ku naxwazin yekîtiya neteweyî çêbibe, ji ber ku li gel partiyên siyasî, siyaset û partiyê weke projeyekî ji bo pere komkirinê û bibin desthilat bikar tînin. Wate di vê derê de armanc ne Kurdayetî ye ji ber ku armanc gihiştina desthilatê ye da ku bikarin bi rêya desthilatê jî pereyekî mezin bidest bixin. Niha em dibînin ku di nava 28-29 salên bihorî heta niha tiştên hatinî kirin heman in.

Mijara yekîtiya neteweyî li ser bingehê siyasî çareser nabe. Li ser bingehê niştimanî û neteweyî, dîsa bi soz û peymanên stratejiyeke hevbeş çareser dibe. Li vê derê jî divê hemû alî û saziyên Kurdistanê stratejiya xwe dursit bike, bizane ji bo parçeyeke Kurdistanê çi divê û dîsa ji bo parçeyên din çi divê, her wiha ji bo yekîtiya neteweyî wê çawa gavê bavêjin diyar bike. Li vir nabe ku aliyek te bi dijmin re çi li vir çi jî li Sûriye an Tirkiyeyê dîsa li aliyê din di nava yekîtiya neteweyî de be. Her karê neteweyî siyaset û stratejiyeke neteweyî divê. Dîsa divê stratejiyek rast û durist hebe. Em nikarin di çarçoveya gundek, eşîrek an deverekê de yekîtiya neteweyî çêbikin.Hevgirtina li gel aliyên dijminê Kurdan û dîsa peywendiyên bi wan dewletan re kiriye ku heta niha nikariye yekîtiya Kurdan çênebe. Dîsa heta niha ji bo raya giştî ya Kurdistanî helwesta xwe ji bo yekîtiya neteweyî diyar nekiriye. Di nava van 20 salên dawî ku KNK’ê ji bo erka çêkirina Yekîtiya Netewî heta niha van cih têde negirtiye. Heta ku KNK ji bo karekî daxwaznameyekê ji bo wan dişîne, zû bi zû rê nayêdayîna vê jî. Van demê dawî de heta rê neda ku şandeya KNK’ê biçe Rojava ji bo karûbarên yekîtiya neteweyî.

Nirxandin û nîqaşên di nava Kurdan de ji bo yekîtiya neteweyî tê kirin, berdewam in. Ji salên 1960-70-80’ê heta niha yekîtiya neteweyî bûye rojevek germ a Kurdan û Kurdistaniyan jî. Li ser mijara nebûna helwestekî diyar a PDK’ê min ne bawere ku ji niha û şûnde jî vê helwesta xwe zelal bike. Baweriya min bi PDK û YNK’ê ya bi yekrêziya Kurdan tine. Eger wan yekîtiya Kurdî bixwestiba ku weke beşek serekî ne wê ji sala 91’ê ve dîsa şansekî mezin heye ku ji bo yekîtiya neteweyî pêk bên. Dîsa dikare li Başûrê Kudistanê bi roleke serkî ya ji bo yekîtiya Kurdan bigirtiba ser milên xwe. Lê mixabin cihê xwe di nava rêza Kurdan de negirtiye û zêdetir li gel dewletên dagirker cih girtiye.

Li gorî min yekîtiya neteweyî tenê bi partiyên siyasî çareser nabe. Ev dikare bibe beşek ji wê, lê gelê me, sazî û kesayetên me, dîsa hemû cîn û pêkhateyên li Kurdistanê û gelên li Kurdistanê dijîn; ew dikarin li ser partiyên siyasî yekîtiya xwe ya neteweyî durist bikin. Partiyên siyasî jî wê demê wê neçar bibin rêz ji vîna gel re bigirin.

Dîsa em dibînin ku hinek kes, alî û partiyên siyasî nîne ku dema her tengavî û êrîşên pêk tên dîsa mijara KNK’ê û yekîtiya neteweyî li bîran wan bîne ku li ser vê mijarê nîqaş bên kirin. Pêwîstiya her çar parçeyên Kurdistanê bi yekîtiya neteweyî heye. Bê yekrêzî û tifaqa Kurdan a pir alî û dîsa stratejiyeke Kurdistanî ne mimkûne ti serhildan, şoreşên Kurdî serneketiye û bi ser jî nakeve.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê didomin hûn van êrîşan çawa dibînin?

Dewleta Tirkiyê bi dirêjahiya dîroka hatina xwe ya ji bo Rojhilata Navîn ku bêtirî 600 sal e berdewam Kurdistan dagir kiriye û hewl daye ku demografiya Kurd û Kurdistanê biguherîne û navê Kurdistanê li ser erdnigariyê nemîne. Di vê derbarê de gelek belgeyên dîrokî jî hene. Di heman demê de Tirk di stratejiya xwe ya nû de qirkirina gelê Kurd weke erkekî ji bo xwe diyar kiriye û hewl dide tevahî destkeftên neteweyî yên gelê Kurd ji nav bibe. Ji ber wê jî em dibînin ku êrîşên dewleta Tirk ya salên 1980’ê û pêve ku li ser Kurdistanê dike bi mebesta dagirkirina Başûrê Kurdistanê ne; bi taybetî ji salê 1991’ê û pêve Tirkiye bi awayekî rasterast li Başûrê Kurdistanê xwe bi cih kiriye û bandoriyekî mezin ya ji aliyê siyasî, leşkerî, aborî, îstîxbaratî, ewlekarî û heta perwerdeyî, dînî û civakî li ser civaka Başûrê Kurdistanê kiriye. Eger dagirkeriya dewleta Tirk tenê ji aliyê leşkerî ve be ewqasî metirsîdar nebû lê ji pir aliyên jiyanî Başûrê Kurdistanê hatine dagirkirin ku ew jî metirsiyekî pir mezin e li ser patiyên Başûr, hikûmeta Başûr û bi taybetî li ser gelê Başûrê Kurdistanê û xaka wê. Ji ber ku em baş dizanin her cihê ku dewleta Tirk dagir dikevê bi hêsanî dernakeve. Em bi mixabinî dibêjin ku partiyên siyasî û fermandarên Başûrê Kurdistanê destê Tirkan girtine û anîne nava xaka Başûrê Kurdistanê û êdî nikarin ku Tirkiyê ji wê derê derxînin.

Li beramberî erîşên dewleta Tirk a dagirker, hikûmeta Iraq û herêma Kurdistanê bê deng in, li gorî we sedemê vê bêdengiyê çiye? çima helwestekê nîşan nadin?

Bêguman dewleta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bêdeng in, ji ber ku dewleta Tirk bi erêkirina dewleta Iraqê û partiyên desthilat ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye Başûrê Kurdistanê, lewma ew bêdeng in. Ji aliyê din ve jî dewleta Iraqê jî ji ber ku dixwaze û li rêyekî digere da ku destkeftiyên gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê tine bike. Di heman demê de hikûmeya herêmê jî hikûmetekî bê îrade û li xwe heyirî ye û rêya xwe nabîne. Bi rastî jî heta niha wate di nava wan 28-29 salan de ti stratejiyek ji bo xwe diyar nekirine. Wate ne rast û durist bi Emerîka, ne bi Ewropa, ne bi Rûsya, ne bi Iraq, Tirkiye û ne jî bi Îranê re ye. Ji ber ku bi hemûyan re dilîze û serkeftinekî wisa mezin jî bidest nexistiye di nava wan 30 salan de da ku em bikarin bêjin pêşerojekî geş li benda gelê Başûrê Kurdistanê ye. Bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê ji bo anîna leşkerên dewleta Tirk a nava xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê, erêkirina wan leşkerane û rizamendiya wan nîşan dide. Eger ku ne wisa be divê rojane helwest nîşan bidin yan jî bihêlin ku gelê Kurdistanê helwesta xwe nîşan bide. Çend sal beriya niha nêzî 500 hezar îmze ji bo derxistina leşkerên dewleta Tirkiyê ya ji xaka Başûrê Kurdistanê hatin komkirin, lê serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê û parlemanê pêngav ji bo vê yekê neavêtin.

Li Iraqê ji Cotmeha 2019’an ve li dijî desthilatdariyê çalakiyên protestoyê têne lidarxistin ku heta niha bi dehan çalakger hatine kuştin, sedemê vê rewşa aloz çiye û rola aliyên Kurdî çiye? Kurd dikarin çi bikin? Gelo projeyekî we ya ku bikare vê krîzê çareser bike heye?

Ji meha Cotmehê ya 2019’an heta niha ev aloziyên li Iraqê didomin ku 5 meh li pey xwe hiştiye. Bê guman wer diyare ku ew aloziye wê ji bo demekî dirêjtir jî berdewam bike. Ji ber ku ji aliyekî ve li pişta wê aloziyê dewletên weke Emerîka û hevpeymanên wê hene û ji aliyekî din ve jî destê Îranê û ji aliyekî jî destê Tirkiyê di nav aloziya Iraqê de heye. Heta niha pir kesayetên rewşenbîr, akademîsyen û nivîskarên welatparêz ên Iraqê bûne qurbaniyê wê aloziya Iraqê ku di berjevendiya gelê Iraqê di xwe de nîne. Ji ber ku ew ê ev aloziya çêkirine û dest bi serhildanan kiriye dixwaze hêza gelê Iraqê, hêza têkoşerên Iraqê û mirovên neteweyî û welatparêz bişkînin û biqedînin. Piştre jî wê gelî teslîm bigirin û neçar bikin ku li gorî xwesteka wan bên rêvebirin.

Derbarê projeya me ya çareserkirina pirsgirêkên li Iraqê dikarin bêjin ku projeya me heye û dikare pirsgirêkên Iraqê jî çareser bike. Ji ber ku rêya çareseriya pirsgirêkên Iraqê, projeya xweseriya demokratîk e. Yan jî em baş dibînin ku pirsgirêka Iraqê bi rêbazê konfedralîzma demokratîk werin çareserkirin. Eger ku pergala Iraqê bibe konfedralîzma demokratîk û bi rastî jî bibe xwedî destûr, hikûmet û parlemanekî demokratîk û bi awayekî dûr ji sextekariyê hilbijartinan çêbikin bêguman wê Iraq bibe Iraqekî demokratîk. Dabeşkirina Iraqê li ser bingeha herêm, eşîr û malbatên Ereb, Kurd, Tirkmen û hwd her wiha li ser bingeha dîn û mezheban nabe çareserî. Ji ber ku dabeşkirina Iraqê ya bi awayê çend herêm û eyaletan li ser bingeha xwerêveberiyê ango xweseriya demokratîk dikare bibe modela çareseriya pirsgirêka Iraqê. Weke mînak eger em Şengalê bigirin dest wê derê taybetmendiyên xwe yên xweser hene ango pir normale ku li Şengalê pergalek hebe ku gelê Êzidî bikare xwe têde îfade û birêve bibe. Deşta Musilê jî ji bo gelê Şebek, Asûrî yan jî Ermen û Keldaniyan jî bi wê rengî dikare bê destgirtin. Ji bo herêma Germiyan jî ew yek derbasdar e. Ji bo Başûrê Iraqê heta ji bo Sûnî û Şîeyan jî dikare wisa çêbibe. Bêguman eger li Iraqê pergala konfedralîzma demokratîk were pêşxistin evê tevahî pirsgirêkên Iraqê çareser bibin. Me di dema xwe de ew projeye pêşkêş kiriye û çendîn kongre û konferans li ser vê yekê lidarxistiye û niha jî ji bo Iraqê em wê projeyê yekane rêya çareseriyê dibînin.

Mixabin heta niha jî rola aliyê Kurd ya li Iraqê diyar nîne û aliyê Kurd jî nekarîne tiştekî bikin. Aliyên Kurd li Iraqê siyaseteke rast ya ku hevsengiyê li berçav bigire birêve nebiriye. Ji berku ti projeyekî wan bi xwe nîne. Di esasê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Iraqê pêwîstî bi serhildanekî nîne ji ber ku bi serhildanên ku diyar bike ka kî bibe serokwezîr, serokkomar û wezîr yan nebe, pirsgirêk çareser nabe. Pirsgirêka Iraqê pirsgirêkekî fikrî, siyasî, îdarî û pergalî ye; pirsgirêka hişmendiya ku li Iraqê desthilatdariyê ferz dike ye. Di heman demê de pirsgirêka dewletê dagirker e. Iraq û Başûrê Kurdistanê ku bûne kolonyayekî navneteweyî, lewma niha Iraq li ser bingehê aborî û herêman di navbera 6 welatên hegemon ên cîhanî de tê dabeşkirin. Her wiha dewletên ku berjevendiya wan li Rojhilata Navîn de heye nahêlin ku tu kes li Iraqê serkeftinê bidest bixe.

Sedema wê rewşa aloz, pirsgirêkên siyasî, civakî, niştîmanî, aborî, dînî, mezhebî û eşîretîne, her wiha destê dezgehên îstîxbaratî-sîxortiyên herêmî û cîhanî jî tê de heye. Bi taybetî ji ber ku piraniya dezgehên îstîxbaratî yên cîhanî li Iraqê kar dikin lewma rolekî wan a sereke di alozbûna rewşa Iraqê de heye. Wan dezgehên sîxortiyê û evlekariyê yên cîhanî nahêlin ku aramî û îstîqrar li Iraqê çêbibe.

Li aliyê din ev 7 meh zêdetire ji aliyê PDK’ê ve ambargoyek li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatiye danîn û destûr nayê dayîn kes ji wargehê derbikeve, hûn di mala Kurdî de vê ambargoyê çawa dibînin?

Eger bêjin ku kêmasiyên hindek alî û partiyan jî hene, weke mînak dema ku Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî sûcdar dikin ku PKK ne yan jî alîgirê PKK’ê ne divê komîteyekî ya heqîqetê yan jî lêkolînê çêbikin da ku bizanin ka ji bo tevgera azadîxwaziya her çar beşên Kurdistanê û bi dirêjahiya şoreşaên Kurdî kîjan alî sûcdar e yan bêsûc e. Kê di doza xwe de rast e û kê jî dijberî rastiyê ye. Wate heta ku tu komîteyekî ya lêkolînê çênekî tu yê nikaribî xwe bigihînî rastiyan. Ji aliyê din ve jî eger nakokî di navbera du partiyên siyasî yên Kurdistanê de hebe, nabe ku tu biçî û hindek gelê sivîl bikî qurbanê wan nakokiyan. Ji ber ku eger di navbera ew aliyên siyasî weke mînak di navbera PKK û PDK’ê de di warê têkiliyên siyasî, dîplomasî û leşkerî de nakokî û nêrînên cuda hene, nayê wê wateyê ku PDK dorpêçekî girankirî bêxe ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ku ew bi mehane didome. Ji ber vê yekê jî em wek KNK wê yekê baş nabînin û di berjevendiya tu partî û aliyekî Kurdan de nîne ku têkliyên siyasî yên di navbera partiyên Kurdistanê de aloz û nexweş bibin. Lewma KNK ew 21 salin ku ji roja damezrandina xwe heta niha bi awayeke berdewam hemû hewldan, têkoşîn û rêxistina xwe ji bo çêkirina yekîtî û yekrêziya Kurdan birêvebiriye.

Di dema bihorî de tişta ku li hemberî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî hatiye kirin, ti pîvanê Kurdewarî wê yekê qebûl nake. Ji ber wê yekê bi baweriya min divê şandeyekî ji kesayetên Kurd yekser biçin û li gel rêvebertiya PDK û wana hişiyar bike û bêjin ku wê ji vê pê vetir êdî gelê Kurd wan nêzîkatiyên we qebûl neke. Hûn rasterast 15-20 hezar kes ji Kurdan di wê derê de ji birsan difetisînin û ev rewşa wê derê bandoriya xwe li ser zarok, jin, rewşa xwendin û pêşeroja wan û derûniya wan dike. Ji ber wê jî ti sedemek tineye ku tu bi her aliyê ve ambargoyê bêxî ser gelê wargehê. Ji bilî ku ew jî Kurd û hemwelatiyên me ne, ew penaber in û hikûmeta herêm û Iraqê, her wiha NY’yê jî ew weke penaber qebûlkirine.

Danîna dorpêça li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi rastî jî bêwijdanî ye, derveyî hemû pîvanên exlaqî, wijdanî û mirovatiyê ye. her wiha ji derveyî hemû pîvanên dînî ye û dijî wan prensîbên ku xwedê ji bo mirovan diyarkiriye ye. Dijî prensîbên Îslam, NY û Xaça Sor e. Dijî prensîba Kurdewarî ye ji ber ku li gorî prensîb û pîvanên di nava eşîrên Kurdan de jî eger kes yan komek ji derve bên gel wan nabe ku tu wê yan wan bikujî, birsî bihêlî û hwd. Lewma tişta ku niha tê kirin ango bi kuştina gelê wargehê dixwazin dilê Tirkan xweş bikin, nêzîkatiyên ku tên kirin yên li hemberî çi gerîlayên tevgera azadiyê, çi siyasetmedar û çi jî gelê wargehê bi giştî bi armanca rêxweşkirina dagirkeriya Tirkan a li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin. Em weke Kurd û di nava mala Kurdî de dibînin ku pêwîste mala Kurdî were rêkûpêkkirin. Eger em li çeperê Tirk, Iraq, Îran û hwd li dijî birayên xwe yên Kurd şer bikin em ê çawa bikarîn nava mala Kurdî rêkûpêk bikin, çawa yekîtî û yekrêziya Kurdan çêbikin, çawa behsa Kongreya Netewî bikin, çawa destkeftên neteweyî û niştîmanî biparêzin û çawa xwedî li xwîna şehîdên Kurdistanê derkevîn. Ji ber vê yekê yekrêzî û di yek çeperê de bûna Kurdan pir girîng e. Bi baweriya me dibe ku ji hêla siyasî, aborî û dîplomasiyê ve di navbera alî û partiyên Kurdî de cudahî hebe lê divê ev li ser hesabê netewa Kurd neyê ferzkirin.